Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Seîd Yûsiv û bizqê Dema can li ser hundurên xwe dipeyive

 


Ebdilkerîm El_ibêdî*

Hunermendê sûrî yê navadar Seîd Yûsiv şevbuhêrikeke mûzîk jeniyê li ser amûreya bizqê lidar  xist,di wê de rengine ji awazên navdar pêşkêş kirin, û hineke din ji afirêneriya wî ji newayên Nehawend_Hîcaz kar kurd_Cihar kar, wilo jî çend serpiyên ji surişa mûzîka îranî û turkî û erebî, wilo jî hineke din ji kelepora herêma Cizîrê, di êvara 10_6_2009 an de, li ser şanoya Dirama, li Mala Esed ji çand û hunerê re. hunermend Yûsiv ne gerekî naskirinê ye, ew hunermendekî dana wî bi wijdan û têgihiştina xelkê ve hatiye girêdan.


Wî di destpêka salên heftî de di istegeha Sûrî û Libnanî de kar kiriye, û hîna bêhtirî berhemên wî di erşîvên wan de hilandî ne. Gellek konsêrên taybet li welatên erebî û ewropî û efirîkî pêşkêş kirine, û komeleyeke ewropî  bi derxistina poleke ku nav û wêneya wî li serê ew nemir kirin, Yûnisko CD yeke zêr ji wî re tomar kir weke xelatekê ji dana wî ya dewlemend re, bi Mûnîr Beşîr re jenand, û Elî Şan, Aynûr Doxan, Şîvan perwer, Conî opêr yê firensî  û Semîra Tewfîq stranên wî gotine. Ziyad El_rehbanî deh parçeyên mûzîkî yên wî birin û ew bi awayekî orkêstiralî ji nû belav kirin. Li ser wî Mihemed Ebdilwehab gotineke xweş got, û Mîrê bizqê Mihemed Ebdilkerîm bizqa xwe diyarî wî kir berî mirina xwe, Qamişlo ji straneke wî bi bajarê evînê bi navbû, pirr xelat standin, û li kû be, here kû ew xelatkirî ye û hîna…
Tiştê ku seîd Yûsiv di wê şevê de pêşkêş kirî karîneke pêrabûnêyî  ne normal diyar kir, bi wê re jî çend wêneyên mûzîkî (mêlodî) ku gellekî bijartî û renge reng bûn, xweşikbûna xwe ji embarkeriyên herêma cizîrê stand dibûn, ya Ku Yûsiv di wê de bûyî û mezin bûyî. Û dema em dest  bi axaftinê bikin  li ser wêneyên mûzîkî (mêlodî) li cem Seîd Yûsiv ev tişt nîşanên wî yê hunerî hene, di wî de ye parçeyekî mezin ji karîna Yûsiv ya afirênerî di gihiştina xweşikbûna awazê ji bala guhdar re .
Di eynî wê wêneyê de awaz dizîvire, kûrbûna wê diyar dibe, û germbûna wê digihêje dil û derdora dil, ji wê em digihêjin hefsengeya mendehoş bi awzên din re yên ku di şevbuhêrikê de hatî pêşkêş kirin, weke ku ev mêr_ hunermendê peyala serxweşbûna xwe ji her tiştê ku têkeliya wî bi kelepora Cizîrê re hebe vexwariye, bi embareya wê ya çandî re, û rêzên wê yên civakî….. di awazên wî de taybetmendiyên dengî hene ku cîhana Seîd Yûsiv dikin cîhaneke taybet, û serwext li ser cîhanên cîranên wî, ku bandora wan li wî bûye. Û bi qasî ku ew kar bi afirêneriya wî ya jeniyê ve girêdayiye, lihevhatiyên wî yên awazî ku hatî pêşkê kirin, û hevokên di nav hev de ku nîgaş badan, wilo bal kişandin û bang kirin bîrewriyê,heya wê navhevkirina dengan ya biyan û hezkirî, ya ku Kobalan rojekê ew bi kirêmaya li ser kêkê salixandî, û ya ku bêyî wê axaftin li ser karîna wî wê tiştekî normal ba, ku jenî û bangkirin xizan diyar dibe, bêyî can ba, canê ku em pêdiviyên wî ne…. Seîd Yûsiv bi zanbûn û  hezkirin rengên xwe yên awzî kirin, ew reng bi awayekî mezin ji lihevkirin û tevdanê hatin, wêneyên zane ji hêza derbirînê nîgaş kirin (raman_hevoka mûzîkê) ya ku yek ji razên gewrahiya hunerî ye.
Ez ji wêneyê mûzîkî di mêlodiyên Seîd Yûsiv de dûr nakevim, yê ku em behitî hiştin, û weke min gotî mendehoşî ji wê hevsengeya bêsînor, û hevderbaskirina di gotinên mûzîkê de tê, ez ê bi şîroveyê sê rengên mûzîkê nîşan bikim, ku rahiştin wê hemrengeya newayan. Hunermened di wê şevê de parçeyên dirêj ji newaya Hîcaz kar kurd pêşkêş kirin_Cihar kah_ Kurd, û ger ne guhekî zane be bi mûzîkê û hestiyar be wê nikarî be wan ji hev bibijêre. Bi vî awayî Seîd Yûsiv warê karîna jeniyê derbas kir qena bigihe warê nîgaşa afirêneriyê, hînde nîgaşa ku deng û reng bi hev re wêne dike, û wilo  weke hunermendekî wî karînên  bizqê yên alavî derbas kirin. Dîmenên canê wî yên ku dixwestin azad bibin, bifilitin ji bednên xwe gotina Bîthovin li bîra min anîn, dema bihîst ku hevalê wî yê kemançejen Şoban zayî dinale ji bê karîna xwe li ser kemançeyê weke ku Bîthovin dixwaze( divê dilê wî bi rewşa kemançeya wî ya belengaz bişewite dema can di hundurê min de bipeyive).
Hunermend Yûsiv çû dengên (îqaat)a ,ewên ku bizq wan bi hesanî nayîne, ew jî ji bo avakirina  bandoreke mûzîkêyê mestir , û li vir ji  dilgirtiyên armanca derbirînê re di rêza xwe de bû, û ew e xwestin   di hûrbînên xwe yên biçûk û mezin de,û bi wê kes nameşe ger ne bawer be ji karîna xwe yî afirênerî _baweriyeke nêzîkî bêkêmasiyê. Seîd Yûsiv hunermendekî birastî ye, ji mûzîkê hez kir, rêza wê girt û dilsoz bû jêre, û ew( ev jî nêzîkbûneke tiştxwestî ye) weke Mûnîr Beşîr e, diyar kir ku me netewk in hunemendên me yên ku bi rêzgirtineke hunerî kar dikin hene, ku dixwazin hestê hunerî bilind bikin.. rojekê ne bazirganê rebabê bû, yan raspêrê behredaran, ne jî çavlêker bû,yan rahişte paşvaniya nezaniya cemaweran bi giringiya mûzîkê,û çespand( û vajî yê din) ku ew afirênereke û dewlemend e bê çavlêkirin…. Di ( yar dilê de) bi xweşikbûna mûzîka mûsilê re peyivî,bi kelepora kurdê îraqê re di(sûlafa) Xanim Hedad de. Wilo jî bi (reidiya) turkî re peyivî, û kelepora cizîrê _Qamişlo û hisiça bi xweşiktirîn reng pêkêş kir…. Katjimareke sax xwe bi cemawer ve legas nekir, guh neda spasî û çepikan, lê ew sitandin, û wilo ji xelekên guhdarên bijartî derket qena bigihe dilê hemî  xelkê, çandeke mûzîkêyî netewî û fireh damezirîne.  
Di dawiyê de..ez bawer im ku diyaroka Seîd Yûsiv ya mûzîkê hêjaye guhadaneke bêhtir ji xwendin û nivîsandinê ji me, armanca wê nijadkirineke nû be, û rêzbazeke bêhtir zelal ji amûreya bizqê re,ew amûreya ku em tenê rahijt naznavên wê nas dikin, lê afirênerên wê gellekî dûr in ji deqa roniya ragihandinê ji pêvî hinekî.

*** Ebdilkerîm El_ibêdî: Nivîskarekî ereb e ji Sûriyayê.
Wergerandin ji erebî:  C. Nebî
          

         

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark