Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Bihina baranê

 


 

Ezîz Xemcivîn

1-
Çi bihina wan rojên baranan xweþ bû, ta nuha ew xweþiya ko nikare pesnê wan civanên xweþ bide, dozê li min dike û dibêje ka ji min re behsa meþwarên li ber dibistanê bike.

Dizanim her tête bîra min, pêjna te ji ber deriyê xwe dikim, gava tu dihat û te digot va gihame ber derî, derî veke! Bi rastî carina min bawer nedikir, nizanim ji bêriyan, nizanim ji þahiyan, her bîranîn xweþ in, taybetî gava diya min  nok ji me re dikeland û rojekê em þandin ber dibistana zarokan, tê bîra te, min nok didan zarokan û te jî pere werdigirtin?


Ew roj çi roj bû, þahiyeke delalî li ser dilên çivîkan bû. Rojeke bi kenê perwaneyan xemiladî bû. Dema min û te dendik û behîvên ter bi pereyên nokan kirîn, te çû sîwana xwe anî û em li bin baranê meþiyan.

Geh bi bazdan, xewnên me li pêþiya me dixistin û geh bi kêf, dêmên me ji sermê neditirsiyan. Carina dema destên min sar dibûn, diqefilîn, min dixwest wan têkim bêrîka qapûtê te, te digot binere tu dendikan nedize…!

Destên min li te vedigerandin û digotin dendik bi behîvan e. Em "þirîkên" hev bûn, tev ko ewê hingê tu baxçe di sînga me de þîn nehatibûn jî, lê belê heta nuha biniha sêvên sînga beyar li ber pozê min e!

2-
Li ber pencerê, pirsa te ji bayê rêwî dikim. Li ber tenûra dil, pirsa te ji rivîna hilbûyî dikim. Ne xem e, tu li ku bî, dûrbînên hiþ þiyar in. Pêlên hevokan bilind dibin û ji belengazî qilûs dadikevin.

Erê, ez ew nêçîrvanê tirsok im, destê min naçe diziya tu baxçeyî, lê çavên min meþxelên ken li her derên evîna te vêdin. Erê ez ew dilê sotî me, dilê dahola cengê me. Ji xavika berbangê hatime, ji penaha çavên dilovan derçûme, wekî çip ko ji gwîzikek pembû diçim gwîzikeke din, dixwazim çavþînkan li ber sîngên biþirînên sibehan deynim.

3-
Demê, xewn û xwezî bi hev re haval bûn. Demê, hêsir li ser rûçikên gulan diherikîn. Demê, babîsoka xweziyan li min û te hil bû. Serê min di serê çiya de þikest û pênûsa min li bin lingê Dînasorekî teqiya! Te dît ez ne lîstikvan im! Te dît di kaniya pênûsê de melevan im û li ber çemê hestan diherikim?

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark