Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Pêşveçûna Mafên Mirovan û Demokrasî-3

 


Selman Xelîl
Wergêr: Besam Mistefa

Şaristaniya Romayê hem leşkerî bû û hem sivîl û yasayî bû, leşkerî bû ji ber ku bi darê zorê sînorên xwe berfireh dikir, û gellek zevî û gelên cuda dixist bin destê xwe de, û yeka yasayî bû ji ber pirbûna jêderên biriyarê û desthelatan. Yasa ji aliyê qiral û Konsul yan Sênator (Konseya Pîran) ya ku nûnera desthelatiya yasadananê bû ve derdiketin.


Ev yasa û qanun di şeş dosiyan de hatine komkirin û belgekirin bi navê (koma mafên sivîl). Gellek destûrên Ewropa yên nû di bin bandora yasayên Romayê de mane, navdartirîn yasayên ku derketin û bandoreke mezin li rêveçûna mafên mirovan kir (qanuna 12 tepereşan) bû. Piştî şoreşa xelkê di sedsala 5 pêncê b.z de li dijî çîna bilind-eşrafan-, Konseya Pîran komîteyek destnîşan kir ji bo danîna bingeha yasayên Romayê; vê komîtê di dema du salan de tevahiya `urf û adetên-rewişt û tîtalên- Romayê kom kirin û li ser 12 tepereşên sifir neqişandin, vê yasayê wekheviya mafan di navbera çînên gelê Romayê de çespand û hin cudahî di navbera hejar û dewlemendan de ji holê rakirin û destê xwe da pirsên rewşa kesayetî, lê tund bû di hin bendên xwe de, wek firoştina bav ji zaroyên xwe re, kolekirina deyndarên ku nikarin deynên xwe bidin *6.

Di warê hizrî de, hizrvanê Romayî Markos Tolyos Şîşron (106 b.z) yekem kes bû ku banga nehîştina cudahiyên girêdayî ziman û bawerî û nijadê kir, rast e ew li dijî destdanîna li ser zeviyên dewlemendan bû, lê ew bi têgeha dadmendiyê bawer bû û bi pêwîstî didît siyaseta balansê di navbera hejar û dewlemendan de were meşandin, her baweriya wî bi destûra têkel hebû wek derbirînek ji têkeliya helwestên siyasî û civakî re. Di destûrê de, desthelata walî û arîstokratan tête destnîşankirin, û siza ji kesên der-yasayê re tête danîn. Desthelateke bêhempa ji Konseya Pîran re hatibû veqetandin, di destûrê de prensîbên qiraletiyê yên demokratîk û arîstokratîk têkel bûn.
Şîşronî dixwest bi van ramanên xwe sîstema komarî ya Romayê li ser ligan bihêle, lê komar li ser destê Yolyus Keyser hate rûxandin. Di destpêka çerxê 4-çarê z de, împeratorê Romayê Qestentîn bawerî bi ola Filletiyê anî, û posta Filleyan bû wek ya gawirên Romayê. Tyodor ê împerator Mesîhiyet kire ola fermî ya dewletê, ev yeka bû veguherînek kûr di hemî aliyên jiyana siyasî û civakî de.
Wisa ol û dewlet têkilhev bûn û desthelata Keyserî zêdetir bû (papayîbûna Keyserî). Dêrê qîma xwe bi lîderiya ruhanî-giyanî-ya civakê tenê ne anî lê lîderiya siyasî jî girte stuyê xwe. Dêr bû dewletek di nava dewletê de. Dêr bû xwedî dadgeh û destkeft û encûmenan, wê-dêrê- sînorên xwe derbas kirin û li pişta olê siwar hat û xwe wek pasevanê tik û tenha yê armancên Xwedayî di sedsalên navîn de li qelem da.
Di sedsala 17 û 18 an de, dêrê hemû behaneyên desttêwerdana xwe di karûbarên siyasetê de ji dest da, di civakên Ewropayê de, evên ku di warê aborî de bi pêşketin û bazirganiya wan geş bû û derbasî nav qonaxa berhemanîna pîşesaziya mezin, bûn. Her di vê pêvajoyê de, netewe-dewlet hatin damezirandinê û êdî diviyabû serdestiya dêrê bi yek carê û ji kokê ve were rakirinê, û hemû bingehên civakî yên derebeg-feodal- û sermayedariya bazirganî yên girêdayî wê ji holê werin rakirinê. Hingî, rê vebû li pêşiya derketina bîrdoziyên şoreşgêrane li dijî kirîzên-qeyranên- aborî, civakî û siyasî yên heyî û pir. Çare nîn bû. Ramanên nû derketin û bûn êzinga şoreş û tevgerên civakî, yên ku nasnameyeke taybet û pêşkeftî dane civakên Ewropayê.

Cîhanek nû ava dibe…
Di serdema ronakbîriyê de, gellek ramanvan li Ewropayê derketin; karîbûn bandora xwe li ser civakên xwe bihêlin û rûyê dîrokê biguherin, bizav û şoreşên ku pêkhatin ji encama raman û bîrdoziyên van ramanvanan bi xwe bûn. Yek ji wan Can Cack Rosou xudanê bîrdoziya Peymana Civakî.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 18


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark