Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: Berbiskên buharê

 



 
Ahîn Zozanî
Di bîranîna salvegera pakrewan Ezîza Yezîdî de

Te daristana giyanê min, bi agirê xatirxwestina xwe şewitand.
Bi çûna te, stûna malê hate xwar û sîbera dayika min bi tîrêjên xemgîniya sêwiyan riziya.
Nalîna çivîkên azadiyê dil û cerg dawerivandin.


Dayika ko bi destên xwe berbiskên buharê ji ser dêman dan alî û bi keska Şex Cibir serê te girêda.
Her pêncşem, berê xwe dide welatê mirinê û bi rondikên bêriyê dara jiyanê av dide.

Dayê, te bi xumava dil gulên lale di pirtûka jînê de geş kir.
Dayê, bi navê azadiyê, li ser rûpelên dîrokê sirûda perwaneyên newrozê li darxist.
Ez ê çîrokên henaseyên te, li cendekê hestên xwe rapêçim û di şeveke bêreng de kurtepista biçûkaniya me li ber dengê lorîna dayika xwe raxînim.
Serpêhatiya te, di pirtûkxaneya êşa min de dastanek bû.
Bi teqîna kaniya derdan re dayê, çemê xemgîniya çavên te kolanên Waşokanî azirandin.
Li ber dûmana berbangê, bi dengê nimêja kewa sibehîn re
bihinkirina dawî bû,
himêzkirina dawî bû,
xatirxwestina dawî bû.

Dema bişirîn li ser rûyê firiştî diyar bû,
dengê birûska barîna dayika min, agir bi zeviya temen xist û kaniya hiş miçiqand.
Raperîna hestên şevê di kavilên qederê de windabûn.

Te gote min were, emê şahiya newrozê li darxin.
Were emê çirokên salên winda li ba bikin.
Were emê darbestên bêriyê binax bikin.
Were emê biyaniyê sêdar bikin.
Min soz da te û ez hatim.
Lê dem bi min re xayîn ket, pêrgî nêrgizên birîndar û şahiyeke kuştî bûm.
Agirê pêrgîna dayika min, hêtûn di can de vêxist.
Xakê, ji bîr neke ko te buhatirîn gul ji hêlîna dil bir.

01.03.2009
Jêder: Avestakurd

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark