Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Newroz û Ala Kurd û Wêneya Berzanî û Erîşa DTPê…

 


Îbrahîm GUÇLU
ibrahimguclu21@gmail.com

Newroz li hemû beşên Kurdistanê û li Ewrupayê bi çoşeke mezin, gelek plankirî, girseyî hat pîroz kirin. Li Bakurê Kurdistanê jî Newroz, ji her salê zêdetir bi coş û bi beşdarbûna kîtleyeke mezin li hemû bajaran, bajerokan, gundan hat pîroz kirin.  Li Amedê gorî çapemeniya tirkan 500.00 hezar kes beşdarî mîhrîcana Newrozê bû. Eynî çoş û girseyî li metropolan bajarên ku kurd lê dijîn jî qewimî û li Stenbolê gorî çapemeniya tirkan 200.000 kes beşdarî pîrozkirina Newrozê bû.


Wek tê zanîn her sal Newroz ji aliyê PKKê û DTPê de tê organîze kirin. DTPê îsal zêdetir bi tevayî girêdayî hilbijartina herêmî giranî da organîzekirina Newrozê. Bi taybetî jî ji bona Mîhrîcana Newrozê giranî da bajarê Amadê. Gorî şirovevanan Newroza Amedê serketî jî bû.  Ev serketina DTPê li Newroza Amedê, di hemen dem de wek serketin û serokbûna Osman Baydemîrî jî, hat şirove kirin. Newroza Amedê ji bona DTPê di kar û xebatên hilbijartinê de bû serkaniyeke moralê.
Hezar mixabin di mîhrîcana Newroza Amedê de bûyereke gelek nexweş qewimî. Ciwanên Kurdistanê Ala Kurd û Wêneya Barzanî jî, li Mîhrîcana Newrozê vekirin. Ala Kurd û wêneya Serok Mela Mistefa Berzanî li ser 20 metreqereyê hatibû nexişandin û bala kîtleyeke girseyî kişandibû. Ev çalakiya cara yekem bû ku li Newrozên ku ji aliyê DTPê tên organîzekirin, pêk tê û ji aliya beşdarên mîhrîcanên yên ji gel tên jî de, gelek bi kêfxweşî tê pêşewazî kirin. Lê endamên komîteya amadaker ya mîhrîıcana Newrozê û serokê şaxa DTPê ya Amedê û hemû berpirsiyarên DTPê û heta serokê giştî Ehmed Turkî ji Ala Kurd û wêneya Serokê Kurdistanê Berzanî gelek eciz dibin û bi dengên bilind û di destpêkê de bi mîkrofona ev eciziya xwe diyar dikin: Daxwaz dikin ku Ala Kurd û wêneya Serok Barzanî ji qada Nerwrozê bê rakirin. Ciwanên Kurdistanê îzin nadin vê yekê û di çalakiya xwe de qerardar dibin. Lê di encamê de daxwaza berpirsiyarên DTPê pêk tê, Ala Kurd û wêneya Serok Berzanî tê rakirin. Baş e ku Ciwanên Kurdistanê yên çalakvan lêdanê naxin. 
Berpirsiyarên DTPê, sedem nîşan didin ku Ala Kurd û wêneya Serok Berzanî di çarçewa Mîhricana Newrozê de nehatiye pejirandin, ji bona vê divê nayên hildan û vekirin. Lê di Mîhrîcana Newroza Amedê de wêneyên Ocalanî û Alayên PKKê û DTPê qada mîhrîcanê tijî dikin.
Piştî ku ev bûyera qewimî, min biryar da ku li ser vê bûyera nexweş û li ser helwesta Ehmed Turkî û berpirsiyarên DTPê binivîsim. Min ew nerîna xwe duho (26. 03. 2009) bi berpirsiyarê malpera Kurdistana-Bakur Kutbettîn Ozer re jî parve kir. Lê beriya ku ez binivîsim, li ser vê bûyera girîng nivîsarek kete destê min. Ev nivîsara, ji aliyê Şêxo Arroj Amedî de hatiye nivîsandin. Di vê nivîsarê de ji bûyerê û ji helwesta berpirsiyarên DTPê tê bahs kirin; ji bona ku  hêzên kurd û rewşenbîrên kurd ew bûyera nenirxandine û li dij derneketine, tên rexnekirin.
Şêxo Arroj Amedî bi vê nivîsarê karekî baş kiriye, reya giştî û hêzên Kurdistanê û rewşenbîrên Kurdistanê agahdar kiriye.
Ez rexneya Şêxo Arroj Amedî ya di derbarê hêzên siyasî û rewşenbîrên Kurdistanê de, di cîh de dibînim û wî pîroz dikim.
                                                         *****  
Newroz mizgîniya destpêka biharê û sala nû ye. Newroz, cejna neteweyî ya civat û gelê kurd e. Newroz, sembola li dijî neheqiyê, zulm û zordariyê. Newroz, sembola azadî û rizgariya Kurdistanê ye. Newroz, li hemberî kolonyalîzmê û nîjadperestiyê û şovenîzmê têkoşîne. Newroz, malê rêxistinekê û beşek civatê neye. Newroz, bûyereke dîrokî ya neteweyî û civakî ye. Newroz ya hemû kurdan e. Gelê kurd û hemû cemahîrê kurd xwediyê Newrozê ye. Bi sedsalan e ku civat û gelê kurd Newrozê pîroz dike. Di sedsala 20-an de Newroz ji aliyê gelê kurd de di şertên gelek awarte û neasayî de hat pîroz kirin: Gelek deman li ser çiyan û gelek deman jî li bajaran, li bajerokan, li gundan bi dizî hat pîroz kirin. Ev jî bû sedem ku Newroz gelek caran ji aliyê beşek civata kurd de û bi taybetî jî, ji aliyê sinifa siyasî û ji alıyê rêxistinên kurd de bê pîroz kirin. Ev jî bû sedem ku di Newrozê de gelek kurd şehîd bibin.
li Başurê Kurdistanê piştî salên 1992-an ev çembera hat şikandin û Newroz bi naverokeke civakî û girseyî ji aliyê gel de hat pîroz kirin. Sinifa siyasî û rêxistina zêde midaxaleyî pîrozkirina Newrozê nekirin. Bes ji pîrzokirina civat û gelê kurd re bûn alîkar; berpirsiyarên partî û dezgehan, rewşenbîran, serokê Kurdistanê, serokê meclîsê û hikumetê bi gotarên xwe Newroz pîroz kirin. Li Rojavayê Kurdistanê, li Qamişliyê û li Hasekiyê û li Emudê û li Serêkaniyê û li hemû bajerokên din jî, nîv bi azadî û serbestî, nîv jî bi dizî Newroz bi awayekî civakî demeka dirêj e ku tê pîroz kirin. Li Rojhilata Kurdistanê ji bona ku Newroz hem ji bona Neteweya Kurd û hem jî, ji bona Gelê Fars cejna civakî û neteweyî ye, her dem bi girseyî ya civatê tê pîroz kirin.
Newroz, bi salan e ku li Bakurê Kurdistanê ji aliyê PKKê û DTPê de di çarçeweke siyasî de tê organîze kirin. Lewra li Bakurê Kurdistanê Newroz ji aliyê PKKê û DTPê de ji bona berjewendiya grubî ya siyasî tê bi kar anîn.  Îsal ji bona ku hilbijartina herêmî ya 29 Adara 2009’an dê bê darxistin, Newrozê hîn zêdetir formek û naverokeke siyasî qezenç kir.  Helbet Newrozê bes ji bona hilbijartina herêmî naverok û formeke siyasî qezenç nekir.  Sedemên din jî rê ji bona siyasîbûna Newrozê vekir. Lewra pirsa Kurd, di vê qonaxeyê de ji bona kurdan, ji bona tirkan û dewleta tirk û hikumetê jî wateyeke nû qezenç kir. Dewletê ji bona xwe di pirsa kurd de destpêkir ku konsepteke nû ava bike. Li cem vê yekê, gelê kurd jî zêdetir ji berjewendiya xwe re, ji azadî û rizgariya xwe re xwedî derket. DTPê jî, ev yeka ji bona berjewendiya xwe ya siyasî û grubî bi kar anî.
                                                    *****
Siyasîbûna Newrozê û ji aliyê DTPê de organîzekirina Mîhrîcana Newrozê tiştekî demokratık û civakî û xwezayî nîne. Herwcedariya gel û hêzên siyasî jî bi tevayî bersîv nake. Lewra organîzekirina Newrozê ji aliyê DTPê de dibe sedem ku bes beşek kurd û rêxistinek daxwazên xwe li Newrozê bîne ser zimên û rengên xwe bide Newrozê. Ew jî Newrozê monolotîze û otorîterîze dike.  Ruhekî otorîter-totalîter ava dike. Îzin nade ku kes, hêz, beşên din yên civakê xwe di Newrozê de îfade bikin û daxwazên xwe pêşkêş bikin.
                                                 *****
Newroz wek min li rêzên jor jî diyar kir, cejna neteweyî ye û hemû civat xwediyê maf e ku pîroz bike û rengê xwe teva pîrozkirina Newrozê bike. Ciwanên Kurd jî xwediyê maf in ku li Mîhrîcana Newrozê Ala Kurd û wêneya Serok Mistefa Berzanî hildin. Lewra wateya mihrîcan û pîrozkirina Newrozê ji bona ku kurdan, di hemendem de ji hêjayiyên xwe yên neteweyî û ji serokên xwe re xwedî derketin e. Divê Newroz gorî van hêjayiyan û hewildanan bên organîze kirin.
DTPê û PKKê ji bona ku Mihrîcana Newrozê organîze dike, di Mîhrîcanên Newrozê de pêşiya karanîna van mafan digre, bes hêjayiyên xwe yên grubî û partîtî derdixe pêş. Ev ne rast e û bînpêkirina mafên civat û gelê kurd e.
Mafê berpirsiyarên DTPê tune ye ku Ala Kurd û Wêneya Serok Barzanî ji  Mîhrîcana Newrozê rakin. Ev helwesta berpirsiyarên DTPê gelek vekirî minaqeşeya kurdîtiya wan tîne qada siyasî û neteweyî.
Ez ew ciwanên kurd yên ku Ala Kurd û wêneya Serok Barzanî hildane pîroz dikim. Ez helwesta DTPê jî şermazar dikim.
                                                  *****
Divê Newroz ji ev belayê bê xelas kirin, naveropkeke civakî û neteweyî qezenç bike. Hemû civata kurd di Newroz’an de bi hev re hemû rengên xwe tevî Newrozê bikin. Ala Newrozê û Ala Kurd beriya her tiştekî bi hev re rakin.
Ev jî, bi hewildeneke nû dibe. Ev yeka jî, jinûve avakirina tevgera Kurdistanê dixwaze. Ji bona vê hewcedarî bi tevgereke neteweyî, civakî, modern û hevdem, plûral û demokratîk, mafparêz, heq û hiquqparêz, têkoşer heye.
Amed, 27. 03. 2009

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2.33
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark