Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Mizgîniyek û xemgîniyek

 


Dr. Heznî Haco
Heznihajo@hotmail.com

Ez yek ji neviyên Hacoyê 3iyan im. Ew (Haco) hîn di zikê diya xwe de bû dema bavê wî, Hacoyê 2iyan bi destê Cimo, bi tevdan û palpishtiya osmaniyan, hat serjêkirin. Li ser desthilatdariya eshîra Hevêrkan, dijminatiyek pirr xurt kete navbera malbata Haco û Elîkê Betê li rexekî û mala Chelebî û Serhan li rexê din, ku tev kurap û pismamên hevûdin bûn. Ji ber ku mala Chelebî her dem xwe nêzîkî osmaniyan û pishtî damezrandina cimhûriyetê jî ji rêya tirkan  derneketin, bi rengekî ne yekser be jî mala Cimo xwe dan pal wan û ev shop girtin. Pishtî sherê Bagokê di destpêka sala 1926an Hacoyê IIiyan nechar ma ku binxet bibe.
 Berî 2 salan ez û birayekî xwe, me xwest di deriyê Nisêbînê ve derkevin bakur.


Li ser sînor, xortekî kurd pasportên me ji dest me girt û xwest zû me ji karên bîrokratîk xelas bike. Dema navê Haco di pasportan de dît, beshishî û got: Heyra em dijminên hev in. Chima tu nabêjî ew jî nevî yan nevîchîchirkekî Cimo ye. Pishtî ku xwe bi me da nasîn, birayê min jî bi dêmek vekirî lê vegerand û got : Welah birazî me bi xwe ev dijminatî jibîr kiriye. Dîsa bi beshishandin vî xortî got: Na apo ez henekan dikim. Me jî ew jibîr kiriye.
     Berî chend rojan ji min re hat gotin ku birêz Yuksel Acer, ku ji malbata Cimo ye, ji aliyê DTPe ve weke berendam ji sharedariya Midyadê re hatiye pêshniyarkirin. Ez bi vê nûcheyê pirr kêfxweshbûm.

     Dilxweshiya min ji wê tê, ku chi nemabû, em rojavayî ji rewsha bakurê Kurdistanê, pishtî xewa giran a ku ji serhildana dawî ya Shêx Riza di sala 1937an de ta 15 tebaxa 1984an, bêhêvî bibin. Lê xweshbextane, pishtî cangoriyên mezin, chi di rêzên chekdarên serê chiyan de û yên xebata sivîl – bi taybetî di destpêka salên 90î de li ser destên ”kujerên nediyar” – , ji  lehengên xebatên rêxistinkirî ya lêgal ji DEP û HEP ta DTPe, ta  xwepêshandanên NEWROZAN, chalakiyên sendîkeyên karkeran, jinan, dayikên shehîdan li Ewrupa, Metropolên tirkan û gelek deverên din - parcheyên dinî Kurdistanê di nav de - hêvî û bendewarî roj bi roj mezintir dibin û azadiya gelê me li bakur ketiye rêcha bêveger.

     Binavkirina xanim Yuksel Acer tê wê wateyê ku Tevgera Azadîxwaz di warên civakî de jî gavên pêwist diavêje. Lihevanîna malbat û eshîrên kurd ku dewleta tirk hinin ji wan xapandbûn, yek ji karên civakî yên pîroz e.  

     Binavkirina birêz Yuksel Acer bûyerk din anî bîra min. Di destpêka salên 60î, ya sedsalsala bûrî de rêya min bi Stenbolê ket. 2 pismamên min li wir dixwendin. Komeleyek bi navê xwendevanên Midyadê – ku navê wê yî tirkî hew tê bîra min – hatibû damezrandin. Yekî ji van pismaman ”I”ji min xwest ku ez jî tevlî civîneke wan bibim. Pismamê min î din ”S” xwe neda ber ku ew jî di vê civînê de cih bigre.

      Ez û ”I” û xwendevanên dinî Midyadê bi dîtina wî ”S” mirovin germ û bêaqil bûn. Digot ku kengî ew xwendina xwe bidawî bike, dê hingî ji gelê xwe re xebatê bike. Lê mixabin ew chiqasî bi xwendina xwe ve ber bi dawî ve dichû, hewqasî ji gelê xwe dûr diket. Bavê wî niha sercerdevanek î bi zengil e. Ew bi xwe ev chend car in ku dibe parlementer. Her dem di lîsteya rêxistinek ji yên sistema dewleta tirk de. Ev rêxistin CHPe, DOGRU YOL, ANAP, AKPe an heta MHPe bi xwe be, ji wî re ne xem e.

     Rûmet, xîret û serbilindî chi ne, gotin û wêje ne ku di ferhenga kesên weha de peyda nabin. Ji vê têgishtinê wêrantir ew e ku mirovên weha, xwe jîr, zana û dûrbîn dibînin, herwekî jê hêsantir nîne ku mirov bibe peyayê dijminê xwe.


          *  *   *


     Mirov dikare ta radeyekê reftara van kesan biguvitîne. Ev kesin ku di biryayar û kiryarên xwe de pirr zelal in. Tûrikên ku dijmin ji wan re tije ce û ka kiriye, xistine situkura xwe û jê dichêrin, lê ev nezelalî û xwexapandin a hinin ji ”aqilmendên” me , ya ku bi navê rexnekirinê, tevgera gelê xwe, li bakur, kirine armanc, ew e ya ku mirov qolincî dike û dihêle ku mirov car caran nêzîkî bêhêviyê bibe û ji xwe bipirse; gelo ev e ya ku hishtiye netewek 40 milyonî nebe xwedan desthilatek serbixwe?. Ev tevgera ku ji 4-5 kesan destpêkir û gihasht astek weha ku chavê bi milyonan kurdên xwejibîrkirî vekir. Tevgereke ku baskê bashûr ji NATO, ev 25 sal in ku bi hêza teknolojiya herî pêshketî ya sedsala bîst û bîstûyekan, sherê wê dike, lê nikariye wê simxur bike. ”Aqilmendên” me bi chavê ku ev cemawer ê bi milyonan her roj diherike kolananên seranserê gund û bajarên Kurdistan, Tirkiyê, û Ewrupa, garanek an keriyekî pez e, ne tishtekî din e.

     Mûsa Enter, Wedad Eydin, Mezlûm Dogan, 4 lehengên ku ketin rojiya mirinê ta can û giyanên xwe dan, tenê mirovin fanatîk bûn.

     Leyla Zana, Orhan Dogan, Xetîb Dicle û Selîm Sadak, ne kesin xwedan îrade ne, mirîd in ku tenê shashik û erbane ji wan kêm in.

     Ez ji ”têkosher” û gernasên van ”aqilmendan” dixwazim ku ew jî, di ber bîr û baweriyên xwe yî pirr ”rast û asê” de, chalakiyek 10rojî ji rûnishtinê, li pêshberî dezgehek ji yên desthilatdaran de, pêk bînin. Ez ji wan naxwazim ku  bikevin rojiya mirinê, yan heftiyekê li serê chiyayê Agirî,  Xwakurk an gupika Mereto, di bin xaniyên ji naylonan de biqedînin. Ma fîzyolojiya lashê wan ji ya Cemîl Bayik, Murad Qereyilan û Bahoz cudatir e? Yan ji kerema xwe rê, rêbaz û ramanên jênyalî pêshî gelê xwe bikin da hishê wî were serê wî û nede pey birêz Öcelan û ”mirîdên” wî. Ma kî dixwaze rahêje vî barê giran û keda ji xwîn û xwêdanê heger ”aqilmendin” din hebin ku alternatîvin siviktir û kedek arzantir pêshkesh bikin?

    

     Dema mirov hinin ji rojname û malperên zer ên van ”aqilmendan”, ku bi nûche û shîroveyên seyr tên dagirtin dixwîne, yekser lê tîne der ku hûnandina wan ji 3 kaniyên sereke der tên. Mixabin ku kaniya yekem kîn û chavnebarî ye, ya duyem berjewendî ye û ya sêyem rengek ji têgihishtina celebek ji serokeshîran e ku dibêjin em û ne kesek din.

     Teqez tevgerek weha mezin û bihêz, weke ya bakur, dê car caran biterpile û shashîtiyan bike, ji ber ku dawiya dawî her tevgerek bi karê insanan ve girêdayî ye û kesek nîne ku nekeve shashîtiyan. Dibe jî ku hinin ji van terpilandinan mezin û bandorin xirab jî bi xwe re anî bin û di pêsherojê de jî bînin.    

     Lê rexnekirin ew e ku rexnevan bi dil û mejiyekî paqij tev bigere û armanca wî sererastkirin, ne her dem bêhêvîkirin û reshkirin be.

     Heger van ”aqilmendên” me bi ”pirrengî” û ”pirdengî”ya ku ev 40-50 sal in, sibê û êvarê pê bang dikin, lê yek ji wan ”proje” û ”program”ên din napejirîne, berevajî salek tê ve nache bê ku ew xwe bi xwe bikevin pêsîra hev, û dawî, ji partiyeke wan 2-3 partiyên nuh tên afirandin, heger van ”aqilmendan” mînakek bashtir biafiranda, dê ne ew, PKKe û rêxistinên pê ve girêdayî, marjinalize bûbana.

     Moda herî dawî ku van ”aqilmendên” me pê girtine ew e ku AKPe li ber chavên gelê kurd - ne tenê li bakur - shayik û shîrîn bikin. Kampanya shayik û shîrînkirinê di van demên teng, ên berî hilbijartinan de, gesh û gurtir dikin. 

Lê bibêje chawa rîp û shivîleyên dewleta tirk, niha di kesayetiya AKPe de, chawa roj bi roj ji gelê me re ronîtir dibin, hewqas jî hêvî û prognosên van aqilmendan jî pûch dibin. 

Di hilbijartinên 29ê adarê de ji bilî slogana ”yan serkeftin, yan serkeftin” pê ve nema ye.


     Tevgera azadîxwaz, yek ji ”qereqolên” ku di mejiyê min û xanim Yuksel Acer de hatibû avakirin, rakir. Ez bi xwe pirr sipasdarim û bêgoman birêz Acer jî, dê bi rêvebirina kar û xebatên xwe ji sharedariya Midyadê re kêfxwesh û serbilind be

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark