Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Selah Bedredîn : kaniya xebata bê rawestan

 

 

Diyar Ehmed

Eger em li dûv pêvajoya xebatkariya siyasetmedar û ronakbîrê kurdê navdar Selah Bedredîn bi Kevin,emê rastî wê yekê bibin ku evî xebatkarî di jîn û jiyana xwe ya siyasî û rewşenbîrî de di nav rêzên rêveber û serkêşên tevgera kurdî li Rojavayê Kurdistanê de roleka xuya û berçav lehîstiye û karekê hêja û berketî di warê siyasî û rewşenbîrî de kiriye,û ta dema îro jî wek kaniyeka ava zelal bêwestan berdewame.


Mamosta Selah Bedredîn ji nav rêzên milet wek xortekê jîr û zana derket û rêya xebatê şeqand, di wê demê de bi jîyê xwe wek piçûktirîn berpisê siyasî bû di serkirdayetiya tevgera kurdî de li Rojavayê Kurdistanê di hate naskirin,bi çelengî û zîrekiya xwe karî cihekê bilind di dilê miletê xwe de bigirê,hatina wî ne wek kesek ji jor ve werê û li ser singa milet bi kotekî rûnê û bivê nevê xwe li ser serê wî miletî vegirê, ewî miletî bawerî bi şiyanên wî anî û ew dane rêzê pêş,bi zanebûn û hişyarî serweriya xebatê kir, têkilî avakirin û dergeh li pêşiya karê siyasî vekirin.
Di bin siha sêhwana rêjîma Beas ya şovînist û dîktator de ne rûnişt û qîma xwe bi xêzên sor ne anî û di zanî ku eger ew tiştekî baş û berketî ji miletê xwe yê perîşan û belengaz re bi rengekê rast û durist bi xwazê, wê rastî gelek asteng û giriftaran werê û wê bibê armanc ji rêjîmê re,wê wî serwenda û tunebikin, ji ber xwe didît rêber û serwerê milet û bi erkê berpirsyariya dîrokî dihesa,hişemendiya rêjîmê û xwînrêjiya wê li ber çavên wî diyar bû û agehdar bû ku ew kesê xwe bêxê serkêşê milet û doza mafê netewî û mirovatî ji wî miletî re bikê divê xwe ji berjewendiyên teybet dûrbikê û dema ku beryaran jî bidê divê tucarî ne fikirê ka encamên wan beryaran wê çiqasî kartêkirinê di berjewendiyên wî yên teybet de bikê,ji ber vê li ser xwe qebûl ne dikir ku berjewendiyên giştî bikê di bin xizmeta pêkanîn û parastina berjewendiyên tebet de.
Bedredîn kesayetiyek siyasî têgihiştî û şarezaye,bi bîr û boçûnên xwe yên gihayî karî cihê xwe li rex xelkê bigirê û baweriya wan bi xwe bînê,ku kesayetîk siyasî xwedan doze û berevaniya gelê xwe dikê û mafê wî yê dadmend di parêzê,kesayetiyek xwedan beryare,dana beryara wî di destê wî de ye,bi vîn û baweriyên  xwe û li gorî berjewendiyên miletê xwe peywendiyan girêdidê û têkiliyan avadikê.
Bi rêya Kombenda Kawa ya Çanda Kurdî jîngehek ciwan û navrastek buhagiran ji nivîskar û rewşenbîrên kurd re peydakir û herweha xizmeteka balkêş di warê nûderkirin û pêşvebirina zimanê kurdî de jî kir,pir pênûshilgir û kesên xwedan şiyan çi di warê rewşenbîrî de yan jê di warê ramankêşî,zanîn û zanyariyê de li dora xwe civandin û di çarçêweyê wê gulîstana rengîn de kar û çalakiyên xwe gerandin,û piştî çapkirin û weşandina sedan jimarên rojnaman,govaran,pertûk û belavokan îro roj bi rengekê nûtir û geştir û li gorî xwestekên serdemê ew kar û xebat bi rêve diçê,bi rêya wan têkiliyan karî Komela Dostaniya Kurd û Filistîniyan û herweha Komela Dostaniya Kurd û Ereban jî damezrînê, rê û pirên dostaniyê di nav miletê Kurd û Ereb de li ser bingehê rêzlêgirtin û misogirkirina mafê herdu aliyan ava bikê.
Rêzdar Bedredîn sekirtêr û emîndarê giştî yê pêşî bû û ta vê kêlîkê yê bi tenê jî ye ku karî bi şêweyekê rast guhertinên serdemê bi xwînê û bi mêranî bêjê ezê li ser kursiyê xwe peya bibim  û vî kursî ji kesin dî re berdim,ji ber dem hatiye guhertin û divê gavên mirov gorî demê bin,tevî ku em tev di zanin mamosta Selah ne di warek lawaz û kêm de ye,lê belê ew beryar û helwêsta ku wî standî wê yekê didê xuyakirin ku ew bawere bi şiyanên xwe yên rewşenbîrî û siyasî û di zanê ku eger ew li kûderê bê jî wê cih û qîmetê wî hebê û wê kes nikaribê wî paşguhê xwe ve bavêjê.
Mamosta Bedredîn çend lêkolîn û berhemên pak di biwara rewşa Rojavayê Kurdistanê de pêşkêşkirin û ewî zarwazê Rojavayê Kurdistanê cîbicî û belav kir,wek navekî li pertûka xwe jî kir,ew zarwazê ku îro cihê xwe di civaka kurdî de girt û serdestî ji tevî zarwaz û navên dîtir jî stand,mîna Başûrê piçûk yan Başûrê Rojava yan jê Kurdistana Sûriyê.
Bedredîn wek siyasetmedar û ronakbîrek kurd cihekê xwe yê beriz û bilind di nav guhertin û pêşveçûnên demê de çêkir,têkilî bi rêxiraw û komelên parastina mafê mirovan re ,kesatiyên navdar û xwedan beryar di nav siyaseta nêvdewletî de,berhingariya sûriyê ji der ve û di hundir de û bi her kesê dîmoqratxwaz û mafperwer re yên ku dixazin rêjîma Beas  lawaz bikin û hilweşînin,  ew têkilî û dan û standin bi wan alan re avakirin û îro wan têkiliyan bi heve girêdidin û wan didin serhev ku ber bi avakirina Bereyekî berfereh ve bidin.
Mamosta Bedredîn îro mîna sitêreka geş di esmanê çanda kurdî de di çirisînê û wek Bazekî di meydana siyasî de di rêsê,bizav û tevgereka bêwestan ji nivîsandin,kor û simînaran,lêkolîn û dîdaran,hevpeyvîn û gotaran,civat û rûniştinan,konfirans û kongiran di gerînê,singa malperên Enternêtê bi nîvişkê bîr û ramanên xwe di xemilînê,bi rastî bê dudilî mirov dikarê bêjê ku serkirdê siyasî yê bi tenê ye li Rojavayê Kurdistanê ta niha tê dîtin ku giringiya ziman di jîn û jiyana miletan de bi kûrahî di nasê,ji ber wê jî bîr û boçûnên xwe ,gotar û berhemên xwe tevî ku bi zimanê Erebî dinivîsînê,bi zimanê kurdî jî wan belav dikê.
Rêzdar Bedredîn xeteka siyasî ya berçav girtiye û îro roj gelek kesên bênxweş û dengbilind li Rojavayê Kurdistanê û ji der ve jî derçû û şopgirê wê xetê ne û li ser wê rêve diçin.
Bi kurtî mamosta Selah Bedredîn siyasiyê serdema xwe ye, siware li bîr û ramanên xwe,têgihiştiye di gav û tevgera xwe de, dibizivê na westê,dilepitê na tebitê,digerê, devera hêviyê tê de bibînê bernadê,xaka avzêmbê vedidê, siyaset ji xwe re kirye kar û serdest û serketiye di karê xwe de,ne ku xwe daye pêşiya milet û siyasetê di wextê xwe yê vale û di betalî û bêkariya xwe de dikê,wek li Rojavayê Kurdistanê tê gotin ku eger tu bêkarbê û tu dixwazê ji xwe re karekî bikê,here bibe serkird di partiyeka kurdî de,ji ber cihê vale her dem li cem wan peydadibin û karê wan jî ne gelekî giran û sergêjayî tê de heye.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark