Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Lidarxistina 13mīn Mehrecana Helbesta Kurdī li Sūriyź (Hin tźbīn ū nerīn)

 


Mehmûd Badilî
(Endamê komîta Amadekar )

Ez dizanim, hemû helbestvan û rewženbîr û cemawer û evîndarên helbesta kurdî, bi çavekî niyazdar û hestekî lerizî û çožeke germ û bilind, li bendemana lidarxistna vê mehrecanê gelek hêvî diristin, ku vê carê, dê ne wek her carê berê be, çi ji hêla kargêriyê ve, çi ji hêla beždariyê ve, nemaze ku kargêriya wê ji hêla du partiyan ve her yek li alîkî û di heman wextê de cuda cuda li dar dixistin.


Belê raste, vê carê hêviya me çû serî û dilê me ket cih ku mehrecan li cihekî bi tenê lidarket, û komîta amadekar ya mehrecanê bi rengekî serbixwe û rêk û pêk karên ku li xwe hilgirtibûn birin serî, û li vir em ji teva re dibêjin û ji hemû kesên alîkar re, çi komît, çi kes, çi hêzên siyasî mala we ava be ku we karîbû mehrecanê bikin yek, û pirrtirîn helbestvanên kurd li sûriyê beždarî wê bikin.

Belê komîta amadekar vê carê baž westiya, û teva soz û peyman li hev birrîn ku divê mehrecana helbestê dûrî nakokiyên tevkera kurdî be, û divê serbixwe bê lidarxistin û ne di bin siya çi partiyê de be, belê divê bi alîkariya tevgera kurdî be û çi hêzên ku bixwazin pižtgêriyê bikin, û bi vî awayî tev dest bi dest ji bo serkeftina mehrecanê ji dil û can xebitîn û her yek li gorî žiyan û karîna xwe bo vê armancê xwe westand.
Belê, li gorî žopandina me ji karê komîta amadekar re, çi biryarên ku me di civatên xwe de dabûn, bi rêk û pêk me ew biryar bi cih anîn, me ( 108 ) helbest çi yên bi dest û çi yên di rêya Emaila mehrecanê de ji me re hatin, me ew wergirtin, du fayl yek bi navê helbestvan û nemre û yek tenê nemre û sernavê helbestê me li cem xwe amadekir, û pižtî ku me komîta nirxandinê hilbijart ji heft kesên bi nav û deng (Xelîl Sasûnî, Mehmûd Seberî, Dr. Ferîd Se`dûn, Xalid Mihemed, Aržek Baravî, Ibrahîm Xelîl, Režîd Ebas)  me ew fayl her helbestek nemreya wê li ser û bê navê helbestvan, da destê her yekî ji van kesên ku hatin hilbijartin bo nirxandina helbestên beždar.
Bêguman hilbijartina komîtek kawir bo nirxandina helbestên ku beždarî mehrecanê bibin, pêngavek nûbû derbarî helbesta kurdî sebaret bi mehrecanên ku berê lidarketibûn, ev jî sedemek wê hebû, ji ber çend mehrecanên ku vê dawiyê lidarketin; bi rastî, ez dikarim bêjim me gelek kesên helbestvan têde didîtin lê mixabin kêm helbestan guhê me dilivand, wek nuha em li ser rûpelên Entenêtê wêneyên gelek helbestvanan dibînin lê em helbestê nabînin, ji hêlek dî ve, me sê xelat destnîžankirin, yek jê xelata rêzgirtinê wek her car ku dihat dan bo helbestvanekî xwedî nav û ked di nêv milet de, û du xelatên dî, yek bo çaktirîn helbesta serbest a nûjen û yek bo helbesta kêžesaz a kevnežop, ev jî gavek nûbû daku em rê li pêž ciwanan vekin û em di rêya nirxandinê re asta helbestê bilind û xwežik bikin.

Mehrecan di roja înê 24 – 10 – 2008 an de li bajarê Qamižloka rengîn lidarket, ji bilî helbestvanên beždar gelek nivîser û rewženbîrên kurd û cemawerên helbestê ji hemû herêman amadebûbûn, ji xwe mehrecan bi vê henteža xuyane, bi ser de hest û xewn û xeyalên helbestvanan ku di hewayeke qeženg û žayik de deng li hev vedigeriya, bi xeml û rewžek dîtir, rewžeke sergul hat afirandin.
Tevku mehrecan bi serkeftin lidarket, lê hin žažî û gêmasî ji hêla komîta amadekar û komîta nirxandinê ve çê bûn, ji xwe çi kar bê žažî derbas nabe.      

Dê ka em werin hinekî li ser karê komîta nirxandinê rawestin, û em bi hêvî ne ku kes ji wan dilê xwe ji me nigire, tevku hurmet û rêzgirtina me ji tev re heye, û karê wan cihê spasiyê ye. Lê mixabin tevde ketin žažiyan derbarî nirxandina helbestan, û em dikarin va žažiyan di çend xalan de destnîžan bikin:

1- Endamên Komîta nirxandinê dema ku helbest gihižtin  ber destên wan, ti çivîn bi hev re nedanîn, û helbestên serbest ji yên kevnežop veneqetandin, û xanxanokek hevbež bi žêweyek zanistî bo dana pileyan çê nekirin, û ev yeka têveliyeke pirr mezin anî holê derbarî nirxandina helbestan.
2- Hema yek ji endamên komîtê, pileya ( yekê ji sedî ) daye ( 43ê ) helbestên serbest yên nûjen, û ew ne helbest hijmartine, û ew bi helbestên serberdayî bi nav kirine, li hember vê yekê hin helbestên dî yên serbest û nûjen pileyên bilind daye wan di bin navê ( helbesta serbestî kêžesaz de).
 3- yekî dî, helbesta serbest û ya kevnežop bi yek xanxanokê pêvandiye, dema ku helbesta kevnežop pîvanên tayebet pê heye, û ya serbest jî wisa, di vê rewžê de heger pileya bend û terazûyê (10 ) be, li vir helbesta serbest bi koneyî dehek jê firiya û pileya wê ma ji ( 90î).

Bi rastî, ew her sê xalên jorîn, žažiyin pirr mezinin, pêwîst bû ku komîta nirxandinê ew žažî berî ežkerekirina pileyên helbestên beždar çareser kiribana, lê mixabin wisa derbas bû.
Em bi hevê ne, ku di mehrecanên bê de komîta ku bê hilbijartin bo nirxandina helbestên beždar hay ji va žažiyan hebe, û baž xwe di xwendina helbestan û têgihižtina naveroka wan de biwestînin, û bi çavê hêwedariyê helbestê nenerxînin û helbesta kevenžop di ser ya serbest re negirin û nekevin di bin bandora soziyê de, ji hêlek dî ve babeta helbestê tekane hestên wan nerevîne, û nekevin di bin žerm û fediyê de û li nava negerin.

Dîsa, ezê dûbare bikim, karê ku komîta amadekar û komîta nirxandinê bo mehrecana 13mîn kir, ne karekî piçûk bû, belê karekî gewre û sergul bû, û her sê xelatên ku hatin dan, çi ya rêzgirtinê çi herdu xelatên bo çaktirîn helbestên beždar, di cihê xwe de hatin û hêjayî xelatê bûn.
û karê ku hat kirin, û keda ku hat xerçkirin, qet winda nabe, û tev cihê rûmet û rêzgirtin û spasiyê ye.
Û di rojên bê de, emê hewlbidin ku hemî helbestên beždarî mehrecanê bûn, li ser rûpelên malperên kurdî belav bikin.

Ta mehrecana bê hûn tev bimînin di xêr û xwežiyê de
Sibehên we tev gul bin
Salên we tev helbest bin.

Hesekê / 26-10-2008

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark