Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Cilê dayka xwe li filklora binxetê bikin !!! agadarîyek dostanî bo komên Filklori li binxetê

 


Şevger

Heyf û mixabin îro her tiştên bedew u sipehî bi zanebûn yan bê zanebûn têne gohertin li herêma rojavayê kurdistan bi teybet ziman u muzik u cilên jinan yê filklorî ,
Ezê bihtir ser cilên jinan yêt resen rawestim u sedem çine ku roja îro heya bi partî u hunermend û rewşenbîrên rojavayê kurdistan dibin şirîkê vê gunehkarîya ku dibe di teybetmendîya kesatîya kurdên rojava de u çima ev kes çavên xwe miç dikin u digirin u bê dengin


yan jî ma ne wezifa helbestvan u rewşenbîra ye ku herin şîretekê li berpirsên van koman bikin u bêjine wan ev çi cilên hun li keçên kurdên rojava dikin ? yan ji wan bi pirsin ev cilên kîjan herêmên kurdistanê ne we anîne binxetê?
Di destpêka damezrandina komên filklorî de di 1980 gelo ev cil li keçan bûn ? bera her komek ji vana vegerin Suretên komên xwe u li arşîva xwe binerin u wê bibînin ku şaş bûne heger wan arşîv hebe ,
Hingî wê bibînin ku jinên kurd di koman de :
1- Desmal ne di danîn ser serê u pora wan vekirî bû u ev tişt berî 19 salan bû, ma ne cerîme ye ku bedewbûna jina kurd bin desmalê de diveşêrin weku jinikên misilmanên Areb? 
2- Kiras u xiftan yên komên me di 1980 heya 1990 wekû hev dirêj bûn heya dighan gurra u Erdê , pirs: çima ew îro bi nezanîn kiras u xiftanan kurt u kin dikin ser keyfa xwe? ma ev jî bû siyaset u keyfa siyasetê ? raste cil u reng u musik u deng u Al u beyreq  tev bune siyaset u ya xudê u ya sitar.
piştî salên 1990 PKK u PYD dikarîbû komên xwe dorst bike u cilê jinên bakur bîne devera herêma rojavayê kurdistan u vê terîşka kesk u sor u zer u xemri ku li serê xwe dipêçin u ew kesên ser çopîyê dikin wan terîşkan dikine destên xwe de , yan jî li noqa xwe dipêçin, wek agadarî ew terîşik Ala apociya ye lê mixabin komên filklorî yên partiyên kurd jî bi kar tînînin, ne tenê wilo milet u partiyên me di newrozan de u pir caran di meşan de jî her sê rengê Ala pkk bilindin u weku ku haj xwe nînin yan jî nizanin, de binerin tiştên xerîb û acîb ku partîyên me nikarin teybetmendiya bahweriya xwe u çanda rojavayê kurdistan bi parêzin, bera dîse hevalbendên PKK Suri cil u al u hunera xwe weku xwe bikin u bêjin u her kesek azade.
 li devera Dêrika Hemk û koçeran
 ku em dihnê xwe bidine keçên ciwan yan jî pêrejineke kurd tê bibîne ku bi kiras u xiftan bi ûçk u serkab u qutik u zendik u pêşmalk u noqa xwe bi benikekî tayê rengîn badayê girêdaya u bi desmalek pora xwe nixomandî ye u zivistanan Badeyekî gerim ji li ber xwe dike u gureyên rîsî jî.
li devra Alîyan:
Hema hema cilêt wana wekû yê devra koçera ye, bes tenê pîre jin bi terîşkekê yan desmaleke badayê li dora serê xwe dipêçin, keçên ciwan wê pêçandina ser serî na deynînin.
Li devra Tirbespîyê û êzîdîyan:
cilên jinên kurdên misilman Her dîse kirasê bi ûçk u xiftan u serkab û qutik u pêşmalk û çarika Sipî ser serî de,
Cilên jina êzîdî li CerihaTirbespiyê : kirasê bi ûçk u xiftan u serkab u pêşmalk u qutik u ser serî Tasek di danîn xemilandî bû bi miherkan bi Zîv u Zêr û rêşîyan,,
bi bawerîya min pîweste ku cilên filklora Tirbespiyê weku cilê jinên êzidiyan bin yê devera Cerihê.
Li Qamishlo u Sinceqê:
Cilên jiyanan Eynî mîna cilên devra Tirbespiyê u Sinceqa bûn kiras u xiftanên weku hev dirêj u serkab u desmal u zendik
Li devra Serê kanî yê u amûdê Hisca :
ew ji kiras u xiftanên dirêj , bes guhkê xiftanê xwe bi paşde girêdidin  ,, weku dî hemu tisht weku yê devera qamishlo ye.
Li devra Kobanê
kiras u xiftan u desmal u serkab u pêşmalk her weku devera Serêkanî yê
Li devera Efrînê :
Kirasê wan kurt u kinin u serkap u qutik u pêşmalk u ser serê xwe pirejinên wan girênadin, aynî mina cilê devera Mereşê li xwe dikin, di van salên dawî de pkk dikarîbî devera Efrîn u Kobanê 80% bigherîne di hêla cilên filklorî de , ez dikarim bêjim ku bi hezarên salan cilê jinên Areban nikarîbûn bandora xwe  ser cilên jinên kurd bikin, bes pkk dikarîbû di 15 salan de bandoreke mezin ser filklora kurdên binxetê bike,,, belkî hinek bêjin şevger rêklamekê ji pkk re dike ku cawa dikarîbî bandora xwe bike...yan ji terz bên va şevger şerê pkk dike di filklor de,,yan ji partiyên kurdên rojavaqelis dibîne ...De basha hema bera ev weku pirsan bin ji gohdar u xwendevanan re ..
Di Doahî de xweska ku partiyên kurd vê xizmeta piroz bikin di roja iro de:
1- xebatê bikin ku desmal u agala Areban ser serê kurdan rakin , de Tîpa insanê kurd ji yê Areb cûde bibe
2- xebat bikin ku keca ciwan ya kurd desmalê ne deyne ser serê xwe u bi teybet di komên filklorî de, 
    rakirina desmalê ser serê keça kurd wê bibe gavek bahweriya azadîya keça kurd, wê bedew bûnekê bide rûdêna wê . u bera keça kurd xwe di bin barê kiltura islamî de yan ya Arebî de nebîne , bera keçeke kurd perwer be u bera weku mislmaneke kurd be  ne weku mislmaneke Sihûdîyê be u bera ne sernoxomanî be, mixabin jin u keçên kurd li surî bûneweku Hacireşkan serê wan bi 2 desmalan nixomandîye ,
3- xurt u keçên kurd fêrî tîpên kurdî yê latînî bikin
25.1.2009

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2.6
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark