Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Avsanên kurdî di koçika qamişlo de

 


Di şeveke qamişlokî de li ber fenerin melûl û bayê hînik di hewşeke gundikî de li taxa cirnikê û bi mêvandariya mamoste yê lêkolînvan XALIS MISEWER çîvanok û avsanên kurdî di simînareke misyolocî de lev civandin .
Bi amadebûna gurûpek keç û xortên rewşenbîr û çend ji pispor û nivîskar û xwedan rol di warê çand û wêjeya kurdî de di xeleknameya karê koçika qamişko ya çandeyî de şeva 9/8/2008ê simînareke nû hate li darxistin .


mamosta XALIS piştî bi xêrhatin û sipasdanê ji amadebûyan û amadekaran(koçikê) re pêşgotinek ji simînara xwere ya bi zimanê kurdî hatî tomarkirin got, têde tekes li ser giringî û taybetmendiya avsana kurdî û cudahiya di navbera wê û yên cîhanî de kir û got:
Avsan pêdiviye ku were pêk anîn ji( fereziya pîroz û ristineke wêjeyî, û domahîk jêre hebê) û li gorî vê pîvanê bi serfirazî em Karin bêjin avsana kurdî tevlî ya cîhanî dibê bi pamendî .
Û zanistiya avsanê sûd û mifa jê tê wergirtin di dîroka kevnar û ne nivîsî de ku cudahî di navbera afirandina wan û bilî wan ji milletan de hene , ji çîrok û sitran û foliklor … …
Tê şîrove kirin ku ramanê kurdî yê kevnar bi çi rengî dihate ramandin û jiyan  bi çi şêweyî di hate derbaskirin, di encamêde xoşiyeke derûnî ji van pêzanînên afrandî (avsane) li cem xelkê wê demê peyda dikir .
Her weha di naveroka simînarê de jî mamoste  XALIS da xuyakirin ku di çerxên bûrîde li ser herêma kurdistanê û desthelatên li pey hev ji (babilî û somerî û aşûrî … … ) avsana kurdî maye serbixwe û nehatiye guhertin û her bandore wê li ya miletên din hatiye kirin got:
Rola avsanê ne kêmtir ji ya dîrokê bi xweye û xaka kurdistanê zengîne bi vê zanînê û gelek jê derbiwîne , û nimûne li ser yekemîn qurbaniyê mirovan hatine guhertin bi lawiran , li ser xaka kurdistanê bû ew jî birhîm pêxember bû silavê xwedê li ser bin, û diyar dike ku mirovê kurd mirovin older bûn xwedî behwerî bûn xwedan merdî û qurbanî bûn û daxwazkarê azadiyê bûn û li gor simînarbêj avsana kurdî çar beşin  ew jî:
(abûrî-şîrove –olî-civakî) ne û nimûne li ser herçar beşan anîn .
Li dawî mamoste xalis behweriyên xwe wekû rewşenbîr di vê derbarê de da xwiyakirin û got:
Avsan û çîvanok sedemeke mezin bûn ji derengxistina zanistê re li herêma meya rojhelat.
Li paş guhdarî kirinê wekî hercar dergihê têkilî û boçûnan vebû li pêş amadeyan , û ji wan têkiliyan jî:
1# mamoste bihurî : pirsiyar li ser avsanên newrozê û jimara wan û astê rastiya têde kir.
2#mamoste sedîq şernexî : avsane cîhaneke çakbîniyê bû ji xelkê wê demê re û avsanên exrîqî û yonanî îro ewin di pileya berze di cîhanê de ji ber ristina wan û nivîsandina wan mane li serxwe û qurtal bûn ji windabûnê .
Û têkiliyên dinavbera avsaneyên milletande têne dîtin sedemê sirûşta wan ya  hevbeşe bi dîmenên xwe .
3# mamoste elî cizîrî :bi dîtineke rexneyî li ser simînarê rawestiha û got :
a)#cudahî dinavbera avsane çîvanokê de heye û bihtirîn nimûneyîn simînarê ji çîvanoka       bûn 
b)#navkirina çîrokê û bûyerê û avsanê .. ku li cihekî çêdibê û di warekî de pişt re bi demeke dirêj û li warekî dûr bi hezarên emyala were bi kar anîn ferehtirdibê û karmend têde( cengin – bazirganin – barkirine -… …)
c)#xoşiya derûnî ne misyolocî tenêye , behweriyên olî roleke mestir hene û belkî ne rewşeke saxlemîbê jî .
e)#peydabûna avsanê ji berya someriyan jî heye , ji dema kevirîve ye , dema cudahiya mirov û siruştê veye .
4#mamoste xalid mihemmed : nêrîneke cuda da xuyakirin ji şîrovekirinê re ewjî têkdana avsanê û dastanê , eger çîroka gelêrî ya (pabilyo) ( xurafî) bê parkirin ji babetê avsana wê li kûdê mînêû têkiliya wê bi xudayanre nine , avsanên ku di hezarsaleya heftêde berya zayînê çê bûne ..
Lê berî hezarsaliya çara ji berî zayînê nû hatiye mîjoristin û nivîsandin ango di serdema someriyan de.

Ji bilî van têkiliyan jî hin pirs û bersiv dinavbera amadeyan û simînarbêj de hatin kirin ku bû cihê dilxoşiya amadeyan û cihê sipasiya mamosta jî .
Ta civateke dî li bendî koçika qamişlo bin babetên nû û sipas.

    Koçika qamişlo ya çandeyî
    k-qamislo@gmail .com 
  9/8/2008  qamişlo       





 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark