Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

DOZA TEVKURDÊ LI RIHEYÊ DEST PÊ DÝKE…

 


Îbrahîm GUÇLU

TEVKURDê, beriya ku ava bibe, li ser navê “Gruba Xebatê ya Demokrat û Neteweyî ya Kurd”, di 24. 12. 2006-an de li Riheyê civîneke giþtî pêk anî. Beriya civînê,  Dadgeha Riheyê, bi sedema ku “di civînê de tewana bê kirin” bi lezûbez biryara bi kamereyê þopandina civînê da. Civîn, ji bona ku di saloneke girtî de pêk dihat, biryara hatibû girtin, li dijî hiqûqa heyî ya Tirkiyeyê jî bû. Lewra dadgehên herêmî û dadgeha bilind, gelek biryar dane ku civînên di salonê girtî de pêk tên, nayên þopandin û ji bona van civînan îzin naye girtin.


Lêbelê ji bona ku desthilatdar û dadgehên herêmî yên Tirkiyeyê ji hiqûqa xwe ya heyî re jî rêzgirtî nînin, ji derveyî pîvan û rasyonalên xwe  jî gelek bi hêsanî dilivin û biryar digrin.
Ev biryara dadgehê ji bona ku li dijî hiquqa herêmi ya Tirkiyeyê û krîterên YE-yê bû, me jê re îtiraz kir. Lê þopandina civînê ji aliyê karbidestên fermî de, ji bona TEVKURDê pirsgirêkeke girîng nebû. Lewra TEVKURD, yekîtiyeke vekirî, bêîtiatkar, ne legal û ne jî îllegal e.
Civîna TEVKURDê, di 24. 12. 2006-an,  salona Otela Herranêde hat bi darxistin. Ji gelek bîrûreyên rengîn û cûda kesên rewþenbîr û siyasetvan; jin, mêr, ciwan beþdarî civînê bûn. Di civînê de bi dehan kesên beþdarî civînê bibûn, axevtinên gelek girîng û naverok dagirtî pêþkêþ kirin.  Di civînê de gelek kesan li ser dîroka neteweya kurd û Kurdistanê, li ser çareserkirina pirsa neteweyî ya kurd, li ser model û babeta yekîtiyî li Kurdistanê, li ser rewþa siyasî ya Tirkiyeyê û Kurdistanê û Rojhilata Navîn, li ser siyaseta serwerî ya dewleta tirk û siyaseta we ya kolonyalîst li Kurdistanê axevtin kirin.  
Piþtî civînê di derheqê civînê de lêpirsîne dest pê kir. Her çiqas dozgerê Komarê Erhan SAGLAM bîrûreyên gelek kesan negirtibe jî,  doz, piþtî salek û du mehan, di 29. 02. 2008-an de bi doznameyeke gelek prîmîtîv û ne ciddî vekir.
Doz, di derheqê min (Î.G), Fuad Onen, Eyyûp Karageçî, Arîf Sevînç, M. Kemal Oguzlu, Nadîr Yektaþ, Sidki Zîlan de vebûye. Gorî doznameyê, ji aliyê TEVKURDê û ev kesên di derheqê wan de doz vebûyî, xala 215/1, 216/1, 301/1-emîn a Qanûna Cezayê îxlal kiriye û ev xalan bin pê kirine.
Doza TEVKURDê dê di 17-ê Hezîrana 2008, saet 10-00-an de li Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê ya 3-emîn ya Riheyê dest pê bike.
Ez di vê baweriyê de me ku li  dadgehê li ser qerektera dadgehê û li ser pirsên din yên dîrokî û Kurdistanê gelek bîrûreyên balkêþ dê bên pêþkêþ kirin.

Amed, 12. 06. 2008

Îbrahîm GUÇLU
Sekreterê TEVKURDê


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark