Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Cegerxwîn Û Kovara Gulîstan*

 


  Konê Reş
 
   Piştî rawestandina herdu kovarên mîr Celadet Bedirxan Hawar:1932-1943 û Ronahî:1942-1945, pênûsên ku ew kovar bi berhemên xwe dadigirtin, bi rola xwe rabûn. Erê, ewên ku naveroka kovara Hawar û Ronahiyê bi nivîsên xwe di xemilandin û wek şagirtên mîr Celadet Bedirxan dihatin naskirin mîna: Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can, Dr. Nûrdîn Zaza, Mele Ehmed Namî û Reşîdê Kurd  û gelek kesên din..
   Lê mixabin, piştî ku kovara Hawar û Ronahî hatin  rawestandin, gelek kesan ji wan rewşenbîr û helbestvanan, dûrî karê wêjeyî ketin û dest bi karê siyasî kirin..Hina ji wan, ji ber tirsê û qedexebûna zimanê kurdî û hina ji ber feqîrtiyê û ji bo bidestxistina gepa nanê rojê dûri ferheng û wêjeyê kurdî ketin..


   Lê Cegerxwîn, ji ber akama êş û birînên miletê xwe, bi berdewamî di afirandina xwe de kar kir û bi wêrekbûn, bê tirs û bê saw meşiya.
   Di sala 1968 an de seydayî Cegerxwîn hewlda xwe ku wê valahiya rawestandina kovara ( Hawar û Ronahî ) yê dagire û wiha piştî 23 salan ji bêdengiyek wek mirinê di ser zimanê kurdî re, dest bi weşandina kovareke xurû kurdî, bi tîpên latînî kir, bi navê ( Gulîstan ).
    Li ser weşandina Kovara Gulîstan, min di roja 07/04/2008an de ji berêz mamoste Hemîdê Derwêş, sekretêrê Partiya Dîmoqratî Pêşverû Kurd li Sûrî pirsî, yê ku Cegerxwîn endamekî vê Partiyê bû, birêz Derwêş wiha got;  Cegerxwîn doza weşandina kovareke kurdî bi navê Gulîstan kir, hingê min jêre got: Bela nav Stêr be, lê Cegerxwîn razî nebû û wek xwe kir... Wî kovara Gulîstan diweşand.. Me wek Hizib her tişt jêre amade kir, dektîlo, kaxet.. Me gelekî guhdida ziman...Kekê ! Di wan salan de em di rewşeke zor dijwar de derbas dibûn.. Hevalên me dizindanan de bûn, em revyayî bûn, ew derfeta xweş nebû.. Me dixwest em gelek tiştan bikin..
Gulîstan: Li ser bergê hejmara Dawî(37), Sibat 2008, pênasîna kovarê wiha hatiye nivîsandin: Kovarek Wêjeyî û Civakî ye, Lê li ser bergên hejmarên pêşîn manşêta pênasîna kovarê wiha hatiye nivîsandin; Kovarek toreyî û edebî ye. Hem jî Kovarek Torevanî û Civakî ye !. Hem jî ev gotina Cegerxwîn li ser tev hejmaran heye, kevin û nû:
Ev kovar kovara te ye
Ev bax û gulîzara te ye
Têde darek xweş biçîne
Ev dar nivîsara te ye.
Piştî koçkirina seydayê Cegerxwîn, ev manşêt li ser tev hejmaran tê nivîsandin:
   ((Di sala 1968 an de Cegerxwîn kovara Gulîstan damezirandiye û bûye berpirsyarê wê)).
Hejmara pêşîn ji vê kovarê di meha nisana sala1968 an de hatiye weşandin, serkêşiya wê seydayê Cegerxwîn dikir. Hejmarên pêşîn ji 12 rûpelan ta bi 24 rûpelan bûn, li ser pêlên A4, bi bi ronyo dihat kişandin.. Naverok bi helbestên Cegerxwîn dihat xemilandin. Hejmara dawîn( 37 ) ji vê kovarê di sibata 2008 an de deketiye.
 Piştî koçberiya Cegerxwîn ber bi Swedê ve, ev kovar ketiye nav gelek destan de, di pey Cegerxwîn re mamoste Ezîzê Dawê bi kar û barên wê rabûye, piştî çend salan, rehmetî Ferhadê Çelebî ev kovar bi rengekî nû weşandiye, di pey Ferhad re, mamoste Salihê Heydo bi berpirsyariya çend hejmara rabûye û roja îro wek ku ez dizanim, mamoste Selmanê Heso berpirsyariya vê kovarê dike.

  • Bi helkeftina 111 saliya rojnamegeriya kurdî, vî gotarî dikim diyarî ji giyanê helbesvanê netewî Cegerxwîn re.



Konê Reş
Qamişlo 07/04/2009

*Jêder: Rojnameya Agirî, hejmar 109/ 20ê nîsana 2009an

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark