Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Bihîstokên hêviyê «Pexþan»

 



Ezîz Xemcivîn
xemcivin@live.com

Roj pêncþem bû, ji gund hat du kevok di destên wê de bûn, dan destên min, keniya û got: Ji bo Sozdil in.

Cotê kevokan,
bi germa xwe ve ketin nava germa sînga min,
du germ pêrgî hev bûn,
çav jî di hundirê hev de dawerivîn û kanî ji nerînên tî herikîn.
Bi meþa me a dirêj re,
bi germa himêza min û germa kevokan re,
bi vehandina þahiya hevdîtinên spî re,
bi koçberiya hiþê min bi bal derya meya çavan re,
zimanê hestan nema aram dibû û hevokên tenan li ber bayê hogiriyê teqle dibûn.


Mamosteya min,
temen ne rawestiya û roj ji rojan þerim nekirin.
Va baxçeyê sînga min spî bû, belê kevokên te hêj hêlîna xwe tê de ava dikin.
Li welatan li reva bêdawî digerim.
Li çiyayan pênûsa kovî di nav buhara pertûkan de li taxavikên giya diçêre.
Min tu di þana xewnekê de dîl kiriyî.
Min ji te re pîþoyê hizrê ronî kiriye.
Min ji te re renc û ziyana deman bêjebêj kiriye.
Navê te heyvanê ewrê sîber e,
dilê te pencereya sewdanê ko li ser gelek nihêniyan sîwan e.

Zîxanên nerînên me, di hêlînên çavan de dilûsiyan.
Bi hev re em û kevokan, me xweþbûna libokên biþirandinê dinoþand.
Heyvê, ji dûr ve çavdêrî li civata me dikir!
Min çavên xwe û çavên yarê bi çavên heyvê re girêbend kirin.

Dîlberê tu hevaltiya heyvê dikî?
Yekser lavlavka þahiya veþartî, himêz dorpêç kirin.
Ji roya rûyê wê, heyva heval þermîn bû, di lêkdana awiran de pîþoyê Beko li ber pêyên me vêket.

Li ser agirê dilan, hozanên bengîn sîwan vegirtin.
Maseya xemilî, yariyên destên me û sîngên kevokan diwênand.
Bi xewnên balindeyan re em her du rêwî, bi hev re dikeniyan
Me dilên xwe mîna deþt û zozanan spartin masê, û henaseyên me nema li tu sînoran dirawestiyan.

Stêra felsefeya çi þevê,
destê min nema dizane, te bi saxlemiya kîjan buharê xatir jê xwest!
Zimanê min di salvegera lalbûna xwe de qerimî maye,
û guhê min li ber deriyê we bihîstokên hêviyê çandine.

Jêder Avestakurd

14.02.2009

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark