Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Beza ber bi Qesra Spī ve

 


HOŽENG OSÊ

Roja 4’ê mijdara bê dê dawî li beza ber bi Qesra Spî ya DYA’yê bê. Dê vê rojê ažkera bibe bê ka kilîta DYA’yê, 4 sal pêžde dê di bêrîka kê de be. Her ku rojek derbas dibe û DYA nêzî 4’ê mijdarê dibe kêferata amadekariyên hilbijartinên serokdewletiya Amerîkayê germ û gežtir dibe. Namzetê demokratan Barak Obamayê 46 salî ye û namzetên komargeran John McCainê 72 salî ye.


Obama ku bi nijada xwe ji Kenyaya Afrîkayê ye bavê wî cotkar bû... Obama, li ser nifžên ciwanan tê hesibandin. Lê bi kêm tecrubeya wî di warê siyasetê de tê rexnekirin. Û ji bo ku Obama vê valahiyê dagire, senatorê kongreyê yê navdar û pisporê polîtîka Rojhilata Navîn Jûzêf Baydin ê ku alîgirê parçebûna Iraqê ye, ji xwe re weke cîgirê serokdewletiyê hilbijart. Li aliyê din kalemêrê qert Jon McCain, žeytantir derket û berê xwe da Seroka eyaleta Alaskayê Sarah Palin a 44 salî da bike cîgira xwe. Ji vê helwesta McCain her kes veciniqî û matmayî ma! Lê ev kalemêrê qert, dizane bê çi dike. Hilbijartina wî ji palin re da bibe namzeta cîgirê serokê DYA’yê ne tenê ji ber ku jin e û ciwan e û berê žaha xwežikbûn û çelengiyê bû lê ji bo nakokiyên navbera demokratan kûrtir bike û dengên ku divê biçûna ji Hêlerî Cilîntonê re qezenc bike. Weke tê zanîn ku hempîže û rikbera Obama li ser namzetiya demokratan Hêlerî Cilînton bû. Û pižtî ku Cilînton xwe ji meydana hilbijartinan pažve kižand çav li rê bû ku Obama wê weke namzeta cîgir xwe hilbijêre lê Obama, hêviyên alîgiriya Cilîntonê žikand. Îca gelek ji alîgirên Cilîntonê soz dabûn ku dê dengên xwe nedin Obama û dê bidin McCain. Ji niha û pê ve dê McCain çavê xwe berde ew 18 milyon dengên demokratan ku çûbûn ji Cilîntonê re çawa belawela bike. Bežek ji wan dengan bi aliyê xwe ve bîne û bežekê bêalî bihêle û ev jî tê wateya nêzîkbûna McCain ber bi Kožka Spî ve.
Li gorî nêrîna min hilbijartina demokratan ji Barak Obama re weke namzetê serokdewletiyê ne di cih de bû, ji ber ku hempîže û reqîbê wî yê komarger John McCain ku beždarî žerê Viyetnamê bûye û pîlotê firokekê bû û Viyetnamî firoka wî xistin û ew dîl girtin…, xwedî ezmûneyeke mezin e û pir kone û zîrek û planbaz e. Lê Obama, erê dizana biaxive lê nizane bike. Û mirov dikare bêje ku dema Obama Hêlerî Cilîntonê ji namzetiya cîgiriyê dûr xist riya xwe ya ber bi Qesra Spî dijwartir kir.
---
Jêder: Azadiya Welat

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 3
Bi Tevahī Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark