Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Dupatkirina rastiyê

 


Dr.Zara Brahîm

Eger em vegerin dîroka destpêkirina pîlan û projeyên netewe-perestiyê û erebkirina ( komara Sûrî ), bi wê şêwaza berz, helbet maweya roxandina –yekîtiya Sûrî û Misir- sala 1961an de, gava navê komarê hate guhertin û bû ( komara erebî Sûrî),-ne ku rewşa kurdan baştir bû di dema yekîtiyê de- û li gor wê jî nijada hemû welatiyan bû erebî ( E.S), mafên netewên jibilî ereban hatin perçiqandin(nemaze kurd).


Û projeya pey erebkirinê re, ( jimartina 62 an ) bû dijî kurdan li herêma Cizîrê û ew bihnûpxara hestên nijad-perestiyê, bêhna xwe ya tûj û dijwar veda, nûnerên partiya serdest li zingilê metirsiya kurdî xistin û sloganên derew weke ( irûbeta sûrî biparêzin ji kurdan… lidijî metirsîya kurdî derkevin….uhd), bi rêya projeya M.T.Hîlal û yên din di pey wî re weke M.Mûsillî ku kurd destnîşan dikirin weke Cihiwan û wê welat parçe bikin,û  roj bi roj jiyan li gelê kurd teng dikirin.
Pêwîste ku em jibîr nekin wê dema berî hêrvandina yekîtya sûrî  û misir ji girtina pêşî ve, gava dameznêrên partiya kurdî ya mak( N.Zaza, O.Sebrî..), û hevalên wan tawanbar kirin, ji wê heyamê  ve ta  roja îro guneh yeke û hemû kurd bi şûrekî dikevin ( endamtiya komelek nihênî ku dixwaze welat parçe bike û bi welatekî biyanî ve bike!!!?????). dibin siya van metirsiya de, bi dehê projeyan pêk hatin dijî gelê kurd li Sûrî, û yên dawî û germ biryara49an bû.
Bi gotinekê, nerîna dewletê û rayedarên wê yên fermî ( û nerîna piraniya erebên welêt ), her û her kurd laşekî biyanî ne di welatê wan de û metirsiyeke mezinin, li gor wê jî,gereke ew bê maf bin û bêne bişaftin dinav netewa ereb de.
Bêgoman dewleta sûrî bi hesanî dikare bikeve pirtûka Gênîs de, bi hemû pîlanên xwe ku tênê serê kurdan, ma li kîjan welatê ereba nasname tê nîşankirin bi ( E.S )????ma biryara 49an û qedexe kirina kirîn û firotina xanî û erdan li kû deverê ji cîhanê peyda dibê????
Helbet ev tirsa han ya mezin ji kurdan, wê rayên dîrokî li pey hebin, ta ku wilo bi hêlemanî şerê wê dikin.
Rayedarên ramanê-netewî erebî, tiyorya xwe avakirin li ser bingeha tinekirin û bişaftina xeynî xwe, miletê ereb jî ma xwediyê vê mantalîtê û perwerdeyê( helbet îslama-irûbî û siyasî ji destpêkê de mêrga vê çandê bû). Ya dî jî, partiyên serdest çi basî bin, û çi nasirî bin û weke rêjîmên siyasî, totalitarian û leşkerî ne, ango baweriya wan bi pirdengiyê nayê ta ereb jî bin, jibilî ku bîr û ramanê wan yê irûbî, tu caran kurdan na pejirîne, û li hember doza kurdî dirawestin li hemû parçên Kurdistanê.
Ji aliyê din ve, wêneyek beruvajî tê xwendin ji vê helwest û nerîna fermî re, ku ew bixwe, xwe diyar dike, û rewatiya doza kurdî berz dike bi şêwaza dîrokî û coxrafî. Nemaze gava ku bêtirên projeyan wateya coxrafî birne li deverên ku kurd lê dijîn. Em Karin bêjin, zinara erebî bi anîna erebên xemir, hewldana hêrvandina coxrafî-demoxrafî bû ji parçê roava re û veqetandina kurdistnî bû ji vî beşî re.
Lê egerên vegera li dîrokê, gelek pirs û gomanan zelal û şirove dikin û rastiyê didin xwiyakirin weke ku hebû.
Gava em vegerin dîroka Sûrî, di dema hukmdariya Osmaniyan de, 4 wîlayat hebûn( Dimeşq, Heleb, Terablis û Seyda), kurd li herêma Cizîrê ji wan cuda bûn,ta ku Firansa hate Sûrî. Kurdên rojavay îro, wê çaxê diketin ber peymana Sêver de1920an de,bi kurdên bakur re ku li gor peymanê mafê otonomî ji wan re diket di hundirê komara Tirkî de. Lê em zanin bê soz ne çû serî,Ingilî û Firensî bi sedema berjewendiyên xwe, welatê kurdan kirin çar parçe.
Di sala 1921an de sînor hate çêkirin dinavbera Sûrî û Tirkan de, û hate çespandin di sala 1926an de.deverên kurdî jihev cuda kirin bi rengekî cografî( cizîr, koban û Êfrîn). Kurd bi xwe her û her li cihê xwe mane, ji dema Eyûbiyan ve û berî wê jî, û Kelha Kurda li çiyayê elewiyan ji dema Selîbiyan ve ava ye.
Nivîskarê Danmarkî ( Karistin Nîpoher), di sala 1764 an de, hatiye Cizîrê û karteke coxrafî peyre çêkiriye, ku wê heyamê eşîr û êlên kurdî li cihê xwe bûn weke êlên ( deqûrî, Aşîtî, kîkî, çaçanî, millî ), û ev milletê han helbet wê ne ji azmana hatibe, çikû li ser erda xwe ye bi sedê salan!! Ma ev ne rastiyek bana wê çima ev pîlanên bişaftinê bêne serê milletê kurd, ta ku wî ji rayê dîrokî-coxrafî veqetîne û koçber bikin.gava m.t.Hîlal 12 xal pêşnyar kiribûn jib o metirsiya kurdî, xala pêşî ji wan ( koçberkirina kurdan bi aliyê hundir de bû), piştî biryara 49an, êdî wê millet ji ber xwe birevê, nexasim ku dewletê hemû deriyê jiyanê li wan girtin e.
Lewra pêwîste ku kurd li ser hevbin û yekîtiya xwe xurt bikin ji roja îro ve, ta ku karibin hember projeyên bişaftinê rawestin û nasnama xwe biparêzin, û nakokiyan bidin alîkî, nemaze hin hêzên siyasî ku hîn jî baweriya wan bi ( comerdiya rêjîmê tê!!).
Di dema biryardana projeyên erebkirinê, zinara erebî, dîtineke rayedarên dewletê û nijad-perestên wê li ser kurdan berçav kirin û tirsa wan ji kurdan bi sehw bû,û Hîlal di pirtûka xwe de ev tişta han daye xuyakirin û gotiye:( kurdên cizîrê li seranserî sînorê Tirkiyê ne, û li aliyê din di hundirê Tirkî de,hemû mirovê hevin yê xwînê, û wilo jî li Îraqê…hemû bira û pismamin, li hêviya xewna xwey zêrînin Kurdistan……kurd ne alîkarin bi mere, bawerî bi wan nayê..kurd hevdûgirtî ne, rêxistina wan zanistî ye û xurte û partî vê yekê peyda dike….eşîr û êlên kurdan nakokiyên xwe jibîr kirine, nijada kurdî wan dighîne hev….). pêwîste ku pêşî tevgera kurdî li van xêzên m.t.hîlal vegere, û tu axaftin nayê kirin di vî warî de!!!!!!!
Tevlû vê nerîna şovînî, hin wateyên mafdariya doza kurdî jêder dibin bê ku ew bixwazin, ( bêguman, kurd nijadeke cuda ye ji ereban, tu nêzîkayî nîne, çi sîkolojî be, çi fîzyolojî be û çi întropolojî be…).ev peyvên m.t.hîlalin.
Wê çaxê jî sînorên coxrafî ji herêma kurdî re hatin destnîşan kirin, weke ku li gor biryardana çil û nihan ev tişta han dîse diyar bûye, ji efrîn, koban û parêzgeha hesekê ketine ber vê projeyê, lê kurdên deverên din ji Sûrî, dûrî vê biryarê ne. mebest koçberkirin e û guhertina demoxrafî ye li herêmên kurdî, û dîse jî ew wêne û karta coxrafî hatiye resimkirin û dupatkirin. Û eger hayê wan jê hebe, yan jî nebe, rastiyeke dîrokî-coxrafî xwe tîne ziman ku kurd xwedî dozeke rewa ne û li ser zemîna xwe dijîn.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.2
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark