Tanî bi zidewarên bej û avî
Li şûnwarên xwe vedigerin
Bi torfelaqî kevirê xwe neavêje
Keda te bêrîn û pîroze
Rev û dizî ne karê cwamêra ye
Ji keçkaniya şevên amûdê
Ceger û mêraniyê bistîne
Bike tov û di dilê ciwanan de bi çîne
Çendî xweşe ku mirov
Kelecanê li ser xaka xwe bike
Kefteleft,felaket û berbatan
Li bajarên xwe bi bîne
Tengezariya te ewe ku
Tu li ser qada xwe nişteware
Bêzariya te ya nava êgire
Ji welêt bêgane ye
Belengazî, xizanî, perîşanî
Bo te navnîşanin
Mendalekî bêjî ye
Li ber xapên zeman di pêle
Ne siya banekî ew vegirti ye
Ne jî mitêlekê ew germ kiri ye
Der bi der kuç ûkolanên bajêr xûm dike
Yawir û hevpeymanê kûçike
Dîn dujminê hişmenda ye
Qulabend û qamçî, azirdan
Îşkence û tavilîman
Hîç wî ji amûda welêt dûr nakin
Roman nivîs amûdê vedijenîne
Di vê plgnameyê de zindar di hêle
Çerxan bes bi jimêre
Gazindan jî bi ser de nedêre
Gazind karê qelsane
Hêsran li ser mafê xwe bi werivî ne
Kêferat bihurn di xwazin
Divaye ku cobar jêre vebin
Tanî bi mala xwedê jî miradê te nekir
* * *
Teyr bi refê xwere ye
Morîka bi qul
bi etara re namîne
Rojek heye ku piştqofo jî bi serî bibe
Tenê bese ku amûdî be
Ku bîna fêrmista wê jê bê
Hespê fala ye meraqê ne kişîne
Tolaziya wî ser encaman di afirîne
Şûrê te hêj pasik ne girti ye
Ji eniya şer rexne de
Zincîr û merbendên tirsê bişikîne
Gelekî li ber xwe nekeve
Çiya hemî pişt qofin
Şermokiya te diyardeyên
Lêmikurhatinê didin nasîn
Lixêvên ji destxweçûnê di xuricînin
Rûmetê di xwe de ne çilmisîne
Kîn û zikreşiyê ji dilê xwe derxîne
Xwe kujtin kaerê bê zirava ye
Ayê te di evînê de rewa ye
Û her kesên ku xwe
Dispêrin qederê bê hêvîne
Ziya Gur û libendeman
Tu carî şensê te ranakin
Û ne bi xweziya kesî rahijti ye keziyan
Berxwedan li deriyê felatê dixîne
Baştire ku tu li xwe bi pirse
Bê kê tu piştqof kiriye
Mana perîşanan tim hêvîne
Sibe rojên nêzin û geşbînîne
Reşbînî û bi derengîxistin
Semyanekî pir çirûke
Bi hêle ronîka hetava heyvê
Hêrsên tolaziyê şiyar bikn
Li ser mêzayekê di kewije
Bi ser peyamên têlînazê de di kulije
Belkî xewna roja gonê
Bi laş û gewde bi pelîne
Zivêr nebe çi roja ku rok hiltê
Dê navbênçiya kîn û evînê bike
* * *
Govan hevparê dize
Dadgêr fermandarê herdiwa ye
Ku avanî hêman û lenger nebin
Dê ji binî ve bête xwarê
Ku heyber rexne nebit
Dê rij û kelê bibe para zingarê
Qermîçokên rûyê wî
Mîna cotê ber rêyane
Bîneriya xwe newêre bêje
Zeman jî govaniya xwe nade
Kiryarên xwe di nixumîne
Amûdê ye ji dîroka berbatê zaye
Ji qamişlo birûskên
Serhildanê lê vedane
Aame rêwiyê kevnetoeê ye
Bi sîka xwere di axive
Di sergerdana revendiyê de di zîzike
Pir hevale jana dîrokê di kişîne
Liser gola Enter
Peravên çemê Darê
Yê qirikziwa li amûda vemanê
Hêjî wêje nivîsaran di afirîne
Simaîl, hender ûhewaro
Mîrateyên wê biparvedikin
Gerger û derbegên wê
Civakê li hev dabeş dikin
Port, şût, rût û bêkeso
Tev dîn û mînin mehmûd û etman
Rengên nişteciyên amûdêne
Ketine rêya ji bîrbûnê
Weku rexnekirina nivîseran
Ji navkutka mijarê pesende nabe
Giyanê li xwe mikurhatinê jê di reve
Zexeliya tenaheziyê û dengvedanê
Di zeviyên wê de pir dibin
Ta ji derziyê dûr dibe
Bê karî bê xwendinê herêm vegirtiye
Di çaxê ku li ser petrolê rûniştiye
Aram ji evîna bê wate re nevala ye
Xwe behremî amûdê kiri ye
Çakbîne ku dê amûdê
Nifşên zarokan li dû hev bîne
Û dê yên weke mamosta Heysem
Wan leheng perwerde bikin
Xizanî dibistana bê çara ye
Lêbelê tenha li amûdê
Kaniya afirandinê ye
Zimanê simaîl, kîşo û piştqofo
Dê celebên nûhatî jê
Zimanekî standerd û rewnbêje bi afirînin
Wê ji şikêrên kavilên wêran
Qûnax û xanedanan ava bikin
Wê stirana şîn û girî bête şemirandin
Me di got qey hestiyên aram
Di tenahiya girê şermola de riziyane
Lêbelê vaye roman nivîsê çalak û ferezanîn
Bi darkolka bîreweriyê ew niqurçandi ye
Û ji temara wê xilmaşiya xwedîkuj rakiri ye
Û ji nû ve bo vemanê li dîrokê vedipexê re.