Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: vîna bi helbestê nayê nivîsîn

 


Xemgînê Remo

Ezê çi bikim
Ku helbest nikare
Vîna te binîvsîne ..
Axîn û keser jî
Nabin bayê bêrîn
Da baraneke payîzî
Li biyabanê te bibarîne ...


Vîna te
Vîneke cûdaye
Ji dîroka evîndarîyê
Pekîyaye ....
Bi dirv û nîþanên xwe
Ne wekî ti vînaye ...
Vîneke dil-êþ û
Ser-gêjîne ....
Û nizanim çima
Li payîza temenê min
Tu buhareke rengîne ..?

Vîna te
Çîrokek dûv dirêje
Û nejî çîrok dikare
Binîvsîne ....
Vîneke pîroz û dêrîne
Bi dêrînîya Decla û Ferat
Û kiþtîya xewna
Nizanim
Wê min bi kuve bighîne ....

Vîna te bazbendeke
Dayîka min
Li serdema zaroktîyê
Li zenda min girêdaye
Berbejne ke li ser dilê min
Û hîn jî
Çavên te þermokin
Awirên te revokin
Ey maka tirs û lerzînê
Kê ev tirs di dilê te de
Çandî ...?!
Kê germî ji wan çavên xivþe yî
Revandî ...?!

Wax ..! bêzarîya te
Çendî min dêþîne
Mêrg û çîmen diçilmisin
Refên kewa miþextî ne ..
Û ez
Yê di nav poþên berande
Westîme ...
Keçê çi bo min maye ..?
Ezê xwelî ya te
Li kîjan deverê
Bi ser serê xwe de birjînim
Û serê xwe
Li hîm û latên
Kîjan çîyayî xînim ...?!


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark