Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Pênûseke resen di destekî nazik de... “Perîxana” Narîn Omer ê

 


Besam Mistefa

Bê guman, helbesta Kurdî niha bêtir berbi nûjenî û modêrnîzmê ve diçe, lê belê helbesta xweþ xweþ e çi kilasîk be yan nûjen be, tiþtê giring ewe çawa ew helbest hatine nivîsandin û helbestvan bi çi hest û nestan ew nivîsandine û li ser dilê kaxezên sipî rêz kirine û pêþkêþî hestyar û dildarên helbestê kirine.


Pirs ne tenê pirsa nûjenî û kilasîmzê ye, lê belê ew ji vê yekê firehtir û mezintir e. Ji aliyê din ve jî, nûjengerî bi xwe jî ne bê bingeh û binyat e, ne qonaxeke ji niþkêve ye ko derbasî nav wêjeya gel û milletan dibe.
Di baweriya min de, nûjengerî xwe dispêre deryaya kilasîzmê, nemaze di warê wêjeya Kurdî de navên mezin hene wekî Melayê Cizîrî-Ehmedê Xanî-Melayê Bateyî- Feqiyê Teyran- Pertewê Hekarî digel Baba Tahirê Uryan û Namî û Mehewî û Elî Berdeþanî….htd ko mîna hîmdarên helbesta Kurdî têne dîtin û hijmartinê, ew mîna bav-bapîrên helbestvanên nûjen in ko diyar e mirovê ji rabirdûya xwe qut bibe, dê pêþeroja wî jî ne ewqas xweþ be!.
Helbestvana kurd Nalîn Omer ji deryaya kûr û bêbinî ko tucar nayê çikandin yan ziwakirin ya Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî vedixwe û bê tirs û pirs di nava pêlên wê ên ji zêr û zeber de melevaniyê dike.
“Perîxana Min” rengek û bêhneke xwe ya taybet heye.
 Gurzek helbestên nazik û herikbar di derbarê evîn û mirov û axa þêrîn de hatine nivîsandinê. Cizîra Botan…Pira Bafid
…çemê Seqlanê…Eyn Dîwera paytxet..Decle û gellek parçên xweþik û ciwan yên xurista Kurdistanê bi hemî bedewî û qeþengiya wê ve bi xwe digire. Wêneyên ciwan ên jiyana kurdewariyê, ên hezkirina xak û war, hezkirina di navbera xort û keç ê de, bi pênûsa nazik ya mirova nazik û hestyar Narîn Omer ê pel didin.
Mîna robarê Decleyê, zimanê helbestên Narîn ê diherike, bi kurdiyeke ciwan û lihevhatî..tu qey dibêjî tu li kêleke çemekî bi aram ji çemên Kurdistanê li saz û awazên xwezaya bêhempa ya welatê Kurdan guhdarî dike. Narîn ko wekî piraniya helbestvan û hestyarên li ser xewnan û ji bo xewnan dijî, heta jê tê dixwaze evîna Mem û Zîn ê, ko her êvar ew li gor û mezelê wan ji pira Bafid ê temaþe dike li aliyê dinê çem- careke din vejîne. Lê ko xwe jibîr dike jî Cizîra xewnan wê haydar dike, Melayê Cizîrî rêbertiya wê dike, ew jî radihêje pênûsa xwe û li ser baskên helbesta Melê ya:
 (Îro me dî weqtê Seher      Ew Dilbera Sundus di ber)
 helbesta xwe ya bi sernavê Rengê Fener diafirîne:
Çaxê te xweþ bê reng Fener
Ľbejna te tê zêrîn kemer
Peyvên te min girtin jiber
Peyvên Evînî jê te der
Hêvî dikim ľcihkî veder
Rûnim mîna Mîrek Çeper
Xwena Mejî reng sor û zer
Jana dilî daxîne der
Pêta etûne iþqe her
Nîva berê Canê te der
Mest can kirim avête ser
Ez bûm wekî lala û ker
Lewra xwe parast im Qeder
Mîna Birahîm dî Ezer
Dilpak bibim her ez li ser
Noq kim xwe Derya Qinyetê
Helbestvana me ya dilnazik mesta cî-warê xwe ye. Helbet, mafê wê heye. Eger mirov li kêleka Decleyê, li ba Pira Bafid û li Eyndîwerê rûnî, dê gellek tiþtên ciwan û þêrîn bibînî.
 Li wir, ji demên dûr û dirêj ve dilê mirovê kurd bi xurtî lêdaye û ji avakirin û xweþkirina jiyanê qet ne westiyaye.
 Kurd dibêjin: Çi cihê av lê hebe avahiye. Li wan derdoran, gellek hozan û helbestvanan hestên xwe li ber kêleka ava bê rawestan anîne zimên. Hema li wir jî Feqiyê Teyran “Ey av
 û av” nivîsandiye. Melayê Cizîrî medreseya xwe ya sor avakiriye. Du evîndarên bi navê Mem û Zîn jiyane. Ava Mezin (Decle), çiyayê Cûdî ko navê wî di Qurana Pîroz de hatiye gotin dema keþtiya Nûh Pêxember li serê sekiniye.
 Û Eyndîwer a rengîn ku di gellek stranên Kurdî ên keleporî de mîna paytext tê binavkirinê. Êdî wê ne ecêb û seyr be ko Narîn li Hembêza Pira Bafid ê de dilê xwe veke û di guhê evîndaran de bibêje:
Di himbêza pira Bafid
Te çû xwenek belek dan î
Li Seqlanê te kon raxist
Veda dîlan bi Botan î
Hemî peyvên zelal û geþ
Li dora wan te alan î
Keçên dilsoz, ciwanên pak
Bihîstin wan civîn dan î
Memo ritma dilî saz kir
Siyamendo bilûrvan î
Xecê dîlan gelek xweþ kir
Dema Zîn þal di bir banî
Narîn Omer di hemû helbestên “Perîxana”xwe de, jineka Botaniya hestnazik û evîndara peyiva kurdî ya resen xuya dike. Dixwazim dîsa ser ciwanî û herikbariya zimanê wê çend gotinan bêjim. Bi rastî, zimanê Kurdî wekî mîr Celadet Bedirxan dibêje zimanekî dewlemend û hevdûgirtî ye, lê belê ji ber rewþa bindestî û dagîrkeriyê ya dûrdirêj ew bûye
 wekî kayeke belawela di binê deryayê de. Vêce erkê nivîskar û helbestvana ye ko wê kaya belawela bidin hev û dur û gewherên zêrîn ji nav wê derxin. Narîn Omer hewleke pir
 mezin daye xwe ko ciwanî û rewanbêjiya zimanê Kurdî-bi zarava wê ya here resen ku Celadet bi xwe jî xwe dispartiyê de ango kurmanicya Botanî–pêþanî xwendevanan bide. Ez wekî min gellek helbestên Narîn ê bi zimanê Erebî xwendine matmayî mam ku ew zimanekî bi vê kalîteya bilind-tevî hindek kêmasiyên piçûk ku bandorê li tevahiya kevalê
 nakin- pêþkêþî xwendevanan bike û dilê wan rehet û þad bike. Ev yeka tekez dike ko kaniya kilasîk û rêberên me tucarî nayê sekinandin û dê her û her þagirtên wekî Narîn ê sûdê jê werbigirin û can û giyanê xwe pê geþ û xweþ bikin, û hestên xwe bi þêwaza xwe ya taybet derbibirin.
 Ev jî dimîne ser radeya xwebaweriya helbestvanî ko em dibînin Narîn Omer bi hêzeke giyaniya xurt û bêdudilî hest û nestên xwe diyar dike û bi kêþesaziyên cor bi cor hozana xwe dihûne û lihev tîne. Ew jî li ser þopa sembolên nemir bi xwe bawer e û gotin û peyîvên xwe ne hema hema li hev badide, lê bi nazikî û ciwanî û bi armanc û mebest:
Bilûrvan im xweþ civan im
Newa ľser ritma þivan im
Dilê gîtara þevan im
Sirûda lêv û devan im
Ez im awaza newaza
Di afirînim perde saza
Xwedî deng im zîz û aza
Ez im tîrim ez kevan im
Zimanek rast û resen têm
Kevin yan nûjen beden têm
Meqamim ez þîn û ken têm
Li damaran her civan im
Di dawî de, dîwana Perîxana Min ya nivîskar û helbestvana Kurd Narîn Omer guleke nûye ko derbasî nav bax û gulîstana helbesta kurdî dibe. Guleke bi bihn û rengekî taybet û cudaye. Em dikarin bêjin wê gulîstana heyî ciwantir û xweþiktir bike.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark