Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvīn: Hevpeyvīn ū bźhnvedanek hunerī bi hunermend Luqman Ehmed re ū xwendina hunera kurdī!!!

 


  1- Kurte jiyana hunermend Luqman Ehmed?
Li bajarê Dirbêsiyê hatime dunya yê, xwendina seratayî li wir kir, pažê em hatine bi malbatî bajarê Hisiça, û xwendina xwe lê tewakir û min dest bi hunera žêwekarî kir.

2-Huner tê girêdan bi talantê ve, lê ji bilî wê çi jî heye? Win çi dibêjin di vê buwarê de?
Huner kare di dawiyê de, divê yê hunermend baž metryalê xwe binase û têkeve piratîka rojana wî bi xwendina bilind di derheqa mijar ên hunerî de, û bi hobûna dest û çavê xwe di aliyê tekenîkî de… xwe ji kar dûr nexwe.


3-Guhestina jiyan û dastanên kurdî li ser tabloyên hunerî, çi wateya wê heye?
Ev diyaloga di navbera musîk û rengan de ye, çawa em dengê kurdî bi hemû tonên wî žiroveyî reng û xêzan bikin, di mebesta xwe de du tižt hene yek jê hunerîye bi asoyên aferandinê ve girêdaye û ya din bi nivîsandina dîroka mêrantî û dilsoziya gelê kurd ve  girêdaye, bi rengekî ciwan û modêrn.

4- her tabloyek û wêneyên wê dîrokek wî heye, li cem luqman gelekî reng têne xuyanêkirin û ji bilî hesp, erbane û jina kurdî, ev çawa tê žîrovekirin?
Ev dîroka mine (xezeba mirina siwaraye, bi evîn, qehremanî, naz û kêfxwežiya jiyana wane) evana rastiya baweriya mine di buxçika kurdî de.

5- ji dervî hunerê, luqman û nerîna wî li ser pîrekê?
Pažeroja zilam e weke Luîs Argon dibêje. Buhara jiyanê ye.

6- guhdana hunermed luqman bi zarokan, vedgere çi?
Vedgere zarokê di nava min de, û hîna xwe nedaye nasîn wek hezarên zarokê kurdan, bê guhdan û bê hezkirin mezindibin……dibin nîžana hesan ji nîçîra deshilatan re, dive em wan kedî bikin bi zanên û hezkiin.ji bo bibin xwediyê roja xwe.

7- karê hunerî yê kurdî di çi astî de ye?
Hîna li xwe digere, weke her tižtê kurdiye, lê dîsanê gavên pak radide bi keda serborên taybet ji aliyê hindek hunermendan ve.

8- di kultura gelêrî de, hinek cudabûn di nav bera hunermend û civakê de heye, çima? Û wê çawa ev nerîn bê guhertin?
Ev kultura civata meye, tenê ya gotinêye, gelek sedem ji wê re hene, kultura bînerî( hunerî) ne ket nav piratîka rojan ji civakê re, ev pirobleme di stûna avakirina civakê de ye û di roja îro de pir zehemet buye.

9- ziman û karê hunerî û rewženbîrî, û pirsgirêka kurdî, wê hunermend luqman ji mere bi hevre girê bide?
Tevde cokin , divê em wan bi ser hev vekin ji pêla avayê bilind û bi hêz be, tevde hev temam dikin.

Luqman Ehmed:
- di sala 1972 li bajarê Dirbêsiyê hate dunyayê.
- Çalakî û pêžangehên têde beždar buye:
- Pêžangeha (hunera kurdî) 1998.
- Pêžangeha tevayî li Hessekê 1999.
- Pêžangehên tevayî li galîriya Êbla li Helebê di salên: 2001, 2002, 2003, 2006.
- Pêžangeha tevayî li galîriya Al-xancî 2002.
- Pêžangeha tevayî li bajarê Misyaf 2003.
- Pêžangeha tevayî li Siwêsra 2004.
- Pêžangeha tevayî li festîvala Batman 2007.
- Pêžangeha tevayî li navenda çandî li Hessekê 2004.
- Pêžangeha tevayî li navenda çandî li Serêkaniyê 2005.
- Pêžangeha tevayî li navenda çandî li Qamižlo 2006.
- Pêžangeha tevayî li galîriya Êbla li Helebê 2006.
- Pêžangeha tevayî li D.S.M li bajarê Diyarbekr 2007.
- Pêžangeha tevayî li navenda çandî li (sînema yelmaz gunay) li Batman 2008.
- Berhemên hunerî ji gelek pirtûk û berhemên (kurdî, erebî)

------

Jêder: Govara HELEZ hejmar (3-4)


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark