Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Şabaş û çepik ji te re Ezîz Xemcivîn

 


Narîn Omer

Ez herdm dibêjim:
Heta berhmên nivîskar di nav rûpelên raman û hizrên wî de dijîn ew arzeyên wî ne,lê dema ew belav dibin û tên weşandin her kes dikare
Nerîn û boçûnên xwe li ser wan zelal bike,û normal e kû her yek li gor
Asta xwe ya zanistî û ramyarî nerînên xwe diyar dike, lewra divê em
Hemî tiştî danin li ber çav.


Hêja Ezîz Xemcivîn xwestiye hawldanên xwe li ser pirtûka min ya helbestî (Prîxana min) bi sekinê,û xwe day e nasîn weku rexnevanek
Yekane di tor û çanda kurdî de.
Ez naxwazim gelekî li ser rewşa wî ya rexneyî bi axivim,lê belê ez dixwazim bersiva çend nerîn û boçûnên wî yên şaş û ne rast bidim da ew ji xwendevanên me yên hêja re zelal û xuya bibin.

Bersiva 1:
      Ji ber navê min,bi rastî ez bi navê(Narîn Omer) di weşînim,lê
  Hinek malper dibînin kû navê(Narîn umer) rast tire ,lewra bi wî navî
  Di weşînin,û dema min xwest ez helbestên xwe çap bikim,geleka
  Gote min xwezî tu bi navê (Narîn Seyfedîn) bi weşînî,û min li ser
  Xatira wan wisa derxist,çimku malbata me bi vî navî tête nasîn.

Bersiva 2:
  Li ser weşandina pîrozbahiyê,bi rastî ne (Evîn Şikakî) belav kiriye
  Lê belê(Baxê jinên Dêrika Hemko) pîrozbahî nivîstine û belav kirine
  Lê  nizanim çima (Pena kurd) bi navê Evîn weşandiye, û
  Eger tu li ya (welatê me) vegerî û baş bi xwînî tê bibînî kû ew bi
  Navê (Bax) hatiye weşandin,û bax bi xwe matbûna xwe da xuyan li ser weşana wê bi navê Evîn.

Bersiva3:
Ezîz di bêjê li ser rexna ( Arşevê Oskan) ji min re:
(Dibe jî kesên ko navtêdana wê dikirin, jê re goti bin; ko ev nivîsa Arşev ji mebestekê ye, an jî tu rast î û ew şaş e. Bêdiro, em bêjin nebêjin çanda şabaşiyê ya ko em ji rêjîmên desthilatdar fêr bûne, bandoreke balkêş li piraniya me kiriye. Ewê yekê jî rola xwe leyine).
Bi rastî dema min pirsa (Arşevê Oskan) kir,hemî kesên derdora min ew nasnekirin,û erêkirin kû wan navê wî jî ne bihîsti ne,ji bilî yek bi tenê ji wan gote min:
Arşev mirovek nexweş e,û ji ber nexweşiya xwe koçber bû û berê xwe da ewropa yê , belkî nûjdarên li wir çareyekî ji êşa wî re bi bînin,û ew helbesta dinivîsînê û xwe dibînê wek kesek rexnevan ,lê mixanin ew ne rexnevane.

Bersiva4:
Ezîz şîretên xwe yên belaş û şabaşî û bê dawî ne tenê li ser kesan belav dike,belê ew wek zanyarek yeksane berê xwe dide heta saziyên çand û hunera kurdî jî,dema şûrê gazindên xwe li sînga semakurd a çand û huner rast dikê û di bêjê:

(Em ê kengî ji çanda şabaşî û çepikan rizgar bibin?
Semakurd a çand û huner, berhem di çi astê de çap dibin?).
Di cihek dî de dibêjê:
(Di nerîna min de, eger Semakurd pênc pelên rastnivîs û bi wate çap bikirana, ji bîst û pênc pertûkên mîna (Perîxana min) çêtir bû. Çimkî mifa û sûdeya wan pênc pelên rastnivîsê li nifşekî nûder bêtir dibe).
Ez di xwazim berî kû ez bersiv bidim,ez tiştekî bidim xuyan:
Di şevbiwêrkekî de kesên amade li ser rewşa çanda kurdî di axivîn,û gotin hat li ser (semakurd a çand û huner) û hemiya pesnê wê dan,bi taybet ji ber alîkariya wê bi hunermend (Şeyda) re,û bi hunermend (Rêber Wehîd) re,û çawa sema bi vê alîkariyê Rêber li kurdîtiya wî vegerandin,hema me dît yek ji wan rexnek li semakurd kir kû ew alîkariyê bi kesên maldar re dike,û ji wan kesan Ezîz bû dema got:
Ma Ezîz Xecivîn kî ye?!û pirtûka wî çi sûde li pirtûkxana kurdî kiriye heta semakurd jêre çap bike li ser hesabê xwe,û ew bi xwe li (Îmarat)dijî û maldare??!!kesên dî bersiv dan û gotin:
Ma qey semakurd wê çi bike,belkî vî kesî(ango Ezîz) xwe avêtiye tor û bextê wê de).
Ez bi hêvî me kû Ezîz mebesta min fihêm kiribê!!!
Kekê Ezîz,semakurd ji min xwest kû ez helbestên xwe yên bi zimanê kurdî bi weşînim,û dîsa supasiya(sipasiya,spasiya) wê dikim,û omîdarim kû ew her dem serkeftî be,û ez bi bawerim kû(ko,ku) gotgotok û gotinokên te nikarin bandora xwe li wan bikin.
Bersiva 5:
Ezîz dibêjê(dibêje):
(Narîn Omer nivîskar û helbestvaneke kurd bi zimanê erebî helbest û gotaran li gelek malperên kurdî û erebî belav dike).
Ew dîsa dibêje:
(Li vir weke têbînî dixwazim bibêjim; Narîn helbestan bi kurdî nanivîsîne! Belam helbestan bi erebî dinivîsîne û  bi dûv de diwegerîne zimanê kurdî, bê ko li ser wan deyne (wergerandin), ew bi xwe jî vê gotinê mandel nake û belge jî hene ko ew bi kurdî kêm caran dinivîsîne).
 
Nizanim Çima Ezîz wisa di baweriyek mezin deye kû ez tenê bi zimanê erebî berhemê xwe belav dikim??!!ma ew baş min nas dike,yan jî wî tikiliyên kesayetî bi min re kiriye ta ew xwe bike dadyarek bi nav û deng û  şûrê gotinan li ser berhem û weşanên min rast bike??!!!.  Ma dema  nivîskar yan jî helbestvan berhemên xwe bi raman û hizrên
Xwe di wergirîne ne çêti re??û ma pêwîste li ser wî kû ew bi de xuyan
Kû ew berhem hatiye wergerandin??!!çimkî ew hizir û raman, û hest û  Coş Dîsa yên wî ne.
Çima Ezîz na bêjê kû Narîn berhemên xwe bi kurdî dinivîsîn e û bi dûv de diwergerînê erebî?? û ew bi xwe dizanê kû ez bi herdû zimana dinivîsînim,û
Ne hemî mijaran diwergirînim??!!

Bersiva 6:
Ezîz di bêje:
Bi dîtina min ew heta bi alfabêya kurdî jî nizane).)
Ji berî bersivê ez dixwazim jêre bibêjim:
Di demê îro de gelek zanyarên zimanê kurdî dibînin kû pêwîste li ser me em bêjin(A be ya kurdî) ne (Alfebêya kurdî) çikû dema em tîpên
Kurdî dixwînin em nabêjin(Alif baa) lê em dibêjin(A be, ce......).
Ez naxwazim gelekî li ser xwe û fêrbûna zimanê kurdî biaxivim,lê
Tenê dixwazim ji kekê Ezîz re diyar bikim kû:
  Ez gelekî piçûk bûm dema ez fêrî zimanê kurdî bûm,û min di (13,14)
 Saliya xwe de hemî tîpên kurdî ji bergirtin û min helbestên bihtirîn helbestvanê me û pirtûkên kurdî dixwendin. Lê xuya ye ew ji rewşa zimanê kurdî û zaravên wê yên core cor(cor bi cor) dûre yan jî bêzare.
Heta vê kêlîkê jî hê em dê û bavê hev dişewitînin li ser rastkirina peyva(Pêşeroj û Paşeroj) de,û li ser(ko,ku,kû)û (merov û mirov) û (dibêjê, dibêje......). ez dixwazim ji Ezîz bi pirsim:
Ma qey zimanê kurdî yek zimane keko?? Ma em kurd bi tevayî bi yek
Zaravî di axivin?!an jî em bi tîpên latînî bi tenê dinivîsînin??
Ez nizanim kekê Ezîz weku xwe di bîne renevanek leheng û jêhatî, wê
Çawa berhemên kurdên me yên soranî(sorî) û hewremanî û zazakî bi nerxînê???!!! Yan jî ew bi van zaravan hemiyn di axive,çimkî ew rexnevanê yekane ye di tor û çanda kurdî de.
Mamosta (Deham Ebdulfttah) di pêşgitina(Rêzimanê Kurmancî ) de
Ya (Reşîdê Kurd) de dibêje:
(Nuha jî em ê çend mînakan weku nimûne ji navlêkirina R.Kurd beranberî yên C.Bedirxan û yên Kurmanciya Xwarê(soranî) bikin,da em bizanin,çendî ev kêşe aloz e:

R.Kurd :                   Pîşk        pîşkar              Pîşkber        
C.Bedirxan:              Lêker     Kirar               Bireser
(K X) Soranî            Kar         Kara                Berker
Erebî                       الفعل               الفاعل             المفعول به
Di cihekî dî de dibêjê:
(.....Ev kurtebêjeyên ku li pey nav û karan (lêkeran )tên  (im.î,e.in)Reşîd wan dike /Bernavên Dûmdar/,angu cînavên peyvebestî û an
bi navan ve dinivîse.
Wek:
-Ez xwendekarim
                        ---
-Hûn karkerin
                   --
Lê Celadet wan dike karê(lêkera)bûnê di dema nuho de û wan cudayî navan dinivîse.
Wek:
-Ez xwendekar  im
-Hûn karker in

Bersiva 7:
 Xala herî giring li ba min ewe kû ez bi bêjim  hêja Ezîz eve:
 Ji berî ez helbestên xwe çap bikim,ez baş li ser wan sekinîm û
 Min ew dan gelek nivîkar û helbesvanên kurd yên mezin û yên
 Ciwan,û ji bilî kesên kû di warê ziman de kar û xebatê dikin û
 Min nerîn û têbîniyên wan danîn li ber çav û bi dûv re min  Çap kir ,û
 ji wan helbestvana mamoste yek hêja kû Li ser wan baş sekinî û malik malik xwend ,ne carekî belê Gelek caran,û ta min gotiyê:
Mamosta  va ez ê helbestên xwe çap bikim û bi weşînim û eger hina Rexnên giran lê kirin ez ê bêjim wan tu Mamosta yê min ne.
Ev cudabûna di nav bera hinek peyvan û tîpên dawî de wî mamoste û helbestvanî ji min re ser-rast kirina,heta gote min:
Hayê te jê hebê kû hin kesên xwe dibînin rexnevan belkî rexneyên dijwar li vî awayê nivîsîna te bikin,lê ev  şêwe ewe yê rast.

Bersiva 8:
Ezîz helbesta(Himbêza Pira Bafid) wek nimûne şîrovekiriye,û bi tevayî ya xwe ew şaş û lawaz dîtî ye.
Ez dixwazim bêjim kekê Ezîz kû ez bi zimanê(zaravê) botanî di axivim û dinivîsînim jî,û zimanê rast ewe yê kû ji dê û bav û bapêran(kalikan) me girtî ye,û em ê pê binivîsin heta zimanek me yê kurdî bi yek şêweyî bête sazkirin,û tişta dî ewe kû di helbestê de bi taybet ya (kêşane,kêşesaz) nivîskar dikare bi peyvan bileyîze û wan bide pêş û paş.
Em botî dibêjin emê kon rayêxin,me kon raxist,an jî raxistiye,û em dibêjin me kon veda ye jî.
Gotina alanî jî li ba me raste,çimkî em dibêjin :
Me lê alanî yan jî lê aland,û lê pêça.
Ev cudahiya tîpa dawî ji gelek gotinan:
(dan î, Botan î, alan î, melevan î, di loran î)
Wek min ji tere diyarkir,mamosta  welê rast dît.
Ezîz dibêje:
(Wek ko ez têgiham wê hin nivîsên cor bi cor wisan şopandine, di bîr û boçûnên wê de ko her peyv merov dikare tîpa dawî ji kokê cuda bike. Ev tête çi wateyê? Gelo çima tîp ji gotinê cuda dibe? Kengî ew tîp cuda dibe? Ew tîpcudakirin di vekît û gramerê de bi çi navî ye, bi çi mebestê ye?).
Eger Ezîz bixwazê çima ev cudabûn çêbî ye bila baş li rêzimanên kurdî yên kevin û nû vegerê ,da bersivên zelal ji xwe re bibînê.

(Arifê Cizîrî ne (Cizîri Arif)
(Kawîs Axa ne (Kewîs Axa)
Kurd dibêjin:
Çi em bêjin keçel Elo yan Elo keçel,ma ne her rebenê Elo keçele??!!
Em ta îro dibêjin (kewîz axa).
Erê kekê Ezîz mirov dikare bibêje (Mryema Xanim) ,çiko navê vê hunermend a hêja (Meryem e,Miryem) lê dema çû Kurdistana başûr,û çiko ew navê xan li navê jinê ve zêde dikin dema bixwazim wê bikin cihê rezê de Navê(rewşa:صفة Xan pêve kirin û bî(Miryem xan) .
Lê em navê( xanim) yan jî (Xatûn) lê zêde dikin , ango dema min nivîsî(Meryema Xanim) min dizanî ez çi dibêjim.
Eyşeşan:
Eger(heger) te baş li ser vê hunermendê sekinî bayî teyê bi zaniya kû (ko,ku) bi gelek nava di hat nasîn(naskirin) wek:
Eyşê,Eyşeşan,Eyşana Elî......).
Erê ew sazvane,çimku wê çend sitiranên xwe nivêstine, û ya di wî demê de(wê demê )de evqs jîr û zanabê ew hunermend e û sazvane jî.
Erê kekê min bircên pira Bafid hene,mebesta min (Ebra cin:أبراج) ,çiko /12/de bircên Bafid(Bafit) hebûn,lê gelek ji wan şikestin,û herifîn,lê heta îro jî çend birc bi dîwarên pirê ve mane.û pir ne li se çemê Decla ye,û ne li ser yê Seqlanê ye,lê ez dikarim bibêjim girêdanek mezin di nav bera herdû çeman de heye,û bi Bafid ve jî heye,wek nerîna helbestvanekî,çiko (seqlan) li (Indîwerê ye) û çemê (Decla)yê di (Indîwerê) re dibore, û (Bafid) nêzîkî (indîwerê) ye,û dema tu rexevanek rast û jêhatî bayî teyê bizanîba kû ev qas tiştên kû çêbûyîn di xwenê de çêbûne,û cîhana xwenê wek em dizanin cîhaneke bê sînore,û mirov dikare hizir û sawîrên corbicor di xwenan de bi afirînê,bi taybet(xweneroj) çiko hevsarê wan di nav tiliyên hizir û nîgaşên me de alandîn e,û em weko xwe wan di ajonin û di afirînin.
(Belê Decla tu hozan î)
Ma çima Decla ne hozan e??!! Belê ew li cem min û her mirovek ji Dêrika Hemko,û gundên dora wê,û her kurdek bi hest û coş:
(Decla: hozan e,helbestva ne,dilsoz e, evîndar e,dilber e,dildar e......).
(Dixwazin em siwarbin b,lez
            Liser pêlên melevan î)

Nerîna te di vê malikê de ne raste.
(Bero êvar de’m ser noq bûn
             Me dî rojê di loran î)

Na kekê hêja (di loran î) ne şaş e,çimko em wisa(wusa,wesa)dipeyîvin di axavtinên xwe de.
(Dema xatra ye wey hawar
Bi rastî di zarîn û hawarê de em hemî tiştî dibêjin:
Wey hawar,hey hawar,way(wy) li min,wa weylê,hawara.....
(Li vir gotina (xewn) kiriye (nêr):
 (mixabin xwenekî roj bû)
Lê a rast gotina (xewn) mê ye).
Belkî mê be,lê birastî min digot ew nêr re(supas.sipas,spas) ji te re Ezîz.
Lê dixwazim ser vê nivîsê bibêjim; ko ew ji ber helbestek ko hunermend Mihemed Şêxo distirê (Kedera min çendî ciwan e) weke raman wê ew derêxistiye!
Bi rastî min ji nû ve zanî kû Ezîz ji bilî gernasiya wî û jêhatbûniya wî di nivîsînê û di derya rexin û nerxandinê de,ew tête nasîn weko(Caduyek) pehlewan û dikare derbasî hiş û mejiyê kesan bibe,û hizir û ramanên wan bixwîne.
Kekê Ezîz,ma tu zanî min kenkî û li çi cihî ev helbest nivîsti ye???!!!
Ramana vê helbestê di malzaraka hizrên min de çêbî ye,dema ez li ser girê (Indîwerê) sekinî bûm,û di dûv de,min brê xwe da ava Decla yê,û çemê asaeqlan,û piştî wê me berê xwe da (Pira bafid),wisa ta em li (Indîwerê) û li hemî deverên wê geriyan,û her sal bi sedên ramanan di nav rûpelên hiş û nîgaên me de, dizin ,çi cara kû em berê xwe didin (Seqlan ê,Decla yê,kaniya xeyda,dara guhîjokê).û(quba Eliyê şêr) li gundê(Tildarê) û...û....û....
Ez dixwazim bibêjim kû ev hevokên min nivîsandîn wek çend bersiva ne,li ser çend pirs û têbîniyên Ezîz ,û min ne xwestiye bi wan ez beranberiyê bi wîre bikim,û bi rastî min besriva wan da li ser xatira(xatirê) xwendevanên me yên hêja,çimko ez Ezîz wek rexnevan nabînim ,ji ber kû:
Wekî em dizanin rexin ne karek hesaniye ta her kes bête û di nav
Pêlên vî karî de xwe avjen bike,çimkî ta îro jî di nav me kurdan de
Rexin û nerxandina rast û resen nîne, lewra rexnevanên me jî yên jîr û jêhatî jî nînin,(eger hebin jî hêja me ew nasnekirine) û ev çend Kesên xwe dibînin rexnevan ew rexneker in û leqamçî ne,û  ti karê wan nîne ji bilî leqama û pêkenoka li kesan bikin,û eger hin ji wan vî navî li xwe bikin Ew şaşin.
Rexin ,da rast û dirust di nav xwîna pênûsa nivîskar de bête afirandin,pêwîste ew xwe fêrî merc û bingehên wê yên rast û têgehiştî bike.rexin: rexnevanek zanyar û hişmend,û raman û cînav zelal û pak dixwaz e,ne kesek bejik û  bê zar û ne hatî dixwaze.
Di dawiya vê (vî)mijarê de ez dîsa supasiyên germ û zelal ji (Semakurd a çand û huner re ,bi taybet ji hêja (Arif Remedan) re dişînim û delal(Hozan Emîn) re li ser alîkariya wan bi min re di çapkirina pirtûka min (Perîxana min) de,û herdem serkeftinê ji wan re dixwazin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 9


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark