Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Marsîs *

 


Mehmûd Badilî

Bibûrîne..
ku min nîv himêzkirin
di navbera pêçîyên bejî û çiçikên tî de
ber bi êvareke nîvçe de
bi kuþtin da.

Bibûrîne ..
ku min nîv gav ji pistepistê
di ajot ber bi þerekî mezin de
wê gavê ..
heyv ji nav porê te diþemitî
û dilê min
di berxwe de dida,
wê gavê ..


ji tilîyên min
deshilanîn çênebû
taku porê te þehkiriba,
wê gavê ..
min nizanîbû
ku þevê ..
wê porê xwe
bi ser gihaka arezûya min de
kurrkiriba,
wê gavê ..
girêza dilbijandina minî velqitî
li bûnewerên kûrahiya min
dibariya,
û çirûskên wê kêlîka ha
ji çav û tilîyên te
serxweþiya helbestek kêmxew
werdigerand
ez û dîwar diariyan.

Bibûrîne ..
ku wê gavê
perîþanî di hindirê min de
digiriya,
tûtina êvara min jî
ne ya xursê bû
û bêhna tirsê
li tevdîra kiryariyên min
diweþiya,
û mija zayîna min
ji pêsîrên bîreweriya birîneke kevn
hîna þîrvenebibû…
kosteka azadiya endamên min jî
hîna ne qetiyabû…
ku di berrîya te de
bi nehiþî xwe berdana .

Bibûrîne ..
ku min ..
nîv danasîn
nîv hevdîtin
nîv pistepist
nîv xatirxwestin
di êvareke bînçikîyayî de
bi kuþtin da .

Bibûrîne ..
ku min..
di wê êvara nîvçe de
li ber te..
ruwê xwe sipî nekir
ne nîv maçeke reviyayî
ne nîv dereweke tevizî
ne nîv pêvedaneke bêdeng
wisa..
dilsar û dilþewitî
laþê min bi desmêj
li tenahiyê vegeriya …
û giyan serxweþ ma
di nîv bêhna devê te de
xîmava gumaniyê
di nîv êvara mayî de
bi nexurî dimijt
bi nexurî dicût
lê marsîs bilind ma
û pelên xwe
neweþand .

Marsîs : dareke rengê wê zere , dirêjbûna wê 2 mitre, darikê ku pê çixarê vedixwin jê çêdikin, hêmaya berdewamî û hevaltiyê ye .


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark