Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Bajarê Cizîra Botan Bûka Mezopotamyayê Ye (Ji giyanê Mîr Celadet Bedirxan re)

 


Konê Reş

   Cizîra Botan bajarekî gelekî kevnar e, mirovahiyê mora xwe li gelek perestgeh, mizgeft, keleh, qesir, pir, sûr, burc, û gelek avahiyên wê yên cur bi cur xistiye. Gelek şaristanî têre derbas bûne û her şaristaniyekê bermayê xwe, şop û şûna xwe lê hiştine. Bajarê Cizîrê Botan ji kurdan re bajarekî pîroz e, ew jî mîna bajarê Qudsê ye(Orşelîm) e. Ji ber ku hêjî ew bajarê Kurdî yê orjîmal e; Kurdîtiya xwe parastiye, zimanê kurdî di kolan û çarşiyên wê de tê axaftin û yê bazarê ye.


Jixwe wek ku tê zanîn, piştî tofana Nûh Pêxember mirov li herêma Botan ango Mezra Botan; bajarê Şernex û Cizîrê bi cih bûne. Di pişt re di cîhanê de belav bûne. Dibêjin dema keştiya Nûh pêxember li ser çiyayê Cûdî sekiniye, nav li çiyayê Cûdî hatiye kirin û gotine (Cî dî), ango keştiyê wî cihek ji xwe re dît.
Di Qurana pîroz de jî hatiye: (We estewet elel Cûdî), ango keştiya Nûh pêxember li ser çiyayê Cûdî sekinîye.. Jixwe kurd dibêjin; di heyamê tofanê de, dema keştiya Nûh di ser çiyayê Şingalê re derabs bûye, li çiya ketiye û konek têde vebûye. Mar xwe kiriye gulofîtek û ew kon girtiye, da ku av nekeve keştiya wî de.. Û dibêjin ku kevokê bi nikilkê xwe şaxek ji dara zeytûnan wek mizgînî ku nêzîkî bejayê dibin, ji çiyayê Cûdî ji Nûh pêxember re biriye û ji wê hinge ve kevok û şaxikê zeytûnê bûne sembola aşîtiyê. Hem jî dibêjin ku navê Nûh pêxember ji gotina (Nû) a kurdî hatiye, bi wateye nûbûnê. Ji ber ku dinya wê hingê ji nû ve hatiye ava kirin. Dema ku Nûh û her heştê hevalên xwe, li ser çiyayê Cûdî ji keştiya xwe daketine, wana di quntara çiyayê Cûdî de gundek bi navê Heştêyan ava kirine. Ew gund ta roja îro jî di pala çiyayê Cûdî de ye. Xuyaye ku di pey gundê Heştêyan re, bajarê Şernexê hatiye ava kirin û jêre gotine Şarê Nûh ango bajarê Nûh an şarê Nû… Bi dirêjiya demê û pirbûna mirovan re xelk ji herêma Botan derketine û li dinyayê belav bûne û weha kurdmanc li cihê xwe, herêma Botan mane û ji wan re hatiye gotin Kurdmanc, ango(Kurd Man li Cî).
     Di baweriya min de bajarê Cizîra Botan ji kurdan re mina bajarê Mekke ye ji Ereban re. Zimanê wê jî ji kurdan re mîna zimanê Qureyşiyan e ji ereban re.. Ji kevin de û ta roja îro zimanê kurdî tekane zimanê axaftina xelkên wê ye. Zimanê danûstandin û bazirganiya wê ye. Di roja îro de bajarê herî dawîn e di nav kurmancaxêvan de, ku bi tenê zimanê wê kurdî ye û zimanê kurdî parastiye û diparêze. Piştî ku serhildana mîr Bedirxan di sala 1847 an de beravêtî bûye, mîr û malbata xwe di sirgunê de dûrî welatê Botan jiyana xwe derbas kirine û bi taybetî piştî damezirandina komara tirkiyê di sala 1923 an de, şerê ziman, dîrok û hebûna kurdan bi tundî hatiye kirin. Ango ji 161 salî ve xelkên Cizîrê li ber xwe didin.
   Ji 95 salî ve, dagirkeran bi sedema ku zimanê kurdî ne mine, bi rêk û pêk şerê zimanê kurdî kirine. Zimanê kurdî wek sembola paşverûtiyê û nezaniyê destnîşan kirine û dikin. Û dagirkeran, ne tenê planên bişaftina çand û ziman li ser kurdan meşandine, lê belê wan xwestiye ku kurdan di her warî de paşketî û asîmîle bikin... Lê Botanî, di roja îro de şerm dikin ku bi hev re bi tirkî biaxifin.. Xuyaya ku Mîrên Botan jî, digel serhildan, nakokiyên xwebixweyî û têkçûnan, hişmendiyeke kurdewarî di herêma Botan de çandine. Her weha di bin desthilatiya wan de çandek kurdewarî hatiye afirandin û zimanê kurdî wek zimanekî şaristaniya pêşketî di nav çerx û dewranên salan de hatiye bikaranîn û cihê xwe girtiye.. Wêjeyek bi zimanê kurdî hatiye nivîsandin û weha gelek zanyar û rewşenbîr ji nav civaka Botan derketine. Nav û dengê gelekan ji wan di cihanê de belav bûye. Armanca dagirkeran ne tenê pişaftina çand û zimanê kurdî bû, belê wan xwestiye ku  hişmendiya dîrokî jî, ya gelê Botan ji holê rakin… Li gor ku min dît û nas kir, dîroka mîrnîşîna Mîrekên Botan a ku di herêmeke berfireh de, bi navê Mezopotamiya ku dor hezar salî dûmkiriye, qet destûr nedaye û nade dagirkeran ku planên xwe bi rehetî derbas bikin, her dem û gav Botanî bûne kelem û asteng li pêşiya projeyên wan… Ji ber ku xelkên Botan, di dîrokek dirêj de, ji hêla Mîrekên Azîzan ve, bi hezkirina ziman û welatê xwe hatine perwerde kirin. Lê sed heyf û mixabinî ku nezaniya me jî bûye alîkarî ji dagirkeran re ku, pêmayên me yên dîrokî li ser piyan nemîn in…! Burca Belek û gelek şûnewarên dîrokî yên din wêran bûne. Ji bilî wan, gelek cihên dîrokî hene, ku şop û şûna wan nema xuya dikin. Dagirkeran jî gelek cihên dîrokî wêran kirine, hin jî di bin ava Dicle de mane.. Gelek cih jî di bin erdê de nebedî ne, xebat û xepartin ji wan pêwîste..
Û tevî ku roja îro 25/09/2008, 84 mizgeft li bajarê Cizîra Botan hene û dewlet tirkî mehiya 84 Melayan dide, lê min ew bandora olperestiya îslamê a zêde lê nedît..
   Erê! Cizîra Mîr Şeref; Roka jiyanê ye.. Landika şaristaniya mirovahiyê ye.. Navendek ji navendên olên cîhanê ye.. Deftera afirandina ramyariyê ye.. Kaniya reseniya kurdewariyê ye.. Keleha berxwedana azadî û zimanê kurdî ye.. Heca kurda ye û bûka Mezra Bota ye (Mezopotamya ye).

Kone Resh
Qamishlo

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark