Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: BIÇÛK MEZININ

 


Melevan Resûl
melevanresul@hotmail.com

Em wekî milet û bi giþtî çavseyr dimînin ji hewldan û karîgeriyên gewre , yên bi bandor di rêveberiya jiyanê de û gelekî caran pesnê xwe pê didin û mîna pêmayekî ji xwere dinirxînin , helbete ew dibin cihê rêzgirtinên me , lê ma me li hûrikên wan karan neriye ka bi çi awahî û çi mercî biserketine ?


Mixabin her rola me wekî pêkêr dibin hîma lêkeran de dimîne , eva jî þermiyeke di mantelîta hiþmend ya kurdî de bi taybet cih girtiye , wekî me xwendî bi me hatiye nasîn ku jiyan bi xwe ji hûrikên li ser hev kom dibe bênder û pêmaya mirovan , çi ji madeyên diravî û çi yên derûnî bin .

Ev zanyarî ji kombûna li ser hev û bi salên dûvdirêj bûye mîratê þarezayî yê , karîgeriya wê li rêveçûna yasa û gerdûnê heye , lê dive em bikevin wê baweriyê ku kesên di wan qunaxan re derbas nebin û heme bi pêpelûkî xwe bi serê ban bighînin , yan wê ranê wan biþeqite û yan wê sergêjek bi wan bikeve û ji serê ban bi irçinî hilweþin .

Gelek xal hene mirov ji xwere dikare bike mînak û di her babetî de , mirovên bêrewer tu carî þîret û têbêniyên biçûk di paþ guhê xwere navêjin , kesên zana dizanin ku biçûk û biçûk xwe li hev kom dike û gewre dibe , ew gewre dibe hêz û rûdanên berbiçav diafirîne , hemî kar ji biçûkan despê dike , çendîn serkirde û qiral û þah ji kesên bigoman derketine , Mîkrob û Veyrosên hûrik ji hev dizin û tenduristiya mirovan talan dikin , çemên bi þepol ji cok û cûbarên melûl pêldidin , agirê bi hilor ji çirîskekî dijene , ramanê evra ji xêrxwazekî dize û ……h,d.

Ji layê wêjeyî ve jî , ew gotinên sivik û tîpên ziwa , hevokên ber bisûde tamekî û rengekî dixin jiyana mirovan , heger em bi keda pêþîvanên gerdûnê yên mezin serxweþ dibin û li wêjeya xwe ya çalepkî þermokin ? ez dikarim bersivê bidim : her karê ji biçûkan destpê neke , wê nikaribe mezinan jî biafirîne .

Di vê derbarê de ez bangî hemî xemxwer û dilsozê peyva resen ya kurdî dikim da ku li þana hingivî vegerin û lîloza wê di himêza bazara bikiran de raxînin , þermî ne ji çanda jibîrkiriye , þerma mezin ewe heger em mêvanê sifrê biyaniyan bimînin , gûz û bezê xwe di kiwarên genî de bê xwedan bihêlin yan ji toza salan nedaweþînin bi bihaneya ku - va mezintir heye , ne pêwiste em li biçûkan bigerin – .

Dawî dibêjim : ew kesên ku hûrikên xwe ezîz nebînin , wê mezinên wan jî kavolek vala bimîne , her çiqas dimsa xelkê þêrîn be ? lê wê rojekî li wan bibe kerafî û zilindar .

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark