Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Diziya Berhemên Celadet

 


Luqman silêman
Luqman_silêman@ live.se


I
Pêşgotin:  Pir xweş e dema ku nivîskarên me li kevnê xwe bi xwe dî derkevin, bi kêmasî li ser wa tê nivîsandin, ne xasim malbatek wek malbata Mîrê Botan, û bi taybetî yekê weka Mîr Celadet  hêjay e ku mirov li ser gera wî çûn û hatinên wî nivîsandina li ser dîroka wî û lêkolîna çêbikê.
Ez bawerim ku nivîskarê her miletî bi vê rolê dirabin, û gereke rabin ji ber ku ev karê nivîskara ye û ev di hemî qûnaxê jiyanê de çêdibê, û di paşerojê de jî çêbibê. Nabê ku nivîskarê miletekî pêşiyên xwe ji bîr bikin. Ji lewma dema ku min didît Konê Reş li ser malbata Mîrê Botan dinivîsand ez pê şa dibûm û min ji xwe re digot mala wî ava li ser vî karî.


Lê mixabin tê xuyakirin ku konê Reş ne tenê li ser wa dinivîsê, lê berhemê wan jî bi navê xwe belav dikê, yanî Konê Reş ji dêvla ku xwe biwestînê, û lêkolîna li ser vê malbatê çêbikê, berhemên wan di bin navê  xwe de tapo dikê. Ezê vê yekê dibêjim ji ber ku Konê Reş nabê vî karê han bi vî awayê nepaqij bike. Bi kurtî Konê Reş hatiye gotarek li ser seyrangehên devera Cizîra Botan belav kiriye, Kon gotara xwe li ber kakilê gotara Celadet Bedirxan ya ku di govara Hawarê de, jimar 25, sala 1932 nivîsiye, û tiştekî wilo zêde têde nedaniye, heme pirtir li ber ya Celadet hatiye nivîsandin. Vêca ya herî kirêt ew e ku Kon di gotara xwe de navê Celadet ne ji nêzîk ne ji dûr behs nekiriye, û ne gotiye ku navê van seyrangehan di Hawarê de hatine Û Celadet yê pêşî li ser wan nivîsandiye, tenê  dibêjê ((Li gor ku min seh kiriye gelek seyrangeh û gulgeşt li dor bajarê Cizîrê hene)), heçku Kon Hawar nexwendiye û navê Celadet nebihîstiye, ma ev jî ne ecêbek e ji eca-ibên dinyayê ye, ku ew bi xwe, xwe pispor di Berdirxan de dibînê. Ya dîtir jî hin hevok di deqa nivîsîna gotara Konê Reş de hene ku eynê yên Celadet Bedirxan in wek di vê hevoka bê de xuya ye:
 

Konê Reş wilo daniye:
Cizîr xweş meqam e, berberî Misir û Şam e,
Seqnefîs hemmama me ye, Seqlan piçekî zêde ye..
 

Mîr Celadet wesa dibêje:
Wekî niho:
Cizîr xweş meqam e Berberî Misr û Şam e
Seqnefîs hemama me ye »...« xulama me ye
Seqlan piçkî zêde ye
 

Eva jorî didê xuyakirin ku Konê Reş li ber gotara Celadet  gotara xwe nivîsiye, û jê biriye bê ku navê wî bênê ziman, ma ev kar ne karê diza ye!!!! Ez bawerim ev dizî ye, Konê Reş ji vê malbatê diziyê dikê.! Û ez vê yekê pir nebaş dibînim çawe mirov diziyê ji vê malbatê bikê! Ma gelo tiştê ku di saxiya wan de hatî serê wan nebesî wan bû ta ku em li mirinê jî diziyê ji wa bikin. Ma ev e wefadariya me ji vê malbatê re! ma ew bêbextiyên ku miletê me bi dihê cara li wa kirin hindik bûn, ji lewma Konê Reş îro diziya wa dike û li ber çavê nivîsakarên kurd….!?
Birastî Konê Reş tiştê ku ji cem wan tînê pir bi zanebûn ji hev tar û mar dikê û di nav gotarê xwe de dadixê bê ku kesek bi zanibê ev gotinê Mîr Celadet in. Nexasim di gotara xwe de ya bi navê (ji seyrangeh û gulgeştên Bajarê Cizîra Botan)
 

II
Bi ser ku me di pêşgotinê (kakilê)vê piroblimê da xuya kirin lê va emê hin nimûne ji herdû nivîsînan danin ber hev:
Ji nivîsara Konê reş ku wesa dibêjê:
Kaniya Qesara: Ev kanî jî nêzîkî çemê Seqlan e. Ava wê jî tevî ava Seqlan dibe û ber bi Eyndîwerê ve diherike ji mêj ve jin û keçên Cizîrê cil û cawên xwe têde dişûştin hem jî wek seyrangehekê bû ji xelkê Cizîrê re. Navê vê kaniyê gelek caran di Memê Alan de derbas dibe. Dibêjin piştî ku Mem gihaye Cizîrê yekimîn car li ser vê kaniyê çav bi zînê ketiye. Mixabin roja îro ne ava Seqlanê Mema û ne ava kaniya Qesara wek heyamê berê diherikin.
 

Ji nivîsîna Celadet ya hawarê:
KANIYA-QESARA – Kanîyeke Cizîrê ye. Xelk cawê xwe tê de diqesirînin. Ji lewra jê re Kanîya-Qesara dibêjin. Navê vê kanîyê di Memê-Alanê de gelek derbas dibe  Piştî ko Mem digehe Cizîrê, di roja sersalê de derdikeve gerê, dikeve nav xelkê, û li serê vê kanîyê de rastî Zînê têt…
 

SEQLAN – Di nîvrowê Cizîrê de çemekî kiçik e. Di dora wî de çend dehlik hene Serkanîya vî çemî di Ciyayê-Spî de ye. Havîn û Paîzan dehlên wî û parêzên dorê gelek spehî çêdibin..
 

HEREKOL – Ji çiyayên Botan yê bilintir e. Havîn û Zivistan bi berf e. Qehremanekî Yewnanistana kevin heye, dibêjin-ê »Herkûl«. Di navbera van her du navan de nêzingahîke e?kere heye.
 

KEPIR – Di cihê Botan de zozanekî bi nav û deng e. Jê re zozanê Bavê-Têlî-Begî jî dibêjin
BURCA-BELEK – Burca mîrekên mala Azîzan e. Navê Burca-Belek lê kirine, ji ber ko berên burcê reş û sipî ne. Avahîyeke kevn, qahim û stiwar e. Birekî wê ê mezin îro xerab e. Hin birên hîmê wê di ?etê Cizîrê de ne
Dîmenek ji Birca Belek
 

WESTANI – Di rojhelatê Cizîrê de meydaneke fireh û mezin e. Di zemanê berê, di vê qadê de zirtxaneyek hebû. Pehlewan tê de hinerin çêdikirin, xelkê hesp dibezandin, cidî dilehîstin. Di wextê ?erî de le?lerê Botan di vê meydanê de digiha hev û diket rêzika ceng
 

Konê Reş wesa dibêje:
 Seqnefîs: Kaniyeke avê ye. Berê, derî sûra bajarê Cizîrê bû. Havînê ava wê sar e û zivistanî germ e. Xaniyek li ser vê kaniyê hatiye ava kirin, di hundirê wî xanî de birkek heye bo şûştin û helal kirinê. Dibêjin ku ev kanî bi taybetî hatiye terxan kirin bo wan kesên ku bi cenabet bin, ji dê û bavê xwe şerim dikin ku di mal de xwe tahir û helal bikin, vêca diçûn derî bajêr xwe di vê kaniyê de helal dikin.. Gotina Seqnefîs; Bi gelek dengan tê bi lêv kirin hin dibêjin; Senefîs, hin Seqnefîs û hin Sitnefîs dibêjin.. Lê dibe ya rast ku bi navê Sitiya Nefîs hatibe bi nav kirin û Sitiya Nefîs jina mîrekî Botan be û gelekî hez vê kaniyê dikir, ji lewre bi nave wê hatiye naskirin. Belê ji ber sivikbûnê, roja îro jêre dibêjin Seqnefîs. Hem jî dibêjin ku di heyamê berê de dora vê kaniyê bi kulîlk û nêrgizan dihat xemilandin. Ji ber vê yekê di gelek çîrok û stranên Cizîriyan de, navê Seqnefîs û Seqlanê Mema derbas dibe, wek vê stranê:
Cizîr xweş meqam e, berberî Misir û Şam e,
Seqnefîs hemmama me ye, Seqlan piçekî zêde ye..
 
Mîr wesa dibêje:
SEQNEFIS – Bal navê Sitîya-Nefîs ve hatiye nav kirin. Sitîya Nefîs jinek ya mîrekî Botan bû û gelek hej vê kanîyê dikir. Ji bo sivikahîyê dibêjin-ê Senefîs an  Seqnefîs. Di ser kanîyê re qubek heye. Ava wê gelek germ e, xelk li zivistanê jî dikevin-ê. Buharê gava av tête raserî kanîyê di dora wê de her texlît kulîlk şîn dibin. Di stranên Cizîrê de navên Seqlan û Seqnefîsê gelek derbas dibin.
Wekî niho:
Cizîr xweş meqam e Berberî Misr û Şam e
Seqnefîs hemama me ye »...« xulama me ye
Seqlan piçkî zêde ye
 

Konê Reş wesa dibêje:
Nêrgizî: Ji mêj ve du-sê seyrangehên ku di buharan de bi nêrgizan dihatin xemilandin, li derdora Cizîrê hebûn; yek jê li bareşî Cizîrê bû, niha cihê wê bûye nexweşxana bajarê Cizîrê. A din li başûrî Cizîrê ye, nêzîkî Seqlan û kaniya Qesara ye, ew jî niha di nav sînor de hatiye perçekirin û beşek jê ketiye rexê sûriyê de. Navê nêrgizî li van herdû gulgeşt û seyrangehan hatiye kirin ji ber ku di buharan de, nêrgiz bi tov li wan deveran çêdibûn.
Mîr  wesa dibêje:
NERGIZI – Ev jî ji seyrangehên Cizîrê ye. Di Cizîrê de du cihên nêrgizîyê hene.  Yek di alîyê rojhelat, a din di alîyê nîvro de ye. Ji ber ko tê de nêrgiz çêdibin navê  nêrgizîyê li wan kirine. Ji van pêve di dora Cizîrê de gelek gulge?t û seyrangeh hene. Wekî niho: Rezê-Mîr, Caferê-Sadiq, Cuhtikê-Tûyan, Şkeftan, Mîr-Hesen Eyn-Tirb, Keylû?k, Pira-Bafet, Emerî, Xeyda, Lawikê-Xerîb, Kehnîya-Emo, Serê  Sinsalê, Binê-Burcan, Newala-Tilik, Cemê-Kursî, Sitîya-Heyat, Mam-Elo, Kehnîya-
Evdilcelîl, Mîr-Evdel, Banê-Cirf, Şkefta-Dilop h.p….
BORE-MIRIŞKAN – Borekî şetê Cizîrê ye. Dema ko ava Diclê bo? dibe û çarnikarên  Cizîrê digire û Cizîr tê de wek navrokî dimîne, qeta avê a kiçik dikeve alîyê Torê û deşta Hesinan. Hingê xelk xwe vedimalin û bi peyarî di vî borî re diborin; av tenik e. Ji lewra dibêjin–ê B. MirîŞkan.
Evdilcelîl, Mîr Evdal, Banê Cirf, Şikefta Dilop, Delavê Qitkan, Borê mirîşkan..
DELAVE-QITIKAN – Navbera Westanîyê û Pira-Bafet de delavek e. Havîn û Paîzan qitik tên-ê û jê avê vedixwin. Hingê xelkê Cizîrê li dora wî davan vedidin û qitikan digrin....
DERA-REBENE-KHER – Ji Herekolê ji hemî deran bilintir e. Wextê Mihemed begê nêçîrvan de xanîyek li serê wê çêkiri bûn, ji bona ko biceribînin gelo mirov dikare Zivistanê lê biborîne. Du zilam digel av û nan xistine xênî û hiştine. Buharê hatine ser û dîtine ko yek mirîye û yek maye; ê mayî kher bûye. Ji bona vî qasî navê wê danîne Dêra rebenê kher
 
Konê Reş wesa dibêje:
 Li gor ku min seh kiriye gelek seyrangeh û gulgeşt li dor bajarê        Cizîrê hene, hin ji wan di tixûbên Cizîrê de ne û hin ketine nav tixûbên dewleta sûriyê de wek: Eyndîwerê, Pira Bafit, Kaniya Xeyda û Nêrgiziyek ku ketine nav sînorê sûriyê de, lê yên mayî ji wan seyrangehên ku Cizîriyan xwe li wan digirtin evin: Rezê Mîra, Caferê Sadiq, Cotikê Tûyan, Şikeftan, Mîr Hesen, Eyntirbê, Keylûşk, Emerî, Lawikê Xerîb, Kaniya Emo, Serê Sinsalê, Newala Tilik, Çemê Kursî, Çemê Cihûyan, Sitya Heyat, Mam Elo, Kaniya
Konê Reş dibêjê min seh kiriye..!
Gelo te ji kî seh kiriye…!?
Mane ev nav û tiştên ku te di gotare xwe de belav kirine û tu dibêje min seh kiriye ev hemî te ji pirtûka Mîr Celadet ya bi navê Bêriya Botan  derxistine…!? Lê gelo çima tu navê jêderê nabêjê…!!! pirtûk eliktirûnî ye.
Lê yek ya Xwedê bêjê Konê Reş bi hostayî tiştê Mîr anîne û li cîna gotinek yan dido lê zêdekirine û li cîna jî kêmkirne û bi vî rengî Mamoste di karê xwe de gunebûye. Ez bawerim her yek nizanê wesa bi hostayî diziyê bikê  
Ez bawerim ev tişt besin.
 

Bibûrin, ne armanca min e ez şerê kesekî bikim, tenê em bihêvî ne ku careke dî nivîskarên me nekevin van şaşiyan de.
 

Têbînî:
Nivîsandina Mîr Celadet û ya mamoste Konê Reş min kopîkirin e.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark