Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexžan: ĒŪKA BERBANGŹ

 



Xizan Žîlan
   
    Ji salên ku li ber pêlên çemên dîn û har têkçûyî demsaleke payîzê bû. Xemgîniya ževeke ji ževên bêxewiya xopan dil û kezeba min parçe parçe kiribûn bi xençereke devtûj. Di navbera çar dîwarên mîrata quncikên odeyê de, giyanê bedena min di bin barê keser û axînan de diperpitî. Li nav ramanên jankêž û bîranînên westiyayî nema xew ketibû qalpaxên roniya çavên min yên qerimî.


Min bi kûr kûr kižandina hilma cixara xwe re li balqonê, li rûyê asîmanê temaže dikir bi awirên vik û vala, pižtxûz mîna pîr û kala. Mij û dûmanekî rež xwe dagirtibû ser daran. Pelên žaxên daran ji tirsan bi xwe de ketibûn. Li ser žaxên darê çûkeke xerîb û bêkes venîžtibû. Ji alikî de zikê asîmanê qeližti bû. Wekî ku hêrs û nefreta tofanên serdeman xwe li qirika ewrên bixof pêçabû, barana tirsê dibarî bi dijwarî û dixužiya mîna maran. Lê çûka li ser žaxên daran, ji serman diricifî û can lê dilerizî, mîna keç û bûka kezî ku ji ber fediyan dibezî û xwe vedižart bi dizî. Bi dengê brûskek erjeng re ji nižka ve veciniqîm. Wekî ku di xweziya xwe de bifetisim sergêj û sermest li derdora bizdonekiya lažê giyanê xwe dizivirîm.
    Çûkê! Ez jî îro mîna te bêzar im, gula baxê dilê min çilmisandin, bêcîh û bêwar im. Ji min re dibêjin tu çavînî bûyî, ev nezer in! Nizanim çima zimanê min li hev digeriya û peyvên min bi ser hev de werdigeriya? Rondikên tirsa dil, êž û keser, bedbextî û tenetî, sewdaserî, xem û xeyal, axîn û nalîna xewa ževên wêran hevalcêwiyên min in. Ez ževger, tu ževeder.. Ez dilbikeder, tu derbeder.. Ez evîndar û dilbirîndar, tu stûxwar li ser dara spîndar.. Dengê qîjqîja te mîna dengê xwežhevpeyvîna dayikên bermalî. Li nav baxçe û çîçekên xemilî û ji kezebê kûr kûr dinalî. Te stranên xeribiyê yên dilbižewat bi awazên kul û kovanan  dilorand li çar alî. Te mîna dengê bilûrvanê keserkêž, tembûrvanê hesretkêž berê xwe dida çol û beyaran, wek derwêžê gerok diyar diyar digeriyayî. Ji awaza nalînên gewriya te kaniya hunerê diherikî nava derûniya giyanê helbestvan, wênevan û dengbêjan. Di êža qêrîn û lorîna henasa te de kulîlkên gulîstana bihužta lal û bêdeng ji nû ve bi rengên kesk û sor dixemilîn, dikemilîn û gež dibûn.

    Çûkê! Tu çima ji kûrahiya kerba dilê xwe dinalî û te dîsa wîçe wîçe? Wek feylezofê Alman Friedrich Nietzsche, min jî di ber xwe de niçe niçe, lê nizanim hižê min ku de diçe? Wekî ku ez porê serê xwe yê spî, ji ber êža birîna kulan û evîna dilan li xwe birûçkînim, te jî bi qêrîn û hawara xwe bêdengiya serê sibê diçirand û refên hechecikan li xwe dicivand.
    Çûkê! Derdê te çi ye? Ma zikê çêlikên te birçî ye? Ma tu jî mîna min bêwelat î? Ma tu jî wek min li jiyana xwe sûvêhat î? Jiyana kolanên welatê xerîbiyê pir zor e. Yê ku nejî nankor e, yê ku nebîne çavkor e. Bêyî ku tu sînoran binasî, te li ser çiyayê Toros, Zagros, Cûdî û Qendîlê dîlana žadî û serbestiyê digerand li asîmanê û li meydanan. Tu bi dilekî ža û azad li taxa bajar û gundan, li havîn û zivistanan, li nav bax û bostanan, li nav daristan û goristanan, li ser pêlên derya û oqyanûsan,  di navbera Parzemînan de û li ser axa Cîhanê welat bi welat difiriyayî.
    Çûkê! Te jî mîna Bazê hêlîna xwe li asta herî bilind, li ser Zinaran di tenetiyê de avakiri bû ji qirž û qalžan. Ji min re bêje çûkê! Li quncikê sûkê, ma hêlîna te jî wêrane kiribûn mîna mala bûkê? Ez jî mîna te peržikestî û seržikestî me, dilžikestî û milžikestî me. Xêrnexwezan stûna pižta hestên min qeližandin û hêviyên pêžerojê di talana demê de žerpeze kirin.  
Ma kê což û aramiya te di žewqa asoya berbangan de revandiye? Ma kê ronahiya çira hêlîna çêlikên te di xezeba xwe de tefandiye? Ma kê jiyana te li nav xwîna žerê demên rûrež herimandiye? Ma kê ev tîr û žûrê zengarî di sîngê te de daçikandiye? Ma kê gora te di lîtava dîroka genî de kola ye û lažê te li xiyaneta serdeman bi kefenekî rež pêça ye?
Ma kê…?
Ma kê…?
        

         Xizan Žîlan
         2009-02-14
         Stockholm

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark