Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: POLîTRUK.!!!

 


  Mistefa Cizîrî

Ez li gotina polîtika digeryam li polîtruk rast hatim. Polîtîka; hûnerê birêvebirina dewletê,metodên lêgerîn û pêkanîna programên di derbarê jiyana civakê de ye. Polîtruk,raçavkirina polîtîka ye. Bi gotineke din, kontrolkirina polîtîka ye…
Helbet tu hevgirêdan di navbeyna gotina ”politruk” û tirkan de tûnebe jî, rûdanên van çend rojên dawî li Tirkiye diqewimin vê gotinê balkêş dike…
Min jî xwest çend gotina di derbarê rûdanên ku li meydana polîtîka Tirkiye diqewime binivîsînim.


Ev demek e ku li Tirkiye mijara ergenekon,generalê teqaûd, çete, mafya û hevgirêdanên wan di medya Tirkiyê de, bi awekî eşkere tê munaqeşekirin. Ev yek eşkere radixe ber çavan ku Tirkiye heta roja îro çawa tê birêvebirin…Ev bûyer ji deveyê guh nayê hesibandin. Lê wek destpêkê, karek baş û pêwîst divê bê dîtin. Çingînî bi zengil ketiye, em binerin bê ka heta ku wê biçe…
Her civak û kom pêwîstî bi polîtika heye. Her civak ji bo birêvebirin û çaresekirina pirsgirêkên xwe yê civakî, aborî, kulturî û îdarî politika tespît dike. Kesên ku politika bimeşînin û rêvebiriyê bikin destnîşan dike. Her civak li gora asta pêşketina xwe ya civakî, kulturî, politik dibe xwedî dem û dezgehên îdarî…
Li gora pêşketina demokrasîya xwe li ser birêvebir û deshilatdaran, mekanîzmên kontrolê pêktîne…
Ka em binerin bê li Tirkiye ev kar û bar çawa tên kirin: Ji roja ku komara Tirkiye avabûye, xedir, qetilkirin, sorgon, talan, asîmlasyon li ser gelê kurd berdewame…
Tirkiye ji îlana komarê, 1923 heta cenga dinya a duyemîn bi yek şef û yek partî hatiye îdarekirin…
Bi xêra Nato û daxwazên welatê xerbê derbasî pirpartîtîyê bû…
Piştî çend sal ceribandina demokrasî serokwezîr Menderes û çend wezîr li sêdarê dan…
Bi behaneya ku mala Mustafa Kemal li Selanîkê hatiye bombekirin, xelkê bê gûneh  rûm, ermenî û cûhû qetil û talan kirin…
Deniz Gezmîş û hevalên wî li sêdarê dan…
Piştî 12 îlonê 1980 î de gelek xortên kurda bi êşkenceyê nemirovane hatin qetilkirin…
Mazlûm Dogan ji ber hovîtî û êşkenceyê li zindana Diyarbekir agir berda bedena xwe…
Parlementerê kurd Mihemed Sîncar, Mûsa Anter, Vedat Aydin û bi hezaran kurdên xwedî birûmet hatin qetilkirin…
Bi dehhezaran li Kurdistanê û Tirkiyê dibin navê faîlî meçhûl de siyasetmedar, nîvîskar, rojnamevan hatin qetilkirin…
Heta roja îro, me heq, huquq, edalet nedîtiye…
Li Tirkiye ”teşkîlatî mahsûs” civak zeptûrept kiriye…
Desthilat bi tî awayî şefaf nebûye, qirêj û geniye…
Tirs û xofek nepenî li ser her beşê civakê pêkaniye…
Tirkiye heta roja îro bi zirpa-ço hatiye birêvebirin. Heta politikvanên bi demokrasî bawer, bi awayekî vekirî û bê tirs li hemberê neheqîyan ranewestin û hesab ne pirsin, wê li Tirkiye gotina demokrasî çort û vala be…
Wê heq û edalet pêkneyê…
Wê politika û politruka kenê Guran be….

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark