Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: ŞOPA ZENGILÊ DIL

 




 Xizan Şîlan

    Min li xewa tarûmar, di xewna xwe ya gerok de dil girtibû. Dimeşiyam û dibeziyam bi gavên mereqdar, bi çavên evîndar ku bighêjim wê û ji nêzik ve bibînim. Mereqek hebû di dilê min de, mereqa dîtina bejn û bala delaliya wê. Min hesret dikişand, hesreta sewdayê, hesreta dîtina melûliya awirên çavên wê. Şabûn û coşek hebû di kelkela xwîna rayên min de û bi wê coşê dimeşiyam.


Li ber deriyê wê rawestiyam. Bêyî ku di şuna xwe de bilevim, min guhdariya dengê dilê xwe dikir. Dilê min lêdiket, mîna zengilê deriyê wê. Min bi heyecan û bi tiliyên xwe yên diricifî zengilê derî dihejand û lêdixist. Ji nişka ve derî vebû, wê deriyê koşka qefesa xwe vekirîbû ji min re. Dilê ”Z” ye…
   
    Dengê wê yê nazik û nermik di guhê min de mîna dengê Kewa nikulsor bû. Awirên wê yên nazdar weke roja berbangê dibiriqî di bibîkên çavên min de. Tîra brûyên wê yên kevanî mîna xençereke tûj di kezeba min re diçû xwarê. Ez bi dest û pî û lingên tevzînok derbasî hundur bûm. Bi tirs û heyecana laşê xwe ve li ber çokên wê rûniştim. Min bi kesera hêviyên qurmiçî xweşbêhna keziyên wê dikişand cîgerên xwe. Çavên min têkilî çavên wê yên melûl û xemgîn bûn. Piştî demekê çavên wê yên zeytûnî dibişirîn û dikeniyan di giyanê min yên şermok de. Di navbera me de peyva awirên bêdeng destpêkiribû. Hesreta evîndarî û bêrîkirina salên ku li ber bareşa feleka xayîn berba bûyî ji nû ve li min vedijenî û geş dibû.
   
    Carnan bêdengiyek, carnan kenekî nazik di navbera lêvên wê yên xweşik de belav dibû li odê. Bêyî ku qedehek mey vexwim serxweş û sermest û heyranê wê dibûm. Kelecana tayeke zirav xwe li bedena min dipêça. Qey tu dibêjî min şûşê araqê bi carekê re di gewriyê xwe re berdabû û ez ji xwe derbas bibûm. Min dîsa keserek û hilmek ji cixara xwe kûr kûr kişand. Carnan di navbera bêdengiya me de awirên min ji çavên wê dûr diketin û min li derdora xwe temaşe dikir. Li dîwaran, wêneyan, çîçekan û li şewqa finda ku bi coş vêdiketî mêze dikir. Diponijîm, ketibûm nav ramanên kûr û ji xwe gelek dûr ketibûm. Pêjna laşê min li nav pêlên deryaya jankêş winda bûbûn, dîl hatibûn girtin û fetisî bûn. Min çavên xwe berdabûn noktekê û bi tîrêjên awirên xwe yên xemgîn li derdora wê nokteyê semah digerand. Ew nokte, êşa tenetî û perîşaniya min ya li kolanên xerîbiyê bû. Sewda, nasname, stran, dîlan, bêrîkirin û hesreta Welatê min yê bindest bû. Min dixwast, êşa kul û kedera sîngê xwe, bêdengî û jana xwe li ser wê nokteyê biperçiqînim, bihelînim, pê bigrim bişeqînim, bavêjim û tune bikim bi agirpêta çirûskên awirên xwe yên bizdonek.

    Finda ku li ser masê vêdiketî hêz û coşek dida pêlên kaniya hestên min yê newêrek. Min çavên xwe kiribûn qelem û firçe, dilê wê jî tabloya spî. Min firçeya xwe li ser tabloya spî digerand;
Wêneyê baxê gula sor; li gulîstana biharan dibişkivîm û bi bêhna qurnefîlan ber bi wê ve difûrîm.
wêneyê stêrkan;  li koretariya şevereşên xewle di gerdûna nava xwe de dibiriqîm û ber bi wê ve dixuricîm.
wêneyê xanîyekî biçûk; li şevên oda wê dihewîm, di hembêza wê de radimedîm û dibûm zavayê textê bûkaniya wê.
wêneyê ewrên reş û tarî; min perdeya toz û dûmanê çolistanan diçirand û bi rengê keskesora dilê westiyayî ber bi wê ve dibezîm.
wêneyê gola baranê; min di bin şil û şepaliya dilopan de sakoya eşqa hesretê li xwe dikir û ber bi wê ve diherikîm.
Wêneyê kuliyên berfa spî; li seqema zivistanên sar û li ser rêya qeşa girtî bi gavên şemitok ber bi wê ve dipekîm.
Bi wêneyê xwendina çûkên asîmanan re, min jî mîna bazê zinaran baskên xwe diçirpand, radiperîm, serî radikir û ber bi wê ve difirîm.
Xoşewîsta ku giyanê min yê çilmisî û hêviyên derbeder bûyî  ji nû ve vejandî û ken û şadî li min bexşandî…
Dilê ”Z” ye…

    Em li derve, li nav daristanan digeriyan. Pelên daran diweşiyan xwarê û bayekî hênik yê Payîzê rûyê me mizdida. Ji ber bayê hênik laşê min diricifî. Kenê wê yê nermik, dilgermî û dengê wê yê şîrîn û nazik, porê wê yê xumrî û hunandî, bejna wê ya fîdanî, germiya qefesa wê ez dîn û sergêj û sermest kiribûm. Laneta bîranînên qurmiçî li min şad dibûn.  Ez ji nû ve hatibûm afirandin û bêhna jiyaneke aram li ber pozê min difûrî. Coş û heyecan û hesteke şad xwe li tenetiya şevên min radipêça. Weke gul û çîçeka ku çilmisî ji nû ve bipişkive û şîn bibe jiyan jî li min xweş û geş dibû.

   Min bi maçên xunava lêvên hesretkêş gerdana wê ya spî bi morî û mircanan dineqişand û ew tevî hezkirin û bêrîkirina salên bihûrî hembêz dikir.
Ez êsîrê şewqa awirên wê yên di çirîsandina stêrkan de diçirisî…
Ez mehkûmê tiliyên wê yên qolincên min mizdida…
Ez êsîrê germa henasa wê ya dilnerm…
Ez bi dil û mêjiyê xwe ve û bi laş û giyanê xwe ve mehkûmê wê bûm.
Belê dixwazim wê gavê û wê demê bijîm. Ne rojên bihûrî, ne jî rojên dahatû…
Bes haz û heyecana wê gave û bextewariya wê demê…
Mehkûmek di zîndana dilê wê de…
Dilê “Z” ye…


Xizan Şîlan
2008-11-11
Stockholm

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark