Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: Hevpeyvîn bi mamoste Nesredîn İbrahîm re Sekreterê (elpatî)

 

Mamoste, weşana NEWROZ dilxweş û şaye ku di vê hevdîtinê de li we guhdariyê bike, raman, hizir û bîrbaweriyên we derheqa derd û êşên gelê me yê kurd biguhêze xwendevanên xwe, gelekî bi xêr û xweşî hatî.


B -di destpêkê de ez sipasiya NEWROZÊ dikim, bi rastî ew stêrkek geşe di warê wêjeya kurdî de,hemî cûre tê de peyda dibin, ez yek ji xwendevanê wê me.


1-Piştî van guhertinên mezin di hemî warên jiyanê de li cîhanê, hûn paşeroja gelê kurd bi tevayî û gelê me yê kurd li sûriyê bi taybetî çawa dixwînin?

 -Bê goman ev guhertin bingehînin, ji ber li ser tuştine taybetmendî ne, belavkirina demokrasiyê yek ji navnîşanê wê ye, herifandina ykîtiya sovyêt, rijêma talban û ya Şawşîsko, ji hêlekê ve,ji hêla din ve jî roxandina rijîma sedam ê dîktator,bicîkirina fedraliyetê li kurdistana başûr, ev guhertinê han senter bûn di herema me de, bê goman wê rola xwe biguhêze dewletên derdorî xwe , ji ber bayê demokrasiyê rabûye, û miletê kurd wê ne derveyî van guhertinan be li hemî parçên kurdistanê.

2- Hun rewşa tevgera kurdî li sûriyê çawa dinirxînin? Çi kar  û xebat ji bal partiya we ve ji bo yekirina gotina wê dibe?

B- di van rewşên awarte de, ku bihtir ji 40 salî tê meşandin li welatê me, tevgera kurdî ta nuha kariye hebûna xwe biparêze,li gor barzanîna xwe, pirsgirêka kurdî pêşde dide,ji aliyê din ve jî xalin hene ji wan dikaze, parçebûna ne suruştî ya balkêşe ji wan, nuha em hewil didin ku tevger were ser hev,ji vê me xwest ku DÎTİNA HEVBEŞ bibe programek siyasî, û gerek em haziriyê bikin ji kongirek netewî kurdî re li sûriyê, ya bihtir giring avakirina LÊVEGEREK kurdî ku karibe nûnertiya miletê me yê kurd li sûriyê bike.

3-ENÎ û HEVBENDÎ ya kurdî di ragihandina şamê de cih girtine,hin gazin têne kirin,ku di belgenameya wê ya bingehîn de , mafên gelê me yê kurd bi xurtî cih negirtine. Di vî warî de hûn çi dibêjin ?

B-ev cara yekem bû ku me karîbû hebûna doza kurdî li bal opozisyona demokrat li sûriyê bidin çûnrayêkirin,ragihandina şamê bi xwe jî tîpne qalindin, daxwazê endamê xwe teva têr nake,lê belê xalin hevbeş di navbera wan de peyda bûne û bûye bingeha pêşveçûna demokrasiyê, ya balkêş ewe ku ev ragihandin qizinceke mezin û gaveke hêja ye .

4-Îro HEVBENDÎ û ENÎ ya kurd karên hevbeş bi hevre dikin, ev yeka han cihê dilxweşî û pîroziya gelê me yê kurde. Gelo hûn di HEVBENDÎ û ENÎ yê de hewil didin ku encûmenek kurdî li sûriyê bê avakirin, hemî hêz û rêxistinên kurdî û kesayetiyên xweser cihên xwe têde bigrin?

B-têkiliyên di navbera ENÎ û HEVBENDÎ  yê de, divê pêşkevin, yê me wek partiyek tu problem li ba me nînin , em dixwazin ku ev dîtina hevbeş bibe ya tevgera kurdî bi tevayî. Nêzîk, rûniştinek heye ji bo pêkanîna encûmenek kurdî li sûriyê,gerek rêxistinên tevgera kurdî hemî têde cih bigrin, hêviya me ew e.

5-Wek hatiye naskirin dan û standin di navbera we û P-Y-D-K-S de hene ,û win bi karine hevbeş radibin , ta bi çi radeyê ye pêşketina vê yekê?

B- ev biryar di navbera herdû partiyan de istiratîcî û gelekî li pêşe, em bi hêvî ne bigihe qûnaxa yekîtiyê,hêviyên min li ser vê gelekî hene ku pêşkeve, ji ber nêrînê me nêzîkî hev in, em xwe dibînin wek partiyek, em bi hêvî ne ku fireh bibe bi rengekî nû li ser bingehek demokrat. Bêyî vê , wê zehmet be tuştek pêşkeve.

6-Piştî rûniştina ENÎ û HEVBEDÎ yê bi cîgira serok komarê sûriyê re, ji bo vegerandina nasnamê li kurdên ku di 1962 an de hatibû kişandin, ta bi çi radeyê hêvî li ser têne girêdan?

B-bê goman piştî hatina serok Beşar Elesed, hêvî li ser pêşvebirin û nûbûnê hatin girêdan, lê mixabinta nuha ew sîstema kevin hê dişopîne, em tu hêviya li ser girênadin, lê ev dîtin, em wê pozitîv(erênî) dinirxînin, ew jî hatiye ji hilguvaştina ku li ser rijêmê tê  meşandin, gerek dîtin bi tevgera kurdî re be, ya dîtir, gerek em hay ji hevdû hebin, em bi hevre herin yan bi hevre neçin.
Ewan da xuyakirin ku ev nasname wê rewşa wê  bê çareserkirin. Berê jî soz hatibûn dan,em hêvîdar in vê carê rast be.

7- Di warê geşkirina wêje,çand,folklor,ûzimanê kurdî de , partiya we çi karî îro dike

B-li bame kovarek bi navê (JÎN) heye , bi kurdî û erebî ye, jimara wê gihaye 101 ê, ROJ û AZADÎ jî du kovarin heremî ne, yek li Cezîrê, ya din li HELEBÊ derdikeve, komîtên fêrbûna zimên hene, em dibînin gerek kar bihtir be ji wilo, lê rewşa zimên li ba hevalên YEKÎTÎ baş li pêş e û guhdan lê baş dibe.

8- Eve 67 hejmar ji weşana NEWROZ a du mehane bi temenê /10/ salan belav bûne . Hûn derçûna vê belavokê çawa di bînin, çi rexne û kêmasiyan lê digrin mamoste ?

B-wek di pêşde min got bi rastî NEWROZ stêrek geşe bi gelek tuştan ve mijûl dibe, berdewamiyê ez jêre dixwazim , bi hêvî me pêşkeve roj bi roj.

9- Bê gomane ku zimanê me nasnama me ya netewî ye, ji bo fêrbûn û fêrkirina zimanê dayika me, hûn ji keç û lawên gelê xwere çi di bêjin ?

B- ez bi hêvî me keç , law û hemû kesên kurd taybetmendiyekê bidin ziman, ji ber ew nasnama me ye , tevgera kurdî tuştin baş kirine di vî warî de .

10- Gotina te ya dawî ji xwendevanên NEWROZ re çiye mamoste ?

B- silavê min li ser rûpelê NEWROZ a rengîn ji hemî karmend û xwendevanê wê re rêdikim, NEWROZÊ bixwênin û bidin xwendin.

                    Ji kûrbûna dilê xwe , mamoste em we sipas dikin
---------
Jêder: rojnama NEWROZ

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark