Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: 10.12. Roja cihanîya mafên mirova ye

 


Selah Beyro
Dihê Çilê pêþî, bîranîna roja cîhanîye ya mafên mirovane ku her sal komelgihên sivîl û çalakvanên mafên mirovan haydar dike ji bo çare serîya wan têk dan û rûdanên têne encamdan li ser destên rijêmên diktatorî û kevneperist li cîhanê, nemaze rewþa mafên mirovan û azadîya wîya bingihî li komarên roj hilata nave rast û bi taybet li komara sûriya di qûnaxeke tund û tûjî û aloz re derbas dibe.


 Ji xiþta karê rijêma sûrî yên rojane girtin û dûr kirina kesên ronakbîr û çalakvanên ku xem xwerê parastina mafên mirovan û civaka sivîl yên li bin siha wê rijêmê karê xwe bi rêve dibin .
û li van kawdanên nazik û hestyar de,yên ku gelê sûriyê têre derbas dibe nemaze miletê kurd,ji encamê rewþa awarte û tengavîyê ya bihtir ji berî Çar Deye ,ji salan ku yasayê karpêkirina li sûriya bi kar tênê û rê li ber dadgehên karê sivîl digire û desthilata dadwerî ne çar kirîye,û beryara peyketin û girtinê kirîye destê dadgeha serbazî de,ev rewþeke ne yesayîye di navbera gel û rijêmê de hatîye li darxistin .
Lewre hemî layên asayîþa supayî-serbazî-bê doznama cêgirê giþtî bi dihan ji welatîyan xwe bê sedem digre û wan bi vebestin li senter û tayên xwe bê diyarkirina çarenûsa wan bihtir ji çend mehan dûr ji pîvanên dewlî yên girêdayî bi penemayên mafên mirovan ve bi behane navê wan li ser Malperên enternêtên kurdî hatîye dîtin,bi ber gomanîya navê wî mîna navê nivîskarekî dî ku gotarên siyasî li ser rewþa rijêmê û pirsgirêka kurdî û barûdoxa rewþa awarte û rewþa mafên mirovan li sûriyê di malperên  enternêtan de di nivîsê ,û ev Pêrabûn  cihê kirêtî û þermezarîyê ne, tê xuyakirin ku ewê bergoman bê gunehe  ji vê tawanê ku biwîye sedemê girtin û bin Çavkirina wî, Jiyana û qerebokirina van girtîyan ji hemîya welatîyan sûrî ji desthilatê tê xwestin û em wê berpirsyar dikin diber saxlemî û jiyana wanî tendurustî de,çimku li dawiyê ew welatîya sûrî ne,li gor pîvanên hevçerx ,pê divîye  tu cêwazî nekê di navbera welatîyên xwe de,li gor guhdanên wê ji siloganên dîmuqratî û rizgarî xwaz re,û  bi guhdan li rewþa mafên mirovan li roj hilata nave rast. 
 û ji bo fêrkirina wan rijêman li ser rahatina mafên mirovan pê divîye çalakîyên cor be cor bêne li dar xistin ji kargêrîya komarê re, ji bal gomelgiha giþtî ya mafên mirovan ya nav dewletî ve û çanda mafên mirovan û azadîya bin gihî bibe bendekî serkî di destûra van komarên me destnîþan kirin re,û vekirina xulên çandeyî taybet ji bo nifþên nuh li ser pêzanînên çandan van mafan li jêr:
1-Mafên tendurustî .
2-mafênperwerdeyî .
 3-mafên bi cî kirinê.
 4-mafên helbijartina hevjînîyê.
 5-mafên piþikdarî rewþa jiyana giþtî.
 6-bê  tund ûtûjî û eþkencê û hemî rengên girtin û vebestina bi kotekî.
7-mavên giringî rizgarkirî ji tirs û bê pehirkirinê.  Bê goman perwerdekirina li ser mafên mirovan ne mijareke li dibistanan bête xwendin belê ew kareke ji bo hemî gel bê cidahî bi jiyaneke azad þabibin û berdewam bin bi hevre bi hilkefta vî karê pîroz ji bo pêþve çûna çanda mafên mirovan li ba nivþê paþe rojê  û asê kirina  azadî û aramî û aþtîyê li nav hemî miletê cîhanê.

Qamiþlo
 7/12/2008.z

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark