Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Vexwendina vekirî ji bo mehrîcana roja helbesta kurdî 2008

 


Nivîskar, rewşenbîr û hezkiriyên peyva kurdî..
Em bi navê komîta amadekar a mehrîcana roja helbesta kurdî 2008, li Bonnê we bi awayekî vekirî vexwendî guhdarkirina helbest û peyva kurdî dikin. Da ku em bi hev re moral û hêzê bidin helbestvan û kedkarên peyva kurdî. Bi beşdarbûna we, dîwarê qedexekirin û lawaziya peyva kurdî tê herifandin.


Xwişk û birayên hêja!
Wek hûn jî zanin temenê mehrîcanê di îsal de dibe 16 sal ku hîn jî bi dilekî geşbînî civata helbesvanan saz dike û cirûskên wan hêviyan sal bi sal dilê hezkiriyên peyva kurdî jî geştir dike. Armanc û helwesta me, parastina zimanê wêjeyê ye, em bawer in ku wêje di rastiya xwe de neynika civaka me ye.
Em ji her kesên ku ziman nasnameya neteweyî dibîne hêvî dikin ku roja 2. 11. 2008 li Bonnê bi me re bin. Bê sînor hûn jî dikarin xwe weke berpirs û dilêşê mehrîcanê bibînin û ji dil tevlî wê bibin. Li hêviya ku em hersal vê mehrîcanê ji têkçûn û xemsariyê biparêzin.

Helbestvanên beşdar ev in:  
1- Arşevê Oskan. 2- Azer Osî. 3- Cankurd. 4- Dr. Ebdil Mecîd Şêxo. 5- Ebdilrehman Efîf. 6- Dilyar Dêrikî. 7- Husên M. Hebeş. 8- Jan Dost. 9- Dr. Kamiran Bêkes. 10- Keça Kurd. 11- Kawa Şêxî. 12- Mizgîn Hesko. 13- Mihemed Ismaîl. 14- Nezîr Palo. 15- Nedîm Yosiv. 16- Serhan Îsa. 17- Selîm Biçûk. 18- Xebat Şakir. 19- Xunav. 20- Zîlan Dêbo.                   
                         
Wek mêvanên rûmetê:
1-Edîb Çelkî (Başûrî Kurdistan). 2- Hesen Êrandost (Rojlihatî Kurdistan). 3- Mihemed Tanrikulu (Bakurî Kurdistan).
Agahdarî:
1- Navenda YASA li Bonnê bi piştgiriya „Weqfa Şivan Perwer ya Çanda a Navnetewî„  lêçûna hatin û veger, xwerin û vexwarina û… helbestvanan hildidin ser milên xwe. Û Kesayet, rêxistin, Sazî yên bixwazin di warê aborî de piştevaniya xwe bo vê mîhrecanê diyar bikin em wek komîta amedekar spasdar û minetdarên wanin.
2- Herweha, dezgeh, rêxistin, Sazî, partî û kesayetiyên Kurd, çi li Ewropa, çi li welêt, dikarin birûsknameyên pîrozbahiyê li ser va E-Mail: (helbest2008@hotmail.de) bişînin.
Ji bo têkiliyan:  Arşevê Oskan:  017668421834.  Elî Cefer:  01748640820.
Roja lidarxistina mîhercanê:
Yekşem,  2. 11. 2008
Katjimar:  13, 00 han
Bajar:  53115  Bonn
Kolan:  König  Str.  88
                       
Komîta amadekar a mehrîcana roja helbesta kurdî 2008

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark