Arjen Arî
Di nivîseke xwe de min gotibû, ‘li þûna pezé pir man du kaviré kurr’! Mebest ji bikaranîna vé peyva péþiyan ev bû: Di kovara Tîréjé de herûwer du sé þair û sé çar nivîskar hebûn, û ew jî bi hatina derbeya leþkerî 12 Îloné re yé revî reviya; yé ma jî di heps û zindanan de bi salan raza! Xwezî razanbûya! Lé na; Esat Oktay Yildiran’é ‘xwadayé tirsé’ bi segén xwe yén har î dev bi girréz, bi qelas û dar û jop û serpozkén postalan nehiþt ku þeveké jî yek ji wan girtiyan seré xwe béxem deyne ser balgihé û tékeve xewa þîrîn?
Ên li derve mayî, çandî ‘filitî’ bixuyana jî ji ‘bobelaté’; tirsa wé siharé, wé sihara teng ya ku meriv kare bi ‘weriyana pelén çinaré’ bi nav bike, yé herî dilér î leheng û berxwedér jî bi salan bi vî rengî bi wî rengî hilgirt di dil û hinav û di kûrahiya ruhé xwe de… Di gel ku pénç þeþ caran hatim desteserkirin desté min ji ‘éþé’ nebû; ne revî revî reviyam, ne jî bi salan di hespsé de mam! Lé Berken? Berken Bereh? Yekî qurre gotibe jî , ‘þair ji roja ku ji déya xwe dibe, þair e’, Berken ne weke þairekî; lé weke þoreþgerekî, weke welatparézekî çepgir hate girtin û bi salan di hepsa nasraw û navdar Zîndana Diyarbekré de ma! Weke ku Berken jî di helbesteke xwe de aniyé zimén û gotiye ‘em ji nifþa êþeke perekende ne’, bi rastî jî em di heman demé de, li heman welatî, bi heman þéweyé rûberûyî éþ û azaré bûn! Û em – belku ez, belku jî em tev- ne li héviya éþé; li bendî spédeyeke zendspî, li hévîya hilatina rojeke porroj bûn… Û em, em nivþé zarokén xeþîm û naþî; kite kit dilsoz, bi dilérî û dilovanî li pawika þoreþé bûn! Lé, þoreþ pék nehat, nebû: Ji dévla pertewén rojeke sor, di spédeyek teng de roj reþ hilat û ‘éþa þoreþé’, ya axé, ya rojé, ya dil, ya héviya þikestî… li tevî rayén bedenén me, bi ser sénga weletakî de herikî: li kûrahiya þeva bi þehwet diherike neçarim li ber serê êþa xwe dûr im ji xwe qasî stêrkan, pîr im li vir bi qasî çiyan sêwiyek im, ji bilî êþê kesekî min tune ye (1) Berken di dîwana xwe ya nû ‘Þîna Helbesté’ de weke ‘kesé li ber seré éþa xwe’, nola birîndaré bi birîna xwe re bikelime tikûtené li ber tahteké, bi dilovaniyeke þairane éþé rist bi rist, peyv bi peyv, kite bi kite li tayé tizbeha semaxé dixe: min dilê xwe bar kir li helbesta êþên xwe bêyî bitirsim daketim mexzenên vê heyata hov bi hêminî dawerivî ji dîrokê çîrokên kevnare bi dilþadî mexel hat þeva sar, tûreya hiþê min herikîm, wenda bûm li nav vîzîniya bayê sar (2.) Di vé ‘herikîn’ û ‘wendabûna li nav bayé sar’ de, Berken ‘di dilé wî de tofanek evîn’, di ‘hiþé wî de mehrîcana xewnén ronak’ derdikeve réwîtiyeke mezin: di dilê te de tofana evînê di hiþê te de mehrîcana xewnên ronak noqî bager û bahozên rêwitiya gewre bû yî te bi destê rêwiyên kor girt di tunelên þevê de qala delaliya berbangên nebînayî kir li terazinan wek keþtiyeke bê al bihurî li deryayên bê perav tenê evîn bû her dem di tûrikê te de ne axê ne derya ne esmên tu hewandî ne tu biþirî li ber felekê li xwe mikûr were, þairo dema bar kirinê ye ji zozanan! (3) Li ser réya ‘réwîtiya gewre ya bi bager û bahoz’ ji bîr nake, dizane ku evîn navé qulzema éþa me bû! Û dizane ku ev qulzem navé welatekî bi xwe bû: li tevî asikan, qitikan, qulingén koçber; refé kewan, qeflén kevokan… qesta dilopek ava wé dikirin û dihatin…
Lé em dereng pé hesiyan ku éþén xelk û alemé yek in dudu ne; yé me hé di péçeké de bi þîré diya me re dikeve xwîna me, bi peyvén her lorîké re dinizile ruhé me, û bi her nehwirandiné re hé di dergûþé de me derdixe réwîtiya éþkéþiyé: li wir biheje çiqilek darê ez li vira dicemidim dilerize dilê min î rêþele yî xew li min diherime. li wir ba bialêse çiyê dicefile gewdeyê min dicefile helbesta li bin balgîfê bajar di þevê de wenda dibe. li wir stêrkek bixurice li vir dihelim mîna mûmekê! (4) Kî nebû þahidé xuricîna stérkan?Û kî neveciniqî di dema xuricîné de? Û kî, kî dikare bibéje mûm mûmdanké jî bi xwe re nahelîne! Her evîn evîndaran diwestîne. Evîn: siya me ya ku em li dû; û wé dev ji me nediqeriya… Evîn: li ser réya me rewrewka ku geh wenda dibû, geh dixuya. Li ser kîjan kahniyé em rawestiyana téhn téhn, tî; bi qasî nané tenûrî û mewîjé toré di tûriké me de li gel seriyek penîré sîrik, evîn qatixé me bû: stêrkeke xwînþîrîne her tîpeke navê te her ku ez wan bi bîr tînim bi îsîn diherikin çemên bextewariyê gulên zîvîn vedibin li bexçê dilê min (5) Kesek nizanibe jî, evîn pé dizane ku em babaderwéþé zimané xwe û yé navé Evîné bi xwe ne. Û dizane ku tiliyén me, tiliyén me yén ku dé li ber neynika siharé di nava poré yaré de bibûna þeh; ne tér-tije çûn ser tetîké, ne jî bi téra xwe rahiþtin çeka giran: pénûsé! Lé dîsa jî, geh ‘derwéþkî’ geh bi xetkéþtiyé em bûne éþkéþé éþa xwe. Berken, li gel éþkéþiyé, éþé dike éþdanka éþa xwe, bi nav dike û helbest bi helbest, rûpel bi rûpel li me belav dike bi diwana xwe ya dawîn ‘Þîna Helbesté’: wê raweste ev êþ wê hilbe ji nû ve tav ev demsala hov, ev oqyanûsa reþtarî wê binexþîne rûyê esmên êþa natebite di hundurê min de dê bibiþire bihar li bexçê li zeviyê genim har û dîn evîn zaroka herî çeleng û þîrîn û nan û biratî û bextewarî wê mîna dildarekê ramûse rûyê xweþik ê heyatê (6) Dîtina ‘rûyé xweþik é heyaté’ jî éþek e piþtî éþkéþiyeke dûdiréj! 1. Pîr Û dûr, rp.12 2. Fotograf, rp.22 3. Þairo, rp.26 4. Þina helbesté, rp.46 5. Gulname, rp.55 6. Xewn, rp.32 Þîna Helbesté, Berken Bereh, Wþ.Doz, 2008
Li ser réya ‘réwîtiya gewre ya bi bager û bahoz’ ji bîr nake, dizane ku evîn navé qulzema éþa me bû! Û dizane ku ev qulzem navé welatekî bi xwe bû: li tevî asikan, qitikan, qulingén koçber; refé kewan, qeflén kevokan… qesta dilopek ava wé dikirin û dihatin…
|