Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemên Nû: Hijmara nû ya 21-an ji kovara Hawara Nû derket

 


 Kanî Royar / Hewlêr 13-10-2006

Jimara 21-ê ya miha çirya pêþîn ji kovara Hawara Nû, ya ku Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî wê mihane li Hewlêra paytext derdixe, kete ber destê xwendevanan de .Kovara ku bi herdû zimanên erebî û kurdî (soranî û kurmancî) derdikeve gelek babet û mijarên cur bi cur divê jimarê de pêþkêþî xwendevanên xwe dike.


Di beþê erebî yê kovarê de,ji bilî sergotarê ev mijarên hanê hene : dozên germ , dawiya despotîzmê nêzîk dibe ji aliyê Selah Bedredîn ve , Vedan Adem nivîsa xwe ya bi navê dîtinek derbarê tevgera kurdî li baþûr rojavayê Kurdistanê û asoyên çareserkirina qeyrana heyî diweþîne tev li gotara ramangîrê erebê sûrî dr Burhan Xeliyon derbarê tayfegerî di civak û dewletê de .

Beþê soranî yê vê jimara dawî van babetan dihewîne: pêdaçûnek li ser zimanê programêt xwendinê li herêma kurdistanê ya Reþîd Findî, Ebdilxaliq Sersam li dora pirsgirêka alê gotarekê dinivîse û herweha semînara Berevan Hemdî ya li ser "kurd di navbera ala neteweyî û niþtimanî de"hembêz dike.
Di beþê kurmancî de, pir babet û mijar cihê xwe digirin,weke:komunîstên kurdistanê divên siyaseta kurdistanî bênin bo welêt ji nivîsîna M.Emîn Aslan , libên berûyê –çîroka nivîskar Mîrhac Mistefa , ala min –helbesta Aras Dîbo , bêser û þûnkirina 8000 Barzaniyan serboreka tracîdî di wîjdana teraziyê de ya Ebdilezîz Muhsin yek ji kesûkarên qurbaniyên Enfalan,tev li quncikên herdem:pirtûkxana kawa û wergera pirtûka (kurd di navbera terora dewleta neteweyî û islama siyasî de ) ji layê nivîskarê kurd Besam Mistefa de .

Tê zanîn ku Hawara Nû li seranserê kurdistanê her meh tê belavkirin û xwendin.

     

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark