Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: BOYAXKARÊ PÊLAVAN

 


 

Bi þêweyekî nerm dengê diya wî dihate guhê wî.ew jî di nav nivînê xwe de bû,weke guleke nû dike vebe,li ber çavê diya xwe. Lê dema herdû çavên xwe vekirin, bi giyanekî  zarokî  bîhna mêraniyeke zûdem jê dibariya.dengkir roj baþ dayê û xwe avête himbêza wê , herdû destên wêmaçîkirin


lê diya wî pir pêzehmetbû ku zû rabûye ji nav cê xwe  lê weke her caran rojeke nû dest pêdikir lewra weke ava di nav tilyan de pêwîstî bi her tiþtî hebû taþtê nan û xwarin ji malê re dihate xwestin Omer jî diçû dibistanê di gel xwiþka Þirûq ji xweber pêdiviyên dibistanê jî hebûn.rojeke reþ û reþbîn bû ,roja bavê wî ji ser xanî diket û pûç dibû ,hewil dida da ku xaniyên xwe biseyînin .piþtî ev bûyer qewimî barê mal diket ser milê Omer ta ko mal û xwiþk û birayê xwe ji pars û belengazyê rizgar bike û pêþeroja  xwe  bike qurban.
Îdî divê karekî bike ,þeþ rojan li têþtxan û çayxanan digerya û negerya bê sûdebû lê dema bê hêvî bû ji niþkade kete ramana wî pîþeya boyaxkariya pêlavan.
Bi vî awayî Omer dibe boyaxkarên pêlavan.ji ber ku karekî hêsane ,pisporî û darayî jêre navê  û ne di bindetiya çi kesî de ye.lewra bavê wî tevî pûçbûna xwe sindoqek jêre durust kir û Omer dest bi karê xwe kir mîna mêran ,daket nav bajêr rojê sê kîlometran dimeþya ji mala xwe ta ser karê xwe çimkî kirya servîsê pêre tunebû ,li berdem firoþgehan û gêrgên hikimranî radiwistya .di nav komên boyaxkaran ko li ser dostan pev diçinîn xebateke dijwar dikir . rojhilat diçû rojava vedgerya û heta nîvê þçevê ji ber ko roj bi roj cejin nêzîk dibû û gelek amedekarî jêra dihat xwestin.lê xwedyê firoþgehê lingê xwe li wî û sindoqa wî dan û pêra xeyidî wek tu bera sehekî de ji ber deryê xwe.rabû çûber deryê gêrgehekê,lê karmendekî  ji wê derê jî berdayê .piþtî meþya ji niþkade çunberekê li bin guhê wî xist ,sindoqa wî kerkerî bû.lê xuda canê wî parast,vegerya mala xwe dilê bavê wî pê þewitî û di ber dilê wî da û dîsa jê re sindoqek din çêkir û berê xwe da bazarê da ku amedekarî û karûbarê cejna xwe bikin……

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2.75
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark