Pîrozbê li te krasê Newrozî
Dil berbendî te peyman û sozî
Þevnem û avî peþk û pîrozî
Rok û stêr û heyv pev re hilatin
***
Biharê bi ken gulzar û gulþen
Kulîlk û pelan hûnand çi dîmen
Xemla bihiþtê ser dêm û gerden
Avdarê yar tev xweþ dem û kat in
***
Zeryên rû perî bi birr û kerî
Xemla wan dikê bi ser ve herî
Evîndaran lev bi seyrê nerî
Ser vê rojê wan dilê xwe patin
***
Biharê biken kovan hemû çûn
Þahiyê vegirt ser can û derûn
Xalîç û hem kon çoxê te didrûn
Riwên zîwerî çînçîn û qat in
***
Çerxên dîlanê hawîr vebestin
Çavên dildaran jev ne þikestin
Hinek jê ro ne hin ro perest in
Hinek nazdar in awir þewat in
***
Sazên xuristê pev re lê dixin
Hêviyên mirî ji nû pêdixin
Dil bi evîna milet pêdixin
Yarên dilovan gel û welat in
***
Biharê biken ezman zelal e
Hîne bayê pak riwan dimale
Kurdistan þeng e þox û þepal e
Ji bo wê em bi kar û xebat in
***
Biharê bi ken çiya piþkivîn
Mêr û egîdên kurdan lev civîn
Zemîn hejandin bi simax û vîn
Dilêr û pakin ser koh û lat in
***
Agirê Newroz dadane li jor
Navin jîna tal divin ew hingor
Divin ew ruhnî bê bi xwîna sor
Þikevtên bi þêr mal û malbat in
***
Biharê biken ne bi çekan bes
Miltê Kurdî dikujê teres
Pênivîs û pel (Bihrî) bi hewes
Wek ber û gulle tev kêferat in.