Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Pirtûkên bijarte -8- Pirtûka lîstikên kurdî: Mîrate

 


  Xwendina pirtûkan ji min re ne hobî ye. Nexweşî ye. Ez evîndarê xwendina pirtûkan, ew jî hevalên tenêbûnê û xezîneyên manewî ne. Hejmarek pirtûkên hilbijarte hene ku li ber destê min in. Ez hemalê wan, ew jî derdê min dikşînin. Ez dixwazim di vê rêzenivîsê de, li ser wan pirtûkan kûr bibim.

Gabar Çiyan

Gelek kesên nasdar, serkevtin û têkçûna xwe bi dema zaroktiya xwe, xweşî û nexweşiya wê demê ve girê didin. Gelek caran bi mebestên cewaz qala zaroktiya xwe dikin. Di sohbetên xwe de bi saetan li ser lîstikên dema zaroktiyê radiwestin...


Lîstikên di dema zaroktiyê, çîrokên dêbavan û derûdorê û helwesta mezinan li hemberî zarokê, bandora xwe piralî ye. Dema mezin dibin, ji wan wêne û dîmenên ji jiyana xwe rizgar nabin, dîmenên jiyanê berê wan dide qencî anjî xirabiyê...

Di civatên pêşkêtî de, dema rewşa kesekî serûbinî hev dibe, kes ji aliyê rûhî ve dikeve tengasiyê,  jiyana wan ya malbatî xirab dibe, bêhna wan teng dibe, karê wan nameşe û hişkayiyê bikar dihênin, ji bo alîkariya wan, kesên pispor dest davêjin pirsê. Kesên zana, di gava pêşî de berê xwe didin dema zaroktiya wan kesan…

Ji bo zaroktî ji aliyê mêjî û rûhî ve rengîn û dewlemend bibe, pêwîstiya mirov bi çîrok, kilam û lîstikên kurdî û germbûna dêûbavan heye. Rola perwerdekirinê û têkiliyên civakî jî şaxek din e ku mirov dikare li ser kur bibe, qal bike...

Nasdar anjî normal, gelek ji mirovan piştî 50-60 saliya xwe dixwazin vegerin cihê zaroktiya xwe. Salên dawiyê li wir derbas bikin. Li zaroktiya xwe vegerin. Bi hevalên xwe yên zaroktiyê re, bi xeyalên bilind li zaroktiya xwe vegerin, salên çûyî paşde bînin û ji nû ve zaroktiya xwe bijîn. Car carna durî çavan, eşkere an jî girtî, bi hev re bilîzin...

Hevalên zaroktiyê çi caran nayê jibîrkirin. Cihê mirov tê guhertin, mirov gelek kesan nas dike, dostê mirov zêde dibe, makamê mirov bilind dibe, lê mirov herdem bêriya hevalên xwe yên zaroktiyê dike…

Lîstikên zaroktiyê beşek jiyana me ne,
Her yek ji wan tama xwe veqetandî ye,
Hinek di demek kin de tên lîstin, hinek dawiya xwe nayê,
Beşek ji wan bi heval, hinek jî bi tenê têne lîstin,
Wateya dem, saet û sînorê lîstikê ji zarokan re tune ye,
Lîstik dest pê dike bi kêf û şahiyê,
Ne xwarin tê bîra mirovî, ne vexwarin,
Hêrs û ken têkilav dibe,
Demjimêr bêbandor dibe, tîrêjên rojê cihê xwe dide stêrikan,
Di xewn de jî xweş e lîstikên zaroktiyê…

Lîstik hene, ji bo zarokan, ji bo qîzan, ji bo lawan û ji bo mezinan in. Her yek ji wan pişta xwe dide bi sedan salan. Bi dîroka me re, bi hebûna me re dirêjî roja me bûne, bi me re bûne heval…

Xeterên mezin li pêşiya lîstikên kurdî hene. Mîna ziman û edebiyata me, ew jî di bin xeterê de ne. Xetera çarçefên erebî ye, çerxa asîmîleya mêjiyên kemalî, û xumeynî ye ku ew neyarê hebûna me ne, çanda me ne, zimanê me ne.

Tenê tiştek dikare me rizgar bike: Mêjiyê kurd/î perestî…

Pirtûka Mîrate, hejmarek lîstikên me, yên biçûk û mezinan hemêz dike. Beşek ji nirxên me ji windabûnê rizgar dike. Destpêka pirtûkê bi dîtina hêja Dr. Nûredîn Zaza dest pê dike:

Gelî Kurdan!
Eger hûn naxwazin ji hev taromaro û winda bibin, berî her tiştî zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.
Lê eger dixwazin xwe nas bikin û xwe bidin naskirin û hezkirin, û bi rûmet û serbilindî bijîn, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.

Di pirtûkê de zêdeyî 30 lîstikên zarokan û 15 lîstikên mezinan cî digirin. Dema mirov wan dixwîne li rojên berê vedigere.
Weke ku nivîskarê berhemê Zeynelabidîn Zinar di pêşgotina xwe de jî qal dike, lîstik bêhtir li aliyê Reşkotan, Bişêriyê û Xerzan têne lîstin. Lê dema mirov dixwîne, tê dîtin ku heman lîstik li herêmên din jî hene. Lê nave xwe guhertî ne.

Lîstikên zarokan beşek ji nirxên me ne. Divê bêne vejandin û zarokên me fêrî wan bibin. Pirtûk bi kurdî ye û ji 116 rûpelan pêk tê. Di sala 1994 an ji çapê derketiye. Navnîşana xwestinê wisa ye: Weşanxaneya Pêncînar, Box 3088, 161 03 BROMMA Stockholm. An jî http://hem.bredband.net/serkay/index.htm ê binêrin.

Me xwe gihand nivîskarê berhemê Zeynelabidîn Zinar û wî bersivê pirsên me da.

- Çima te lîstikên kurdî ji xwe re kir mijar?
Z. Zinar: Sedemê ku min Leyztikên Kurdî berhev kirin ev bû: Bi hezaran sal berî niha, ew tiştên ji çanda kurdî mixabin li bakûrê Kurdistanê ber bi wendabûnê ve diçin. Ew gencîneyên kurdî ji 1924-an ve, tev bi carekê ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qedexekirin û tu fersend jî çênebûye da Kurd xwedîtî li wan bikin.

Îcar di vê dema qedexetiyê de her ku çûye, hin bi hin Kurd ji wan tiştan dûr ketine û di şûnê de tiştên tirkî bi kurdan dane fêrkirin, herweha bi gotina "ez Tirk im, bavê min Tirk e..." jî, xwestine ku ew zûkên Kurd ji cibiliyeta kurdî, kesayetiya wê û ji bingeha asasê xwe averê bibin. Erê, dewlemendtiya çanda kurdî digel saxlemtiya nijada neteweyî her li gor destdayînên xwe û di binê wê bindestiyê de, heyînên xwe yên pîroz parastiye.

Li gor zagona jiyanê, her jîndar di çar pêngavan de dibihure. Her pingavek jî xwediyê hin zagon û tewran in. Yek ji wan jî, ya zarûktîyê ye. Eger zarûkek bi zarûktî nejî, weke ku berxek bi berxîtî nemijiyabe, kêmasî dikeve yek ji wan pêngavan.

Min bala xwe dayê ku piştî 1981ê, rewşa bakûrê Kurdistanê bi hawayekî "nûjen" hate guhartin; bi riya televizyon û kasetên video yên asîmîlasyonê digel rojname û dibistanên biyanî, piştre  bi sedan kanalên televizyonên herêmî, digel dibistanên lêmanî, her ku diçû, tîna xirab bêtir li nifşa nûhatî dikir û pir jî kiriye, pêbipê zarûkên Kurd ji ziman û toreya kurdî averê kirine. Êdî rewşeke welê çêbûye ku niha li gundan, li taxên bajaran piraniya zarûk û cuwanên Kurd, zêdetir bi zimanê tirkî yan tirkiya têkelê bi kurdî dipeyivin û li şûna wan tiştên kurdayetî, tiştên biyanî êdî dest pê kirine.

Xasma piştî ku elektirîk çûye gundên Kurdistanê, îcar dewletê bi hêsanî dest bi reşandina tovê asîmîlasyonê kiriye û li nava zarûkên li gundan direşîne; bi riya çerçiyan filîmên vîdeo li gundan digerînin û bi heftiyekê bi heft hêkan didin kirê. Lê "çerçî" mehekê bi ser filîmên xwe ve naçe. Dema ku tê jî, îcar filîmekî din bi xwe re tîne û bi bedêla heft hêkan dide gundiyan. Ha wisan ew tovê jehriyê bi mehan û bi salan di nava zarûkên Kurd de dimîne. Îcar ji ber van sqûmatên giran e ku min pêwîstiya nivîsandina van leyztikên kurdî li ser xwe wacib dît û di 1985-an de dest bi berhevkirina wan kiriye û wek pirtûk bi navê MÎRATE di 1994an de jî li Şamê daye çapkirin (Min qezenca vê pirtûkê jî tev daye KOMIKA EHMEDÊ XANÎ.)

- Bandora zaroktiyê û lîstikên zaroktiyê li ser mirovî çiqasî heye?
Z. Zinar: Min li jorê gotiye ku li gor zagona jiyanê, her jîndar di çar pêngavan de dibihure. Her pingavek jî xwediyê hin zagon û tewran e. Yek ji wan pêngavan zarûktî ye, ya din xortanî, zilamtî û kalîtî.

Eger zarûkek di zarûktiya xwe de zarûktiyê neke, dema ew mezin dibe, valahiyekê di jiyana xwe de dibîne. Beşeke mezin ji kirina zarûktiyê jî, leyztina bi leyztokan e. Çi zarûkê ku van leyztikan di zarûktiya xwe de nedîtibe, dema ew dibe xort bandoreke xirab lê çêdibe. Min vê yekê di hin lêkolînên xwe de derxistiye holê û ez bûme dîdevanê hin rûdanên wisa jî.

Ji vê zêdetir, mirov niha di hin xortan/zilaman de ferq dike ku wan di zarûktiya xwe de zarûktiyê kiriye yanena. Kesê/a di zarûktiya xwe de zarûktî kiribe, di mezinatiya xwe de zîrek, têgihaştî, keşaf, dûrbîn û bîrewer dibe. Kesê nekiribe, ji van tiştên ku hatin gotin, dûredest dibe.

Ji ber van sedemên ku hatin gotin, pir girîng e ku malbat, zarûkên xwe bi hemû texlît leyztikên zarûkan bidin leyztandin. Çi zarûkê/a bi leyztikan mezin bibe, ew bi hêsanî dikare riya jiyana xwe bi awayekî sererast di pêşerojê de jî hilbijêre. Lê zarûka ku leyztikan nedîtibe, gava mezin dibe, nizane kîjan rê ji bo jiyana xwe hilbijêre, di pêşerojê de çi rê têkeve pêşiyê, jiyana xwe li serê avadike.

Ev babet pir fireh e û pir jî girîng e. Hêja ye ku lêkolînine berfireh li serê bêtin kirin.

Zarathustra News – zarathustra_news@comhem.se


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark