Konê Rež
Erê mamoste! derdê kezebê derdekî giran e… Derdê kezebê li te ketiye.. Tu bi jana kezebê birîndare.. Kezeb, erê kezeb.. Yê zane, ji xwe zane û yê nizane baqê nîskaye.. Jana kezebê jî mîna jana ziman û rewženbîriya kurdî ye… Îro wê janê tu di nav pencên xwe de hêsîr kiriye.. Di navbera te û wê de žer e..
Ji berî 25 salan ve, tu bi deyax, pêdarî û berxwedane di ber ziman û rewženbîriya kurdî de.. Di rewžek zor çetîn û dijwar de, Stêra te, asmanê Cizîrê dixemiland.. îro jî Pirs… hem jî bi dehan ji xort û keçan, di korsên te de fêrî zimanê kurdî dibin.. Tu bi tev derfetên xwe, dara zimanê kurdî av didî.. Tu tev zanîna xwe a erebî, alemanî û rûsî bo zimanê dayika xwe terxan û xerc dikî.. Navê te bilind bûye, bûye cihê rêzgirtinê ji tev welatiyan… Û bi serketin, tu bûye yek ji pêžengên rewženbîriya kurdî di pey žagirtên Hawarê re..
Erê mamoste! ziman jî, perçak ji kezebyê ye.. Îro ew perçe li ber talana pencežêra bêîman dinal e.. Wê pencežêrê, pencên xwe dirêjî kezeba te kirye, mîna pencên neyaran û talankirina ziman û folklorê kurdî… Tu wek sûrekê ye pêžberî talanên neyaran… Qet me bîr nedibir ku ji hundir ve jî, pencežêrek xedar, pencên xwe dirêjî kezeba te bike… Lê çendî ev pencežêr ehmeq e, çendî xežîm û nezan e.. Bîr nabe ku, kezeba mamoste Rezo Osê bi kaniya zimanê kurdî tê avdan û tev texlît darên kurdistanê têde hatiye çandin.. Hin ji wan daran dermanê pencežêrê bixwe ne..
De raba mamoste rabe..! Çavê welatiyan li hêviya te ye.. Lî hêviya žîret û pendên te ye.. Pencežêr nikare bi kezeba te, ewa ku te ji ziman û rewženbîriya kurdî re terxan kiriye..
Selametî be mamoste..