Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: Sîrwan Hecî Berko: Sedema serketina êrîþê kêmasiyek di programa malperê de bû

 



Welatê me

 Di roja 7/4/2008 seet 16.26 an li gor dema Uropa, girûpek ji hackerên tirkan derbasî beþek ji rûpela kontrola malpera amude.com bûn, û karîn berê serdançiyên malperê bidin malpereka propagandayê ji tirkan re, lê rêveberiya malpera amude karî piþtî demek kin carek din berê serdançiya ji wê malpera tirkan vegerînin malpera amude, lê ta niha malperê dest bi weþana xwe ya normal ne kiriye.
Jibo bihtir zanyarî li ser vî karê têkder yê hackerên tirk, me ev hevpeyvîna taybet li gel birêz Sîrwan Hecî Berko berpirsê malpera amude kir:


 

Wekû hatibû naskirin, malpera amude yek ji palperên parastî bû dijî karên hackirinê. gelo Li gor agahiyên we bi destxistin, vê girûpa êrîþker, çawa karîn derbasî kontrola malperê bibin ?

Ji dema pêkanina sîstema nû ya malpera Amude di Adara 2004ê de u ta niha gelek êrîþ li dijî Malpera Amude hatin kirin, lê bi ser neketin.
Ev yekemin car e ku êrîþa li dijî malperê bi ser dikeve. Sedema serketina êrîþê kêmasiyek di programa malperê de bû, kû êrîþkeran ew piþtî 16 seetan ji êrîþên berdewam dîtin u ji bo êriþa xwe bi kar anîi. êrîþker karî derbasî rûpela kontrolê ya malperê bibin, lê nekarî ziyaneke mezin pêk bînin, ji ber ew tenê derbasî beþekî biçûk ji rûpela kontrolê bûn. êrîþkeran program u virusên ku ji bo êrîþên bi vî rengî hatine amadekirin, bi kar anîne. ji bo agahiyên berfireh, fermo li Daxuyaniya me binerin: (www.amude.com)

Gelo we karî nasbikin bê ev girûpa hackerên tirk ji kîjan deverê derbasî malpera amude  bûn e ? 

Devera kû êrîþ jê hatiye pêkanîn, ne diyar e. Tenê polîs dikarin vê deverê eþkere bikin. Lê ji ber kû êrîþên li dijî malperan pir in û malpereke kurdî ji polîsan re ne zêde giring e, ew serê xwe naêþînin.

Ta çi radeyê vê êrîþê ziyan gihandiye malperê ?

Ti ziyan negihaye Malpera Amude. Hemû fayl li ciyê xwe ne u erþîv ji nehatin têkbirin. Sedema we yeke ew e ku programa Malpera Amude taybeti ye u li ti deverên din peyda nabe. Loma êrîþker ne bi dijwarî dikarin nas bikin bê di kîjan rêyan re êrîþî malperê bikin, da ku malperê bi temamî têk bibin. Lê programên herî xurt jî, ji êrîþan ne ewle ne.

Çi þîretên we hene ji bo rêveberê malperên kurdî , jibo kû xwe bi parêzin dijî êrîþên van girûpê hackirinê ?

Divê birêvbirên malperên kurdî tim hiþyar bin. Kesên kû programên belaþ bi kar tînin, divê programên xwe tim nû bikin u kêmasiyan rakin.
A çêtir ew e ku mirov van programan bi kar neyne u programên taybetî bikire an çêke. Lê ev program jî buha ne u derfetên malperên kurdi jî mixabin sinorkirî ne. Mirov tenê dikare ewlekariya malperan xurtir bike u programan tim nû bike u faylên nû peyda bike. Lê teknîk tim nû dibe u derfetên êrîþan jî mezintir dibin. êrîþ wê tim berdewam bin. Mirov tenê dikare xwe baþ biparêze. Tiþtekî din ku mirov bike, tune ye. Mixabin!

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark