Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ramana «Ez ê yekî bikujim» ji çîrokek e min hatiye girtin

 


  Helîm Yûsiv

Pêşgotinek e kurt:

Berî ku romana Firat Cewerî ya bi navê "Ez ê yekî bikujim" têkeve destê min, di çend gotarên danasîna vê romanê de, gava qala naveroka romanê dibû, yekser naveroka çîroka min a bi navê "Meha sêzdehan" dihate bîra min. Lê ji ber ku ew roman e û ya min çîrok e, min mesela wekhevbûnek e wisa berbiçav ya her du berheman dûr dixist. Piştî ku min roman xwend, min dît ku ramana bingehîn ya çîrokê bi awayekî berfireh hatiye bikaranîn. Ango (fikre)ya çîrokê hatiye berfirehkirin û weke roman hatiye nivîsandin.


Bi awayekî ji awayan, skeletê çîrokê wek xwe maye û li ser hatiye xebitandin. çîroka "Meha sêzdehan" bi xwe bi şêweyê romanê hatiye nivîsandin. Ango kesê serek e yê çîrokê, ji xew vediciniqe û biryara kuştina hinekan dide. Her carê di kuştina hinekan de difikire û wisa tevna çîrokê tê ristin û ber bi dawiyê de diçe. çîrok wisa bi dawî dibe ku ew kesekî nakuje, lê xwîna mirovan li wê navê heye.Tevna romanê bi heman metodê hatiye ristin û bi heman tiştî bi dawî dibe. Lê di nav wan de, bi sedan bûyer û qewimîn û tiştên ku têkiliya wan bi çîrokê re tuneye re, hene. Ji ber ku yek çîrokek e ku ji yazde rûpelan pêk tê û ya din romanek e ku ji sed û pêncî û yek rûpelî pêk tê.
çîroka "Meha sêzdehan"r.73-83, di pirtûka "Memê bê Zîn" de ye ku di sala 2003 an de ji nav weşanên Avestayê derketiye.
Romana "Ez ê yekî bikujim", di sala 2008 an de jî ji nav weşanên Avestayê derketiye.
çîrokek e gelêrî:
Berî ez dest bi rêzkirina sedemên vê nirxandina xwe bikim û ji her du berheman mînakan bidim, ez dixwazim çîrokek e gelêrî bi bîr bînim. Dibêjin, du cîranên hev hebûn. Yekî ji wan kerê yê din biribû. Ker li cem xwe veşart. Ew qelew kir û her du guhên wî jêkirin û weke kerê xwe pêşkêşî her kesî dikir. Rojekê cîranê wî yê xwediyê ker lê rast hat û jê re got:
- Ha bi Xwedê ev kerê min e cîran, te ji xwe re biriye!
Cîranê wî bi madekî tirş û bi acizî lê vegerand:
- Yaho cîran eybe ha, ma ez û tiştên wilo, Xwedê ji te razî, ma ne kerê te bi guh bû û zeîf bû û.....
Hîna gotina cîranê wî neqediyabû, di wê navê re ker ziriya. Xwediyê ker yekser dengê kerê xwe nas kir û ji cîranê xwe re got:
- Ê, cîran, bi Xwedê tu ne guhên wî jêbikî, tu teriya wî jî jêbikî ev ker kerê min e. Ez wî ji zirîna wî nas dikim.
Bi qedandina xwendina romana"Ez ê yekî bikujim" re, ev çîrok hate bîra min û min xwest ez wê ji we re jî bêjim. Ka em vegerin ser mijara xwe.
çîroka "Meha sêzdehan":
Kesê serek e yê çîrokê - Cemîlo - nîvê şevê, xewnekê dibîne. Ji xew şiyar dibe û biryar dide ku bibe qatil û divê hinekan bikuje. Destpêkê difikire ku bavê xwe bikuje, pişt re jî mamosteyê ku ew hînî zimanekî biyanî kiribû û..herwisa herdem vê biryara wê şevê dabû dubare dike û dixwaze wê biryara kuştinê pêk bîne, lê pêk nayê. çîrok bi vê biryarê dest pê dike û bi wê biryarê bi dawî dibe. Di  navberê de jî li seranserê çîrokê di van rûpelan de bi vî awayî tehdîdên ku nayên pêkanîn dide:
- Divê ez bibim kujer(qatil).r.73
- ..Ez ê îro hinekan bikujim.r.76
- Di vê nîvê şevê de min biryareke bê veger da. Divê ez pêk bînim.r.78
- Min biryar daye ku îro, divê ez bibim kujer.r.83
- Divê ez hinekan bikujim. Divê ez bibim kujer.r.83
Wisa Cemîlo kesekî bi tenê ye, xemgîn e, li hember her tiştî bi kîn e. şêwekar e, weke ku herdem di nav xewnerojkan de, di nava xew û şiyariyê de be. Li pey guherandina rewşa welatê xwe û ya cîhanê ye, lê ji bilî tehdîda kuştina hinekan tiştek bi destê wî ve dernakeve. Têkiliya wî bi dê û bavê wî re ne baş e, wisa jî bi jinan re. Dihise ku jinên di tabloya wî de serê wî diperçiqînin.
çîrok wisa bi dawî dibe ku xwîn tê rijandin, li wir diherike, destê Cemîlo bi xwîn e, gava polîs tê û li kesê kuştî digerin, kesekî nabînin. Ew her wê gotina xwe dubare dike:- Ez ê hinekan bikujim.
Romana " Ez ê yekî bikujim":
Kesê serek e yê romanê - Temo - serê sibeha zû, xewnekê dibîne. Ji xew şiyar dibe û biryar dide ku bibe qatil û divê hinekan bikuje. Destpêkê difikire ku diya xwe bikuje, pişt re jî yên din.....herwisa herdem vê biryara piştî wê xewnê ku dabû dubare dike û dixwaze wê biryara kuştinê pêk bîne, lê pêk nayê. Roman bi vê biryarê dest pê dike û bi wê biryarê bi dawî dibe. Di  navberê De jî li seranserê romanê bi vî awayî, bi dehê caran, tehdîdên ku nayên pêkanîn dide.
Wisa Temo kesekî bi tenê ye, xemgîn e, li hember her tiştî bi kîn e. Siyasetmedarekî ku pazde salan di girtîgehê de maye. Temo jî weke ku herdem di nav xewnerojkan de, di nava xew û şiyariyê de be. Li pey guherandina rewşa welatê xwe ye, lê ji bilî tehdîda kuştina hinekan tiştek bi destê wî ve dernakeve. Têkiliya wî bi dê û bavê wî re ne baş e, wisa jî bi jinan re. Dihise ku saeta heliyayî ya di tabloya Dalî de destê wî dişewitîne.
Roman wisa bi dawî dibe ku xwîn tê rijandin. kêra di destê mêrik de bi xwîn e,( du dilop xwîn ku li binê bişkoka çakêt ya herî jor ketine, ber bi jêr ve herikîne..)r.151, lê kesekî kuştî li wê navê tuneye.
Beramberiya hinek aliyên çîrokê û yên romanê:
1- Destpêka çîrokê:
Di saet bîst û çar de, di nav bêdengiya nîvê şevê de, ji nişka ve Cemîlo ji xew veciniqî û biryarek e bê veger da:
- Divê ez bibim kujer (qatil).
Nema zanîbû çawa îro wisa zû di xew re çûbû. Dibe ku şiyar be jî, ji ber ku şev û rojên xwe di nav xewnerojkan re derbas dikirin.....rûpel.73.
- Destpêka romanê:
Gava ez sibehê zû, saet di şeş û sêzdeh deqîqeyan de ji xewneke kabûsî şiyar bûm, laşê min giran bû; her derê min diêşiya û dijeniya....Ez nizanim û ji hev dernaxim bê ya min dîtiye xewn e an xeyal e...gava dîsa bi nermî xilmaş dibim, dengek dikeve guhê min, dengekî bi zingînî, ji min re dibêje;"Tu ê îro yekî bikujî.".....rûpel.15-16.
............................................................................
2- Di çîrokê de, diyaloga piştî destpêkê:
Piştî şiyarbûna kur, ev diyalog di navbera wî û diya wî de çê dibe:
- Tu çima ewqas aciz î yadê?
- Ji ber bavê te yî xerab...r.74
Dê aciz e, kur dipirse.
- Di romanê de, diyaloga piştî destpêkê:
Piştî şiyarbûna kur, ev diyalog di navbera wî û diya wî de çê dibe:
- Ma tu rabûyî kurê min?
- Erê yadê...
- Xêr e kurê min, tu vê sibehê bêkêf xuya dikî?..r.17-18
Kur aciz e, Dê dipirse.
............................................................................
3- Di çîrokê de, biryardayîna kesê serek e:
Di vê nîvê şevê de biryarek e bê veger da. Divê pêk bîne. Ev biryar wê jiyana wî tev de biguhere.r.78
Hema xwe didît ku di nav xwêdanê de maye,...dîsa xewna wî ya tolhildanê diçû bi avê de.r.78
- Di romanê de, biryardayîna kesê serek e:
Heta niha, di jiyana xwe de min qet biryar nedane,..lê îro, encama xewna min, ê min ji vê rewşê rizgar bike.r.21
Ew xwêdana ku hemû laşê min şil kiribû, hem bermaya xewna min, hem jî...r.15
............................................................................
4-Di çîrokê de, xwesteka kuştina bav:
Dixwest heyfa xwe ji bavê gewdegir û bi hêz hilîne...r.74
- Di romanê de, xwesteka kuştina dê:
Carekê diniqute dilê min, ku ji ser kursiyê bipengizim, xwe dadim kêra di destê wê de, du kêran lêxim...r.19
............................................................................
5-Di çîrokê de,tenêtiya kesê serek e:
Ez hatime jibîrkirin çiqasî xelkê di dora min pir dibin ewqasî bêtir tenêtî dilê min dixwe..r.77
Cemîlo li ser xwe vê dibêje:"Gava hêrs dibim bi xwe re pevdiçim. Kêf dikim, bi destê xwe digrim û dîlanê digerînim.".r.76
herwisa Cemîlo herdem bi tenê ye û weke sultanê tenêtiyê hatiye binavkirin.r.76
-Di romanê de, tenêtiya kesê serek e:
Xwe bi tenê dibînim û bi rastî jî bi tenê me.r.50
Bi tenê me û ...ji xwe re fincanek qehwe bixwazim jî, ez ê qehweya xwe bi tenê vexwim.r.44
Temo li ser xwe vê dibêje:" Ez pê re ( mebesta wî ew bi xwe ye) dipeyivim, pê re dikenim, carna pê re hêrs dibim û bi ser de dikim qelebalix."r.36
............................................................................
6- Nazikiya kesê serek e yê çîrokê û rewşa wî ya psîkolojîk:
Dilnazik e, destên wî piraniya dema xwe di nav nazikiya jinan re derbas kiriye.r.83
Bi xwe dihise ku yekî din e, bê rûye. Rûyê wî di neynikê re xuya nake. Di rewşek e şezofren de dijî. Li seranserê çîrokê dide xuyakirin ku hatiye bikaranîn, herweha hatiye jibîrkirin...
 - Nazikiya kesê serek e yê romanê û rewşa wî ya psîkolojîk:
Temo dilnazik e û" nikare dîkekî şerjêke".r.60.Ji xwe re dibêje:
Ya rastî ez wilo me, nikarim gêrikekê biêşînim.r.57
Bi tu awayî dirûvê mêrkujan bi min nakeve.r.53
Carna dibêjim qey ne bi tenê ez di hundirê vî telîsê laş de me, yekî din jî tê de heye.r.36
Wisa jî li ber neynikê radiweste û"..resmekî bi xumam ji pişt min di neynikê de xuya dibe û dîsa zû winda dibe.r.26
............................................................................
7- Di çîrokê de, têkiliya bavê kesê serek e bi jinan re:
Diya wî van agahiyan li ser bav dide:
Bavê te yî xerab ku divê ji berî sê saetan de hatibûya, çûye cem jineka bî, li qewadiyan digere.r.74
- Di romanê de, têkiliya bavê kesê serek e bi jinan re:
Ew bi xwe agahiyên li ser bavê  xwe dide:
Gava mêrê wê (li ser diya xwe dibêje) dev jê berdida, bi dû jinan diket..r.22
............................................................................
8- Di çîrokê de, têkiliya bi tabloyê re:
Tablo ya wî ye. Di tabloyê de jin hene. Bi tabloyê re mijûle. Destê xwe dirêjî wê dike. Jinên hundirê tabloyê serê wî diperçiqînin...Bi du çavên ji agir li tabloya xwe dinêrî.r.82-83.
  - Di romanê de, têkiliya bi tabloyê re:
Tablo ya Dali li ber e. Bi tabloyê re mijûl e. Xwe di hundirê tabloyê de dibîne. Destê xwe dirêjî tabloyê dike. Seata heliyayî ya di hundirê tabloyê de destê wî dişewitîne.r.83
Balkêş e ku ti têkiliya wî bi hunera şêwekariyê re tuneye, lê dîsa jî têkiliyeke wisa tê dîtin.
............................................................................
9- Di çîrokê de, kesê serek e li pey guherandinê bû:
Dixwest bi wê kêlîkê bigre, ew kêlîka ku cîhan li ber çavên wî hatibû afirandin û pê re karibe vê cîhanê biguhere. Cîhaneke din çê bike.r.73
- Di romanê de, kesê serek e li pey guherandinê bû:
..Ez ji bo rizgariya vî bajarî rabûbûm. Me ê ev bajar ji vê rewşê rizgar bikira, me ê ew ji hemî xerabî û qirêjiyan pak bikira...r.31
............................................................................
10- Dawiya çîrokê, xwîn heye, kesekî kuştî tuneye:
Li destê xwe ...bêdeng li xwînê dinêrî. Peşkên xwînê bi dîwêr ve hilkişiyabûn. Heşt polîs bi hev re ketin hundir. Xwîn herikîbû
heta ber derî. Polîs li hemû deverê li kuştiyan digeriyan Tiştek nedîtin.....r.83
çîrok diqede û nayê zanîn ka ew xwîn a kê ye û kê kî kuştiye.
 - Dawiya romanê, xwîn heye, kesekî kuştî tuneye:
..Du dilopên xwînê ku li binê bişkoka çakêt ya herî jor ketîne, lê negihiştine bişkoka navîn...pişta xwe dispêre derî...
..rûyê min zer dibe, zîpikên xwêdanê xwe li eniya min didin der û ahîzeya li ber guhê min û kêra bi xwîn ya di destê mêrik de bi hev re dikevin.r.151
Roman diqede û nayê zanîn ka ew xwîn a kê ye û kê kî kuştiye.
............................................................................
Li vêderê ez vê beramberiyê radiwestînim û ji bo yên ku ev roman nexwendine, ez dixwazim lê zêde bikim ku roman ji du beşan pêk tê. Ev beramberiya ku min kir, ji bilî dawiya romanê, hemû ji beşê yekem e. Ji ber ku hema hema têkiliya her du beşan bi hev re nîne, ji bilî çend bûyerên ku di riya tesadufê re bi hev ve hatine girêdan. Heta çi radeyê her du beş hevdu digrin yan nagirin, ew dibe mijarek e din. Mijara min a vê nivîsê ew bû ku, ez balê bikşînim ser xalên serek e yên ku ji raman û atmosfera çîroka min hatine girtin. Ji navê romanê bigre hetanî bi bidawîanîna wê, hemû girêdayî sî û fikir û ramanên serek e yên wê çîrokê ne.
.........................................................................
Jêder:diyarname.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark