Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Cejna 8ê avdarê

 


Sûad Cegerxwîn

     8ê avdarê roja navneteweyî ya jina , roja azadî, serxwebûn û berxwedanê ye.Ev roja cîhanî li jina bi tevahî pîroz be . jin li her derî bi vê rojê þad û dilgeþ dibin ji ber kû di nav jina de pirseke hempar  heye sînoran derbas dike û karê wan  yek dike Îro roj li seranserê cîhanê ev cejin tê pîrozkirin lê bi rastî di hin welata de bi salaye kû jin  vê rojê pîroz dikin,Dîroka pîrozkirina vê rojê ji sala 1910 an de destpê dike gava mamoste Clara- Zetkîns di civînekê de kû konfîransa navnetewî ya jinên sosiyal bû daxwaza xwe pêþkêþ kir kû 8ê avdarê bibe cejneke navnetewî ji jinên cîhanê bi tevahî re ,biryar pê hat girtin û ji wê rojê ve  ji alîyê jina li her derî tê pîrozkirin.


Ji bo me jî em jinên kurd ev roj xebateke berdewame ,serxwebûne û rawestineke belû ye li dij tûndetûjîya li ser jina tê kirin û roj bi roj bêhtir dibe.Bi seda jin têne kuþtin , tecawizkirin û ji mafê xwe bê par dimînin, patrîyarkalîzmê yanî [ desthelatiya bav – mêra ] jin bi tûndî  êþandine, perçiqandine ew ji mafên wan bê par hiþtine ji ber kû ev dem serdema wa ye .ji loma divê em jin bi xwe jibo  azadîya xwe û wekhevîya civakî karekî dijwar bikin bitaybetî em jinên kurd pêwîstîya me bi karê rêxistinî heye da kû em dîtin û bawerîyên xwe bihevre bicivînin û bi formekî taybet bela bikin . Bela dengê me bilind bibe , karê me jî  ji civatê re belû bibe da tev bi me bawer bikin û guhdariya me bikin , bi hevre wekat emê bi hêztir bin ,serkeftina me di yekîtîya me de ye ,di kar û xebata hempar de ye .da kû em bighêne radeke bi wat  û civateke demuqrat ,bextewer û azad  vehûnînin . Bela 8ê avdarê soza me jinên kurd be  jibo  bidestxistina mafê jina  yên civakî, siyasî û aborî da jin tev bi kesayetîya xwe bihestin û biparêzin jib o kû sebixwe karbikin ,armanc û hêvîyên xwe bi cî bînin li gor daxwazên xwe berdewam bikin ,nema namûsa bav ,bira û layê apê xwe bin ,divê çi  kar û rûmeta kû bikin jibo    kesayetîya wa bi xwe be ne jibo   kesekî din be  ,bi vî awî  em gavên giring davêjin bê kû em ji civatê bitirsin ,biêþin yan bêne kuþtin . careke dî ez banga xwe dighînim jina da li dij tûndetûjiya li ser jina tê kirin ,yase û qanûnên çewt  li gel hev rawestin . Bela  8ê avdarê her sal û her dem li jina teva pîroz
be 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark