Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Pêvajoya jina kurd di dîrokê de *

 

Narîn Metînî

Di dîroka kurdan de pir jinên kurd cihê xwe dagirtin û bûn stêrkên geþ di asmanê kurdistanê de û weke nemûne ji wan di ware xebat û çanda kurdî de ; Rewþen Bedirxan ; <1909=1992> ya ku pir kar û tevger kir bo tor û çanda kurdî û pêþxistina gelê kurd di nav miletên cîhanê de, hingî ji ber vê yekê Rewþen Bedirxan nav û nîþana jina kurd e û nemûneke hêjaye ji bo pêþketina jinê çimkî jin stûna niþtimane û dibistana gele, lê belê pêþketina civakî di pêþketina wê de ye.


Weke em dizanin ku jina kurd pir zor û astengî dîtiye, carekê ji destê xelkê û cara din ji destê neyaran û ev dide xuyan ku jin di civata paþketî de, xulameke bindeste, wateya jiyanê nas nake, nizane ku rola wê roleke bingehî ye di berdewamiya jiyanê de.
Lewre baweriyek cem jinê çê bûye,  ku nikare bi karekî giring rabe û wisa jî jin ma bindestî xelkê, lê di borîna dehên salan, hin bihin jinê di berxwede da û hinekî xebitî ji bo  mafê xwe û mafê gelê xwe pêk bîne û xwe da xuyan kun e kêmî mêra ye, bi hêz û ramanên xwe rola xwe stand ji hemû hêlên çandeyî û civakî û sêyasî û alîkariyeke mezin di avakirina civata kurdî ya netewî kir.
Belê .. ev nîþane ku jina kurd hêjaye vekirina dergehên azadiyê, hingî pir vîn û hêzên wê hene ku alîkariya civaka kurdî bike û raweste ligel birayê xweyî mêr , tê weke ku em dibînin li gelek herêm û deveran ku hîna jin dibin dare zor û bindestiyê deye û dive jina kurd bi taybet mirovantiya xwe biçesibîne û çarikê ji ber çavê xwe hilîne, bi xwestina mafê xwe û bi þoreþeke çandiyî rabe û mejiyê xwe rizgar bike û li ser rêçika Rewþen berdewamke.

---------
* jêder: rojnama (þepêl) hijmar (7)

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark