Beþîr mele
ji bo çi perbelê xwe kuþt!?
di dema ku havînê germaya xwe dipêça
cîh ji payizêre di hiþt
hûrik hûrik tehtên sincirî
çengên xwe da diweþandin ji germê
serma û hilma zivistanê himbêz dikin
çivîka perbelekî, di van kêferatên suruþtî de
li banî û gelyan digerya
kulîlk bi kulîlk
li rojdar û berberojkan di gerya
hêlîn di çavê rokê de di hûnand
Segvan rav û qefes di mejyê xwede vedan
li Bilbila ji çiyê zabû di gerya
kîjan zinarê rok bi sipîdare didîtin
Perbelekê li wir bi tîrêja pêþîre nimêj dikir
ew sal zivistan dijwar bû
xwe zû noqî payizê kir
Perbelekê jî çav kilkirin
bi dîlanî ji eewrên vegirtî re, dilê hêlînê germ dikir
mexabin dema eewir daketin
nav zevyên gulistanan
payizxêran çêbikin
Qute marekî kor
ko ji ber pisîkên çolan filitîbû
xwe çengî Roxana Perbelekê kirî
ew roj Bilbilê bi xunavan destmêj girtibû
ew roj gula bi tenha sîwan jêre vegirtîbû
li Cûdî di nêrt gemya jiyanê li kohê wî di dît
bi fiþîna Marê birçî re
Bilbila awaz þêrîn
xwe di zinarê rokê de werkir
bi þîqîn û sirûda wêrer
dar û ber xemgîn bûn
ji wê bûyerê de … na bi wê þefeqê re
navê wî zinarî bûye Zinarê Perbelekê
her sal di payizan de, baz û kevok di civin
agiran tînin bîra marvedanan
gelo Perbelekê
bi mirina xwe baran li Sîpanekî nuh
ji çivîkan re anî ?
her ez ciyekî bilind di bînim
ya kevokek sipî
gulek qurmizî
riwekî li ken ,Perbelkê tînin bîra minî givaþtî
û… zikekî tilêr…
…kumekî qilêr
û berçavkên tarî,bê bextya Koremaran tê
bîra minî kuwîr
kela girî min ji dil dilerizîne
weke bedew û xweþikan bi agir dîlankirin
hinekan bi barûdêre, çavê sitranan sipehî neqiþandin
wilo jî Perbelekê
di nav Keskesoran de li asoyî hêvyan
bilind difîre
bi wê perwazê,
hestan di kiþîne ber bi dûrya bê binîve
Bêrîtan:
wê carekê di qentara wan çiyan de
ji dûrayan nêzayî çêbibin.