Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Rêxistina Ewropa ya partiya YEKÎTÎ 500.000 L.S alîkarî da malbatên şehîd û birîndaran

 


Daxuyanî
Piştî ku rêjîma Sûriyê di çarçeweya siyaseta xwe de, ya ku ev çend sal in bi aliyê teror û tundrewiyê  ve çûye, roja 20.03.2008 li bajarê Qamişlo kuştar û tawaneke din pêkanîn, ku di encamê de sê ciwanên kurd, yên ku bi şêweyên pir aştiyane û şaristanene bi cejna Newroza pîroz şah dibûn, şehîd ketin û hinekên din birîndar ketin û hatin girtin


Rêxistina Ewropa ya Partiya me, Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê bi bangewazekê ev kuştara rûreşkir û bang li hemû hêz û rêxistinên demokrat û azadîxwaz û bervedêrên mafên mirovan kir “da ku ew piştgiriya xwe bi gelê kurd re nîşan bidin û zor û pestê li rêjîma Sûriyê ya şoven û totalîter bikin”. Ji bilî wê Komîta Serkirdayetiya Rêxistina Ewropa civateke awarte sebaretî vê kuştarê (roja 26.03.08) li dar xist. Di civatê de hate xuyakirin ku “ev kuştara di çarçewa wê siyaseta tundrew de ye, ya ku rêjîma Sûriyê li dijî gelê kurd dajo. Armanca vê siyasetê jî, helbet, ew e ku rêjîm hewil dide Tevgera Rizgarîxwaza Kurd bitirsîne û xebatkarên gelê me, bi van şêweyên terorane û hovane, biceflîne, da ku xebata netewî bête qelskirin; da ku gelê kurd û tevgera wî ya rizgarîxwez dest ji xebata xwe ya rewa û dadmend berdin. Bi vî rengî rêjîm hewil dide ku xebata li dijî totalîteriyê û li pênawî avakirina welatekî demokrat, ku tê de her mirovek azad be û hemû hêmanên netewî yên civaka Sûriyê azad û wekhev bin, pûç bike.
Di civatê de hinek biryar hatin standin; ji wan:
  1. Emê tu carî dest ji xebata li dijî totalîteriyê û li pênawî avakirina welatekî demokrat, ku tê de gelê kurd hemû mafên xwe yên netewî li ser xaka bav û kalên xwe bi dest xîne, bernedin.
  2. Xortkirina çalakiyên cemawerî û dîplomasî li derveyî welêt, da ku em raya gîştî û dezgehên welatên curecur bi vê siyaseta nijadperest hişyar bikin, da ku ew piştgiriya xwe bi gelê kurd re nîşan bidin û zor û pestê li rêjîma Sûriyê ya şoven û totalîter bikin. Di vî warî de jî hin kar û çalakî hatine plankirin.
  3. Di heman dema ku em bi giramî li hember xwîn û birînên şehîd û birîndarên Newroza 2008-ê radiwestin, biryar hate standin ku nameyeke piştgiriyê ji malbatên şehîd û birîndaran re bête şandin.
  4. Wek erk û stûbariyeke kurdayetiyê biryar hate wergirtin ku alîkariyeke diravî bi qasî 7000 € (500 Hezar LS), ya ku li hember qurbanî û wefedariya ciwanên me yên nemir û birîndar hîç e, pêşkêşî malbatên şehîd û birîndaran bikin.
Em, weke Rêxistina Ewropa ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê, vê terora han bi tundî şermezar dikin. Her weha em soz ku xwîna şehîdên Newroza 2008-ê, yên ku ketina nav refên şehîdên azadiya kurd, herweha birînên birîndarên xwe tu carî ji bîr nakin.
Nemirî bo şehîdên Newroa 2008-ê û hemû şehîd kurd
Bijî azadî, demokrasî û wekhevî

 Komîteya Serkirdayetiya Rêxistina Ewropa
31.03.2008

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark