Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Derwêþê Mele Silêman Kî bû ?

 


  Luqman Silêman
luqman_sileman@live.se

Derwêþ, bavê Cengê, di sala  1934 an de li gundê Mûsa Gewra li bakûr û rojhilatî bajarê Tirbespiyê ji dayka xwe re bûye. Bavê wî melayê gund bû, ji ber vê yekê jî Derwêþ zû dest bi xwendinê kir, li gundê Girkê Xelo çend sala xwend. Ji girkê Xelo Derwêþ berê xwe da bajarê Qamiþlo û li wir xwendina xwe berdewam kir ji ber ku malbata wî li gund bû ew li mala Emerê Zero dima li taxa Qidûrbeg.


Di sala pêncî û sisêya de bavê wî mala xwe anî bajarê Qamiþlo. Bavê Derwêþ mela bû lê bi ramanên xwe komonîst bû û carekî axê gundê Þebek diçê mala wî, dibînê va wêneyê Xalid Begdaþ wê bi xaniyê wî ve daleqandiye axa li ber wêne sekinî û gote Mele Silêman tu melayê meyî û wêneyê viyê kafir te bi xaniyê xwe ve daleqandiye ma tu nizanê ku Xalid Begdaþ kafire ma tu çawe wênê viyê kafir bi xaniyê xwe ve dikê ma wilo çê dibê!? Mele Silêman lê vegerand got: Evê tu di bêjê kafire, tu dizanê ku ew ji gelek Þêx û melayê me çêtire û ez wî bi sed Þêxî. Yek ji Axê û yek ji mele Silêman bi hev nekirin mele Silêman ji axê re got: ez nema melatiya we dikim. Mala xwe ji gund barkir anî bajarê Qamiþlo di sala pêncî û sisêya de. Ka em binêrin di vê demê de Derwêþ çi kar dikir…..
Derwêþ û sê hevalê xwe di sala 1952 an de komelek bi navê civata yekîtiya xortên demuqrasên kurd damezrandin. Derwêþ mirovekî viyana wî pir bilind bû, zilamekî mêrxas bû, xwe ji girtin û mirin û birçîbûn û bazdan û zindanê nedida alî û tu pakî ji wa nedikir û hestê wiyê netewayetî pir bilind bû. Vê yekê hiþt ku Derwêþê mele Silêman dev ji hertiþtî berdê û rajê barê miletê xwe. Derwêþ li xwe meyzand wek bavê pirsa kurdî û þev û roj kirine yek. Derwêþê mele Silêman bi sedê xorta tevlî komelê kirin û komela wa roj bi roj ferebû û navê Derwêþ pêre mezin bû û pêr pêre barê wî jî girandibû.
Derwêþ navê Apo Osman û Dr. Nûredîn Zaza û Celal Talbanî di bihîzê û dizanê ew li Þamê ne û ew jî bi karekî wesa mijoldibin lê ew wa nas nakê. Derwêþê ciwan ji bavê xwere got: ku tu destûra min bidê ezê herim îsal li Þamê bixwînim, ev bû sê çar salên min ez sefê niha li vir di qedimînim û ez diseqitim! Mele Silêmanê kal destûra Derwêþê ciwan da û jêre got: Here li Þamê bixwîne tevlî ku ez dizanim tê ne ji bo xwendinê herê lê xwezî ez jî wek te xort bam!!. Derwêþ rahiþte kul derd û êþ û janê miletê xwe û berê xwe da Þamê.
Derwêþ giha Þamê çend roja ma. Hêdî hêdî pirsa li Dr. Nûredîn Zaza û apo Osman kir. Wê demê ne wek niha bû çûn û hatin li Þamê kêm bû ji lewma pir zor bû ta ku tu yekî li Þamê nasbikê.
Piþtî çend miha Derwêþ Dr. Nûrendîn Zaza û Osman Sebrî naskirin û tevlî civatê wa bû, bê ku çîroka xwe ji ware bêjê. Derwêþ xwest ku ew demakî li wa guhdar bikê, ka ew çi dibêjin û di wê demê de jî Derwêþê Mele Silêman Mam Celal û Hemîdê Hecî Derwêþ naskirin û baþ li wa guhdar kir û naskir ku ew di xwazin rêxistinekî ji Kurdê Sûrî re çêkin? Derwêþ nû li ser civata yekîtiya xortên demuqrasên kurd li bajarê Qamiþlo axivî. Derwêþ di got dema ku min ev babet ji ware got pir keyfa wa hat û ji min re gotin çawe vêqas demê te ji mere nedigot! Derwêþ dibêjê min ji ware got! Min di xwest ez we baþ nas bikim ta ku ez karibim ji were bêjim. Apo Osman dirabê eniya wî maçdikê û jêre dibêjê min yeqîn ne dikir xortek di temenê te de hewqas bi semaxbê û xwe girtîbê û karek wesa bikê!
Derwêþê mele Silêman tevlî wa bû û bi wa re xebitî ji bo damezrandina yekemîn partî di nav kurdê Sûrî de.
Piþtî demakî Osman Sebrî ji Derwêþ re dibêjê de veger Qamiþlo û wa xorta bibîne û yekî ji wa bi xwe re bîne û emê filan rojê hevdû li mala Dr. Ehmed Nafiz bibînin. Derwêþ tê Qamiþlo û hevalê xwe dibînê û rewþa vegera xwe ji Þamê ji ware þîrovekê. Xort jî bi va nûça þadibin û ji Derwêþ re dibêjin tu çibêjê wek te here. Soza wa tê Derwêþ diçê ser soza xwe lê hîn wî ji apo Osman û Dr. Nûredîn re ne gotiye ez yek ji wa kesê ku ev komele damezrandine. Dema ku Derwêþ bi tenê diçê ser soza xwe û apo Osman Sebrî û Dr. Nûredîn Zaza wî dibînin va ew bi tenê hatiye jê dipirsin Ka çima xortê komelê bi tere ne hatine!. Derwêþ ji wa re di bêjê ezim xortê komelê! Apo Osman cardî eniya wî maç dikê….
Derwêþ di got: di sala þêsta de dema ku rêjîmê dest bi girtinê kir û bi seda dihatin girtin û çi kesê ku darek yan zilehek lê didan wî hertiþt ji asayêþre digot û ji ware imze dikir û ew diberdan. Derwêþ di got evê yekê hiþt ku berê partî bikevê herfandinê û roj bi roj baweriya milet bi partî kêm dibûn û milet xwe hin bi hin jêda paþ. Di bêjê min ji qiyadêre namek þand û di namê de min ji ware got! Ez di bînim çend kes ji me evê ku em bazdayî herin xwe bidin destê asayêþ û em berxwedanê di zindanê de bikim ta ku baweriya milet bi partî vegerê!! Di bêjê qiyadê ji min re gotin ev karê  dînaye! Ma çawe emê bêjin bila heval herin xwe bêxin destê asayêþ de. Derwêþ dibêjê min ji ware got: Ma hûn na bînin rojna pêncî heval tên girtin. Ew sibî têne girtin êvarî têne berdan û ji ware imze dikin? Qiyadê got: Ma çawe em nabînin. Derwêþ dibêjê piþtî sê miha qiyadê sozek ji min re danîn gotin bila werê ser vê sozê em di xwazin wî bibînin! Derwêþ diçê ser soza xwe bi qiyadêre. Qiyade jêre dibêjin ma hîn tu li ser raya xweyî, ya ku te di got: gerek hin ji va hevalê bazdayî herin xwe bidin destê asayêþ û ber xwedanê di zindanê de bikin ta ku behweriya milet bi partî vegerê! Derwêþ dibêjê belê ez hîn li ser raya xwe me! Qiyade ji Derwêþ re dibêjê tê herê? Derwêþ dibêjê belê ezê herim û berê xwe didê wa hevalê ku di civatê de rûniþtî ji bilî qiyadê ka kî jiwe wê bi min re werê? Lê ew heval dibêjin em nayên (ez dikarim navê wa havala jî bêjim lê ez bawerim dem di sere çûye ber bimînê). Derwêþ diþînê ji bavê xwe re dibêjê hin cilê min ji min re bînin ezê herim zindanê bi mêranî. Birayê wiyê piçûk (bavê Kawa) cilê wî jêre dibê û Derwêþ Hentûrekî ji xwe re kirê dikê wê çaxê tombêl li bejêr kêm bûn û berê xwe didê dezgihê asayêþ li ber derî da dikevê ji yê harisre dibêjê here bêje ser bazê xwe va Derwêþê mele Silêman hatiye.
Dema ku Hukmet Mînî dibhîzê Derwêþê mele Silêman bi lingê xwe hatiye. Dibêjê bi lez wî derbaskin!. Derwêþ diçê Hukmet Mînî. Hukmet Mînî jêre dibê ser çava hatî bê goman tu hatî bi mere kar bikê? Derwêþ dibêjê na! min bihîst ev bû çend car hûn li min di pirsin ez hatime ka we çi di vê? Hukmet Mînî jê di pirsê ma tu partîy?. Derwêþ dibêjê belê ez partî me! Hukmet Mînî jêre dibêjê ka tê çi Ji min re bêjê? Derwêþ lê di vegerênê dibêjê ez ne hatime ji tere bêjim! Hukmet Mînî ji Derwêþre dibêjê Kurd li Sûrî nînin hûn ji Serxetê hatine em we xwedî dikin wek mêvan ica hûn doza welata dikin! Derwêþ lê di vegerînê dibêjê em xwediyê vê axêne ji bav û kala de ev erdê meye hûn mêvanin û yê te bi xwe tu  ne Erebî meyzê ka bavê te kiye û seda sed wê bavê te yekê kurd bê çimkî Ereb pozê wa û lêvê wa  mezinin û çavê wa jî bi ser zereve diçin tiþtekê te bi Erebare nîne!. Dema ku Derwêþ vê gotinê ji Hukmet Mînî re dibêjê. Yê ku Hukmet Mînî dîtî ew dizanê Hukmet Mînî çawe bû. Li Derwêþ dixê ta ku Derwêþ ji hiþê xwe diçê û xwîn di dev û pozê wî re tavêjê……….
Dema ku Derwêþ di zindanê de bavê wî carekî xwarinê jêre dibê û diçê ber dergihê asayêþ û ji ware dibêjê min xwarin ji kurê xwe re aniye. Yê li ber dergih ji mele Silêman re carek do dibêjê ji vir here lê mele Silêman naçê yê li ber dergih jêre dibêjê ji vir here nehlet li ola te bê! Mele Silêman lê ve digerînê û dibêjê ji te carekî ji min sed carî heger ku ne ji vê olê ba tê niha di zindanê deba û wê kurê min li ber dergihê zindana teba ji xwe vê olê ev aniye serê me!!.
Piþtî sal û nîvê Derwêþ ji zandanê tê berdan. piþtî ku ew tê berdan  di vegerê nav refê hevalê xwe û bi vînek bilind tir û xort tir. Navê Derwêþ bilind bû û Derwêþ hate nas kirin ku xebatkarekî can fidaye û mêrxasekî bi semaxe. Piþtî ku partî bû di parçe Çep û Rast çêbû Derwêþ bi parçê rast re girt lê gelek cara çû cem Berzaniyê nemir ji bo ku herdû parçê partî li hev vegerînê. Cara dawî Derwêþê mele Silêman û çend hevalê dî navê wa evin Sadiq Necarî ji Efrînê Mihemed Emîn ji gundê Þebek û Hecî Mihemedê Kejê ji hêla roj avayî Qamiþlo û Hesen ji gundê Um Hicêr çûn wê herin cem Berzaniyê nemir di gundê Quldûman re lê mixabin yê rêber ew xistin destê rêjîma Sedam de û ew birin zindana Qesir Nîhayê û yê ku di çû wê zindanê ew nema di vegera. Lê dema ku Berzaniyê nemir bihîst Derwêþê mele Silêman di zindana Qesir Nîhayê deye pir adiz bû û ji asayêþ  þoreþêre  got: hûnê çend ser bazê rêjîmê bigrin ta ku ew Derwêþ û havalê wî ber nedin hûn wa ser baza bernadin û rêjîma Sedam mecbûr bû Derwêþ û hevalê wî dane Berzaniyê nemir û Berzaniyê nemir jî ser bazê wa dane wa. Bawer dikim yekê weka Derwêþê mele Silêman yê ku Berzaniyê nemir jibo wî ser bazê Êraqiya girtin ta ku ew ji zindanê da berdan newê ji bîr kirin. Ev bi kinayî ji dîroka Derwêþê mele Silêman… lê ez vê pirsê ji her kurdekî dikim!? Gelo çima em xebatkarê xwe þoreþgerê xwe hevalên rêya dirêj zû ji bîr dikin piþtî zindan û bazdan û birçîbûn û lêdan û þepirze dibin em nema guhê xwe didine wa ma eve mafê þoreþger ma eve mafê xebatkara…..!? ma gelo rêxistinê miletê xelkê wesa ne ew jî xebatkar û þoreþgerê xwe zû ji bîr dikin û nema navê wa jî tînin ser zimanê xwe. Mixabin xebatkarekî weka Derwêþê mele Silêman li biyaniyê hate kuþtin bi destê yekî Nazî li Elemaniya Fediral…
Ez bawerim bi diha ger ku ne bi seda bê xebatkar û þoreþgerê me hatine ji bîr kirin, ma ew kesê ku bi mala xwe bi canê xwe bi dihê sala di nav refê tevgerê de mayîn û birçî mayîn û hatîn girtin û lêdan xwarîn û zarokê wa þepirze bûyîn û dawiya dawî tevger wî, wî ji bîr dikê. Gelo ev ne zirare ji tevger û milet re ew zarokê wî malbata wî dûrî tevgerê nakevin. ………….!?    
  Ev wêne di sala 1962 an de li zindan Dêra Zorê hatiye girtin û ji sala 1970 – 1973 an de li celdê bajarê Zaxo dihate firotin  wêneyê þoreþgerekî bi nav û deng

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark