Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Peyama Birêz Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî Yê PDK Îranê Ji Bo 23’hemîn Kongireya Enternayonala Sosyalîst

 


Cenabê Serok!
Gelî rêzdaran!
Ez xwe bi bextewer dizanim ku ev derfete ji min re pêk hat ku bas li dabînkirina demokrasiyekê bikim ku dubendî û nakokiya navbera neteweyan ji nav dibe û biratî û bi hev re jiyana hemdem di nava wan de misoger dike. Neteweya me, anko Kurd bi giştî, neteweya herî mezin a bêdewlet û bindest ya Rojhilata Navîn e û di heyamê nêzîk du salên borî de, ji bo dabînkirin û cihgirkirina demokrasî û mafê neteweyî li dijî dîktatoriyê xebat û berxwedan kiriye.


Di rêya wê armancê de xaka me hatiye şewitandin, xelkê me bikom hatiye kuştin û qirkirin û em ji mafên herî destpêkî ên mirov ku xwendin bi zimanê Zikmakî ye, hatine bêparkirin. Ji bo ku meremên min baştir rohn û zelal bibin, rêyê bidin min bila ez li ser çawaniya liv û lebat û bîrkirina hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê tevî gelê Kurd li Kurdistana Îranê de bas bikim ku xebat û tekoşîna siyasî ya partiya me di wî parçeyî de ye:
Her ji rojên destpêkîn ên hatine serkara desthilata wê rejîmê ve, partiya me, PDK Îranê, bi alîkariya komek ji partiyên siyasî ên din yên Kurdistanî, bi armanca peydakirina çareseriya aştîxwazane a pirsa Kurd di wî welatî de, ji hikûmetê re pêşniyara gotûbêjan kirin, lê wan di bersivê de, piştî hederdana salek demê, çaxekê ku leşkerê berfireh yê xwe organîze kir, partiyên siyasî yên Kurdistanî îlegal îlan kirin û êrîş kirin ser Kurdistanê û heta Xomeynî Fetwaya Cîhad li dijî gelê Kurd ragihand. Ev rewşa kambax û xirab li Kurdistanê heta niha jî dom dike.
Di vê heyamê de bi hezaran kes ji xebatkarên Kurd nemaze tekoşerên PDK Îranê li hundir û derveyî welat hatine şehîdkirin yan terorkirin, ku Dr. Ebdulrehman Qasimlo û Dr. Sadiq Şerefkendî di rêza wan xebatkaran de ne.  
Niha hêzên rejîmê weke axeke dagirkirî bi Kurdistanê re tevdigerin. Siyaseta rejîma Komara Îslamî ewa ye ku bi zora çewisandin û tund û tûjiyê, xwesteka demokrasiyê û mafê neteweyî yên wî gelî serkut bike, ji ber ku ew li ser vê baweriyê ne ku xurtbûna her tevgereke azadîxwazane dibe sedema parçeparçebûn û ji hev belavbûna Îranê, lewra jî xebatkarên me û neteweyên din yên Îranê bi cudaxwaz dihesibînin û li gor vê yekê jî bi awayekî bêrehmane cezayan bi ser wan disepînin. Her niha bi dehan kes ji xebatkarên partiya me di girtîgehên Komara Îslamî de ne.
Tenê di 6 mehên borî de, 42 kes ji welatiyên Kurd bi awayê cur bi cur ji aliyê rejîmê ve hatine kuştin û bi sedan kes hatine zîndanîkirin, lîsteya cinayetên rejîmê ku di 6 mehên borî de rêve çûne, li ber destê we de ye.
Ewa ku min bi kurt û kinî li ser Kurdistanê bas kir, tenê weke nimûneyekê ye û rewşa neteweyên din ên Îranê jî bi ferq û cudahiyeke kêmtir her bi vî awayî ye.
Meşandina vê siyasetê di heyamê 30 salên borî de, ê bûye sedema vê çendê ku roj bi rojê berxwedana xelkê tevî rejîmê xurt û zêdetir bibe û rejîm jî bêrehmanetir xelkê qir û serkut bike. Bi awayekê ku niha rejîm xebat û berxwedana Jinan, Kedkaran, Mamostayan û tex û qatên din ên civakê ku tenê ji bo mafê sinfî yên xwe dixebitin, gellek bi tundî diperçiqîne, tepeser dike.  
PDK Îranê ku ceribîna zêdetirî 60 salan xebat û berxwedan li dijî dîktatorî û dabînkirina demokrasiyê di Îranê de heye, li ser vê baweriyê ye ku tenê rêya pêkve jiyana aştiyane a neteweyên cuda di welateke pirrnetewe weke Îranê de, misogerbûna hemû mafên demokratîk a Federal di Îranê de tê holê. Bi awayekê ku her gelekê li ser axa xwe desthilata xwecih ji bo birêvebirina xwe hebe û li gor qanûnan jî di rêvebirina giştî a welat de beşdar be.
Ji bo bidestveanîna vê daxwazê, partiya me bi alîkariya 15 partî û rêxistinên din ji tev neteweyên Îranê, eniyek bi navê Kongireya Neteweyên Îrana Federal pêk aniye û bi hev re dixebitin.



Hevalino!
Heke guhartina hikûmeta Komara Îslamî a Îranê bi hikûmeteke demokratîk, xwesteka hemû gelên Îranê û civaka navneteweyî ye, tekoşîn ji bo bidestxistina vê meremê jî hewceyî bi alîkariya tev aliyan heye. Lê mixabin azadîxwazên Îranê di wê qada berxwedanê de bi tenê mane, renge ew nekarin bo demeke dûr û dirêj li hember serkutkirina hovane û çewisandina ji aliyê rejîmê ve, xebatê bidomînin û tirsa vê yekê heye ku di berxwedanê de bêhêvî bibin. Ewa di halekê de ye ku dengê nerazî yê civata navneteweyî li dijî Îranê, zêdetir bi hewl û xebatên rejîmê ji bo meyandina Uraniyûmê bi armanca bidestxistina çeka Etomî hatiye girêdan û herwiha gefa wê rejîmê ji welatê deverê.
Pirsa me li vir ewa ye ku: Gelo heke rejîma Komara Îslamî a Îranê dest ji zaxkirina Uraniyûmê berde û gefê ji welatên herêmê neke, wê demê civata navneteweyî dê jê razî be û xelat bike? Di rewşeke wilo de, êdî destê dewleta Îslamî a Îranê li serkut û zordariyê derheq azadîxwazan û
gelên Îranê dê valatir û vekirîtir bibe û bêtirstir dê wan bikuje û tepeser bike.
Komara Îslamî a Îranê bi xurt û berfirehkirina terorê, ne ewlehî di herêmê de û cihgirkirina dîktatoriya Olî a weke xwe ji bo welatên din ên cîhanê, hemû karîn û şiyana madî û olî a xwe yê xistiye holê, alîkariyên herî mezin dide hikûmet û girûpên Fendemêntalîst ên navçeyê û hemû bi hev re bi serokatî û hevkariya Îranê, astengeke mezin li hember berbipêşdeçûna demokrasiyê û tenahiyê di herêmê de çê kiriye û heta niha serkevtin jî bidest xistine.
Li hember wê eniya xurt û cihê tirsê de, hikûmet û rêxistinên demokratîk ên welatên cîhanê, ji bo bihêzkirina demokrasiyê, têkşikandina vê kosp û astengane û piştgirî ji hêzên demokratxwaz ên Îranê û deverê çi kirine?
Em hêvîdar in ku heta ji vê derengtir nebûye û xeter û gefên rejîma Komara Îslamî ya Îranê ji vê çendê zêdetir nebûne, ji bo vê kaos û dêvzimeyê çareseriyek bihê peydakirin ku roj bi roj zêdetir pelan davêje û bihêztir dibe.

Mistefa Hicrî
Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

eurokurd.net
 

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark