Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Berbû

 

Derwêşê Xalib

Êvar pir spehî ne, bi tayebetî gava roj dikeve zerikê û guliyên xweyî zêrîn ji nav kortal û erdên nizm dikişîne û bilind, gelekî bilind wan guliyên zêrîn li ba dike, ji wan tacekê dihûne, datîne ser serê ewran û di pişt wan re rêyeke gewr bi bitik û tayên cûn mîna şîrê kizûrî di ezamanan re vedike. Tîrêjin din jî radipelikin guliyên bilind yên daran û rengên xweyî zer tevlî keskê wanî tarî dikin.


Ma çima ewqas bi lez porê xwe yê berdayî dide hev û rengên xwe ji wan distîne ?.
Çiqasî dixwazim hinekî tir bimîne, lê ew na!!. Aya kesin din yan warin din li benda wê ne?.
Rojava dilê min xemgîn dike !. Tîne bîra min îro min çi kir û çi pêwist bû min ne kir, ev roj ji temenê min bêhude çû yan min tiştek li dû wê roj hişt ?.
Tîne bîra min ku roj pişta xwe dide me û bi cihekî din ve diçe. Gelo em ne hinkufê wê bûn ?. Belkî dibêje: Erdên we pir nizm û kortal in?, yan çiyayên we pir hişk û sert in ?.
Va roj ji welatê me bar dike, diçe warekî din, bi rengên sor, şîn, kesk, zer, hemû reng hogirê wê ne û pê re wê herin wî welatê din bixemilînin.
Xweziya merov bi welatê di nav roniyê de pêçayî tê, dîmenên bêsînor raxistî ne û dilopên gulên rewşenê jê hildidûmin.
Firinde jî mîna min, fira wan xemgîn e, baskên xwe bi giranî li bayê êvarê dixînin, bêpêjin yek-yek û bi refan dizîvirin lûsên xwe. Bêguman direvin berî perçeyên reşiyê ji nepeniyê bên û bi ser me de biherifin. Çend kêlîk nabuhurin, ta ku gewriya gerdûnê tarî dibe û erd dibe gastîna reşiyê, xweristê yeker di bin merşê xweyî bêreng de vedişêre.
Sibeh xweştir e, rengê wan hinekî wek hev in, ji ber, reng bi rojê re çûn û bi rojê re vedigerin, lê çûna rojê ne wek hatina wê ye. Her tişt dibêje ev sibeh e û ji êvarê cuda ye. Sibehê firinde bi stranên xwe gerdûnê tijî saz û awaz dikin, tevî ku her yek strana xwe dibêje, lê dîsa jî dengên wan hiltê mîna tîmekî filharmonî hezardengî, ku sedên sazbendan tê de beşdar bin. Di wê navê re hin bi nikêlên xwe perên xwe paqij û şayik dikin, hin jî stranekê ji yara xwe re dibêjin, lê hîna tenbûra xwe kok dike û gotinên xwe dirêse û dikişin ser zimanê wî, yara çavder fireke kin dide xwe, belkî ew jî dixwaze strana xwe ya taybet ji hogirekî xweyî taybet re bêje.


Xebatkar jî hema bi qasî firindeyan, li kolan û çarçiyên bajêr dilivin, her yek bi aliyekî ve diçe, lê tev nerînan vedidizin û li rojhilat dimeyzînin.
Çûk difirin, merov dilivin, bi kû de?. Bêgûman tev diçin pêşwaziya rojê !.
Dar jî, giya jî, hemû şînayetî xwe xemilandine, tevan xwe şuştiye, bîna paqijiyê ji wan difûre. Gelo kengî xwe şuştibûn?. Kes nizane, lê her yek zane, ku pel û guliyên wan, selefên şahiyê ne, li ser pişta hespên bayînî bi alî tîrêjên rojê ve dikişin. Bi qasî sazên sibehê belkî hîn bêtir şûşên bînê bi ser xwe dakirine, bi xwe re negihiştine xwe ziwa bikin, ji ber vê gerdûn mişt bîn e.
Erdê nizm jî piştî şevek tal, di bin tertên tariyê de buhartin, xwe amade kiriye, şerpa tozînî ser riwê xwe hilaniye û melomirariya xwe ya doh avêtiye, ha..ha, bi lez û bez xwe belik û kupik dike, rengê fedîbûna hineyî xwe girtiye ser riwê wê, merov dibêje ev fêdîbûna bûkê ye, gava here pêşiya zavê, ku bi salan bendewarê wî bû.
Ev pêşiwaziya gewre !!. Ji ber vê ez dibêjim ne roj hiltê, lê berbû wê tînin, reşiya sil ditirsînin û zû zû direve, kes nizane kengî reşiyê qerpalên tariyê dane hev û pêçane û bi kû ve birine.
Roja çav li xew, hino hino serê xwe hildide û bedena xwe bi delalî derdixîne, rûyekî dilşad, rengekî sorê zerînî, tê bibêje xwîn tê de diçirsîne. Dar û ber, giya û merov, çiya û erdên nizm himbêz dike, û maçan ji wan re dişîne, çûk difirin ji bo maçên vejîner bidin hev, dar û giya xwe bi sira bayê sibehê re dihejînin, dîlan e, şahî û sema ye. Her yek bi rengekî govendê digerîne.
Xweziya min bi dilê wî merovî yê beşdarê vê govendê ye û li ser merşê evînê, di bin barana şahiyê de, dest bi karê danê sibehê kiriye û bi teşî, tevin û cûmikê keziyên demê şeh dike û dihûne.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark

Mijarên Têkildar

gotar

Mixabin, ji bo vê nûçeyê şîrove ne çalak e.