Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



belavok: Beyana YNRKS dij rkirina turkiya li ser xelkn me li Efrn


Em di Yekîtiya gitî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriya
(YNRKS) de û bi hêrseke mezin êrîkirina turkiya li ser xelkên me li Efrînê û bombekirina xelkên sivîl, di bin siya sedemin ne rast de, û ji bo siyasetên turkiya ên dîrokî li dijî kurd û Kurdistan ermezardikin.
Herwiha em helwesta navdewletî û cîhanê jî ermezar dikin, ku li pêiya vê dijminaya mezin bê deng mane, û bi taybetî dewletên mîna Rûsiya û Emrîka, ku serborên wan ligel kurdan di warê xedrê de hene.

Bixwne...

belavok: Daxuyaniya (YNRKS) derbar roja ziman kurd


Mîr Celadet Bedirxan dibêje; ”Ziman ertê heyînê a pêî ye”
 
Di her salê de roja 15. Gulanê, em roja vejîna zimanê kurdî bibîr tînin. Îsal mûmiya 85 salan vedixin û li ser wena tîpên kurdî yên latînî, ku cara pêî di kovara Hawar de sala 1932 de li ser destê hêja Mîr Celadet Bedirxan hatibû nivîsandin, radiwestin.

Bixwne...

belavok: Beyana YNRKS di 119 saliya rojnamegeriya kurd de


Di 22 nîsana her salê de, nivîskar û rojnamevanên kurd roja rojnamegeriya kurdî pîroz dikin, çimkî ev bûyer bûye weke rojeke balkê li nik wan.
Di vê rojê de, dîroka rojnameya yekemîn tînin bîra xwe û li ser rewa wê radiwestin, bê çawa hêja Meqdad Medhet Bedirxan li Qahîrayê di sala 1898an de rojnameya ”Kurdistan” derxist û belavkir. Û herwiha li ser rewa ragihandinê li cem kurdên rojava giftûgo dikin, û rola vê ragihandinê û rojnamegeriyê di civata kurdî de dinerxînin.

Bixwne...

belavok: Bi helkefta Cejna Newroz Nnertiya ENKS li Ewropa prozbahiy li gel Kurd dike


Gelê kurd li kurdistanê û li her cihekî heyî ahingê bi cejna Newroz dike, bi cejna netewî xwe ya netewî û dîrokî ya dikeve li 21ê heyva adarê, ku di rojek weha de û bi hezarê salan gelê me yê mezin li dijî stem û zordarî û tepeseriyê derket, û her ji wê rojê û heta vê rojê gelê me berdewam e li ser xebat û tekoîna xwe ya li pêxema azadî û yeksanî û erefmendiyê, ku gelê me bi dirêjahiya dîroka xwe ya dirêj rastî gelek ê û azar û derdeseriyan bûye yên hatîn ji aliyê zordest û dagîrkaran bi armanca jinavbirina nasnameya gelê me ya netewî û dîrokî û cografî bi rêka siyasetên regezperistiyê û koçberkirinê û jinavbirina mohra netewî û qirkirin û cînosayîdkirinê heta gihita radeya bikaranîna çekên qedexekirî û kêmyawî li dijî gelê me wek kêmiyabarankirina Helepçe û hin bajarokên din yên kurdistanê li baûr û rojhilat li ser destê dagîrkaran li dijî gelê me yê erfmend û azadîxwaz.

Bixwne...

belavok: Agahdar


ji Dezgeha Ismayîl Emo ya çandeyî û civakî
Mamoste Ismayîl Emo Kesayetiyeke Kurdî yî nemir e
Gelê Kurd
Partî, Komele, Dezgeh û Kesayetiyên Welatperwer
Heval û dostên Mamoste Ismayîl, Emo em dixwazin di bîra we de bînin ko kesayetiyên me yên siyasî, rewenbîrî û wêjejî ew kesên ko hemû jiyana xwe ji bo Gel û Welatê xwe terxan kirine û ji ewî karê pîroz, rojekê ji rojan xwe nedane pa mamoste yek ji ewan kesan e, vêca em bi hêvî ne hûn roja (zayîna) wî ne ya (koça dawî) bibîr bînin..
Li gora dîtina me Mamoste Ismayîl ne milkê Pertiyekê ye belê yên wek wî ji bo Milet û Welat simbol in.

Bixwne...

twitter

Helbest