Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Belaxnameya Kotahiyê Ya Kongirê Damizrêner ya Eniya Felata Niştimanî li Sûriyê

 


Bi Navê Xwedayê Dilovan û Dilvîn

     Di rewşina niştimanî û navneteweyî zor nasik û aloze de , Komîteya Damizrêner ya Eniya Felata Niştimanî civînên xwe girêda di 4-5/6/2006 ji bo vekolîn û ezmûnkirina rewş û barodoxên giştî li welêt , û çespandina lîsteyên hundirîn yên Eniyê , û plan û siyastên wê yên pêşerojê . 
     Eniya Felata Niştimanî di dema ku nêrînên niştimanî yên bi rûmet yên tevahiya hêzên opozisyona Sûrî yên azad  û berxwedana girtiyên azadîxwaz  ku rêjîmê ew dane girtin silav dike , dubare dike ku ew –Enî – parçeyekî bingehîn e ji tevna niştimanî ya giştî , û ne alternatîvek ji çi komeleka niştimanî ya opozisyon re  , di nav de Daxuayniya Şam ê Ilan Dîmeşq " ya ku wê mîna bingeheka sereke ji tevgera opozisyona niştimanî ya avaker , dibîne .


 Amadebûyan tekez kirin ku riya wan ya stratîcîk guherandina rêjîmê ye , ev rêjîma ku li ser kotekî û zorbetiyê hatiye avakirin , û hemû gerekên hebûna xwe winda kirine , ji ber berdewamkirina di warê siyaseta radestiyê de , û çêkirina pirsgirêkan bi cînarên Ereb re di hemî aliyan de , û pêdeçûna wê di siyasetên sitemakartî û gendelî û bedbazî û tiwêjeyan de . 

     Bê guman , siyaseta canbaziyê ya ku rêjîmê meşand , ziyanên mezin gihandine welat , û ew xiste nav bive û metirsiyanê de . Rêjîm , stûbariya hemî encamên vê siyasetê hildigire , ji ber hindê ku ew rêjîmeka bê legaliyet e  .

     Herweha amadebûyan girêdana xwe bi armancên Eniyê ve dupate kirin tev li mekanîzimên karê wê ya ku hate eşkere kirin di ( projekta Eniya Felata Niştimanî bo guherînê ) li Birukeslê di 16 û 17 Avdara 2006an , ya ku doza avakirina Sûriyeka nûjen û demokrasiyane û sivîl kir , ku li ser binegha pirrengiyê , tedawilkirina  deselatdariyê û dezgehkirinê , lêvegera wê sindoqa hilbijartinê ya azad û rastgo ku vîna giştî ya welatiyên wê derbibre , bê destdirêjiya ser mafên çi tiwêjekê yan kêmneteweka ayînî yan mezhebî yan nijadî , ji ber ku Sûriya ku em dixwazin , û kar bo wê dikin , Sûriya hemû welatiyên xwe ye , avakirî li ser bingeha wekheviya niştimanî ya giştî , di çarçeweya destûreka nûjen ku di formkirin û çespandina wê de , hemî lay beşdar bin .

     Ey xuşk û birayên hevwelatî ! Malbata deselatdar tê ku arihandinekê di welêt de çêbike , di riya tiştê ku belav dike derbarê çavlêbûna tayfeya Elewî , û Eniya Felata Niştimanî bi heman tiştê ku Elewî bi xwe pêvegirêdayî ne ji pêgirêdana niştimanî û Islamî , girêdaye , ew parçeyek ji tevna giştî ne , mafên hevwealtiyê û erkên wê wan dike wekehev bi tevahiya hevwelatiyan re . Herwesa , Eniya Felata Niştimanî bawer e ku –Tayfeya Elewî –qurbaniya malbata gendel – dê hevpişk bin di guherîna demokrasiyane û jinûve avakirina welêt de .

     Partiya Baas ya Erebî Sosiyalist yek ji qurbaniyên rêjîmê ye , ji ber vê Eniya Felata Niştimanî bangî Beesiyan dike ku tevlî cemawerên gel bibin ji bo bicih anîna felata Sûriyê ji destê rêjîmeka gendel û zorbaz .

     Sitemkariya herî mezin gihişte hevwelatiyên kurd , hevparên me di welat û çarenûsê de , tiştê ku pêwîst dike ji holê rakirina vê sitemakriyê û dermankirina encamên wê  di çarçeweya yekîtiya niştimanî û mafên hevwealtîbûnê de , û bikar anîna mafên siyasî û çandî û aborî û civakî de wekû tavilê hêz û pêkhatiyên gelê Sûrî wek ku destûrê nû dê wan destnîşan bike .

     Ey hevwelatiyên birrêz , Eniya Felata Niştimanî , piştî ku vekolîna acenda karûbarên xwe pêk anî  ....ev biryar dan :

    A - Derbarê  Eniyê  De  :

     1- Teqezkirina armancên bingehîn û sereke yên Eniya Felata Niştimanî , yên ku di Kongirê Birûkselê de hatibûne biryardan .

     2- Eniyê planên karê xwe ji bo pêvajoya pêşreojê çesipandin .

     3- Eniyê sîstema hundirîn û heykelieyta formkirina wê û sîstema xwe ya mewdanî çesipandin .

     4- Eniyê tevlîbûna hijmarên zêde bo kongirya wê ya damizrêner silav kir , û ew bangî tevahiya hêzên niştimanî dike ku tevlî wê bibin ji bo bihevre karkirinê bo bicih anîna armanca niştimanî giştî .

     5- Amadebûyan bihêzkirina rola afiretê di jiyana siyasî de tekez kirin , tevî çesipandina siaysetên wekheviyê di jiyana ciavkî û sivîl û siyasî de . Herwehajî , wan doza guhdana bi tiwêja gencan kir , û danîna pirogramên pêşerojî bo aktîvkirina rola wan û berxweve anîna ked û westanên wan . 
     6- Eniyê komîteya xwe ya navendî û emaneta xwe ya giştî jî hilbijart . 
   
B-Di Warê Hundirîn De : 

    
Bangkirin, bi lihevhatina  bi tavilê hêzên welatparêz re , bo damizrandina hikûmeteka intîqalî , ta maweyeka ne zêdeyî 6 mehan , dema ku derfet şayiste be bo damizrandina wê . Ev hikûmeta gotî wê van erkan pêkbîne : 
     1- Ewlebûn bi destûra sala 1950 , da ku were bikar anîn ta danîna destûrekî nû .
     2- Bikaranîna rola herdû deselatiynê teşrî  û   tenfîzî , di vê qoanax a intiqalî de .
     3- Rakirina rewşa awarte û tevahiya yasa û biryarên awarte yên ku mafên welatiyan û azadiyên wan binpê dikin , di pêşî de : Yasa 49an  ya sala 1980 , ya ku derbarê bidarevekirina her endamekî ji endamên komela Birayên Misilman –Ixwan Muslimîn - .

     4- Vegerandina nasnameyê ji çi kesên ku jê hatiye sitandin ji ber sedemên siyasî .

     5- Derxisitna fermanekê bi dayina nasnameyê bo Kurdên Sûrî yên- Mektûm- li gor serhijmara sala 1962 an . 
     6- Bidawîanîna dosiyên mirovane yên nîvçe , derbarê girtiyên nêrînê û windabûyan û penaberan .

     7- Ji holê rakirina hemî biryar û tedabîrên destdanîna ser  pereyên menqûl û yên ne menqûl ji ber sedemên netewî yaxud siaysî  û vegerandina wan li xwediyên wan .
     8- Danîna yasayekî bo hilbijartinên giştî , ku wekhevî û dadperwerî û nûnertiya adîlane bo hemî welatiyan dabîn bike .

     9- Komîteya hilbijartî dê destûreka nû binûse , û deselatdariya teşrîî bikar bîne , û hiukûmeta nû jê derdiçe .

     C-Li Ser Asta Erebî :

     1- Tekezkirina ku hevkarî û hevbendî di navbera dewletên Erebî de mercek e bi dabînkirina ewlekarî û pêşketin û rabûna wan û paraztina deselatiya wan , ji bo xwe dûrgirtina  ji verêja rewş û baraodoxên guherandî li ser asayişa wan dewletan . 
     2- Xebat û têkoşan ji bo rizgarkirina hemî cihwarên Erebî yên bindest, û di pêşî de Colan a bindest , û arîkariya gelê Filistînî di warê paraztina yekîtiya wî ya niştimanî û vegerandina mafên wî yên pêdar  de, û di despêkê de avakirina dewleta wî ya serbixwe , û paytexta wê Qudisa pîroz , tev li mafê çarenûsê û vegerê  , li gor biryarên legaliyeta navneteweyî .

     3- Piştgiriya yekîtiya Lubnanê , dewleta bira , û serxwebûn û aramiya wê , û avakirina pêwendiyên birayane û hevser , dûr ji tevahiya şiklên serdestî û zordariyê , û bangkirina layngerên Lubnanî bo cudakirina di navbera rêjîm û milletê Sûrî  de .

      4- Vexwendina  hemî layan li Iraqê bo paraztina yekîtiya niştimanî
 , û paşdana ketina şerên tayfegerî yaxud neteweyî , ji bo paraztina yekîtiya Iraqê û paşeroja wê , û ji bo bicih anîna derketina hêzên biyanî û bidawîkirina dagîrkirinê .

     5- Şandina name û şandeyan bo tevahiya partî û rêxisitnan li dewletên Erebî ji bo şîrovekirina realita Sûriyê û renckêşana wê di bin saya rêjîma zordarî û gendeliyê de .

     D-Li Ser Asta Herêmî û Navneteweyî :

     1- Vexwendina hêzên cîhanî bo têgihştina azara gelê Sûrî , û dûrgirtina pêşkêşkirina tiştên ku ,dibe ku temenê rêjîmê dirêj bikin , û jibo hilanîna çareçeva navneteweyî ji ser rêjîmê . 
     2- Şandina nameyan bo serokên dewletên enadam di Konseya Ewlekariyê de , û ji bo serkirterê giştî yê Neteweên Yekbûyî , û komisyona giştî ya Yekîtiya Ewiropayê , û rêxistina Kongireya Islamî , û serkirdayetiya giştî ya Komela Erebî , û ji bo serokên dewletên Erebî û Islamî û biyanî ...bo şîrovekirina rewş û barodoxên ku Sûriyê ji ber  wan têşe , tev li kifşkirina tawanabariyên rêjîmê dijî gelê Sûrî .
     3- Vexwendina civak û komelgeha nêvdewletî , bi taybetî Konseya Ewlekarî û rêxistinên Netewên Yekbûyî , û partî û kombendên mafên mirovan ..ji bo girtina nêrînên tund bo paraztina gelê Sûrî ji destê rêjîmeka zordar û sitemkar , ku her cûre alavên zorbazî û tundûtîjiyê dijî gelê xwe  bikar tîne , û wisa tevahiya yasa û peymanên navneteweyî û baweriyên ku mafên bengehînî yên millet dabîn dikin, binpê dike . 
     4- Tekûzkirina ku danûsitandina bi rewşa navneteweyî re divê ku li ser du sitûnan were avakirin : yekem , dabînkrina berjwendiyên milletên Sûrî , û diwem , dûrgirtina têkelbûna rewşên hundirî yên milletên din , û ew danûsitan nebe siyek ji siyasetên zordarî û sitemkarî û gendeliyê re . 
     Ey xuşk û birayên birûmet li Sûriya xoşewîst .....! 
     Eniya Felata Niştimanî we vedixwîne di hemî ciyên we yên siyasî û rewşenbîrî û aborî û civakî de  , mêr û jin û xort û kal , karker û cotyar û oldar û ronakbîr û pîşesazvan û xwedî kar û parêzer û bizîşk û endeziyar û mamoste û hoste ... Enî .we vedixwîne ji bo dîtina rewşa ku welat gihiştiyê de ji xizanî û birçîtî û daketina asta jiyanê û bêkarî û rawestana  aborî û kesada bazaran û daketina hêza kirînê , û zêdebûna şikestina budjetê ..tiştê ku Sûriya bindest û kiz kiriye....rewş dê bivetir û metersiyanetir bibe di salên nêzîkî bê  de , dema Sûriyê bibe dewleteka ku petrolê ji derve bîne tevî hemî biveyên vî tiştî li ser bunyadgeriya dewlet û civakê , ji ber berdewamiya rewşa zordarî û sitemakarî û nehiştina azadiyan , tiştê ku hişt welat bi tirsê were çandin , di hemn dema ku pêrgî metrsiyanên mezin tê .
     Rêjîm li ber ketinê ye , bê guman , ji ber ku wê hemû fakterên hebûn û berdewamiya xwe jidest dan , vêce bişkînin –ey xuşk û birayên hemwelatî – dîwarên tirsê yên ku bi salane rêjîmê ew çandine bişkînin , eynî weke bavûkalên xwe yên ki serxwebûna Sûriyê pêkanîn . 
     Eniya Felata Niştimanî bangî Hêzên Çekdar-Artêşê- dike ku erk û stûbariyên xwe yên niştimanî û dîrokî hilgire û bibe artêşa gel ..belê ! hilbijartina we ji welat û gel re ewa ya ku rola we ya mêjûyî rast dike , bila stûbariyên we ew bin ku paraztina welat û gel bin , nek berevaniya gendelî û xirabkeran ..rola xwe di berevaniya welat û xak û mirov de biparêzin ! 
     Eniya Felata Niştimanî alavên ewlekariyê , bi taybetî efserên wan yên ku rêjîm wan li dijî hevwealtiyan û renckirin û azardana wan de bikar tîne ... vedixwîne bo ku bi erkên xwe yên welatperwerî û rewiştî hest bibin ji bo beskirina destdirêjiya di pêkanîna fermanên komeka xirabbûyî de ku heryek ji we dizane asta gendelî û sitemkariya wan , berdewamî tê wateya beşdariyê di tawanbariyên rêjîmê de , û ev jî dê ziyan û ceza û sizayên wê hebin , ji ber ku rêjîm li ber têkçûnê ye bê şik û guman , û xirabkerên mezin dê tevlû pereyên xwe baz bidin derve , û hun dê li hember lêpirsîna dadperwerî û mirovane de bimînin .
     Ey gelê Sûrî ..

     Eniya Felata Niştimanî sozê dide ku bi we re kar bike , ji bo felata Sûriyê û rizgarbûna wê ji sitemakarî û zodrdarî û serdestiyê , û ji bo rabûna wê da ku rola xwe ya dîrokî û cîgeha xwe ya ku rêjîmê winda kir , pêkbîne  .

     " ( Bibêje : Hun  kar bikin û Perwerdîgar  dê karê we bibîne , tev li pêxemberê xwe  û bawermendan ) " 
     
London  di  5 ê Hizêrana  2006 an

Komîteya Damizrêner
Ya
Eniya Felata Niştimanî ya  Sûriyê

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark