Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



Rexne: Maf..


Ezîz Xemcivîn

Miletê me herdem doza mafê xwe dike, di hindirê piraniya Kurdan de dozek heye, navê ewê daxwazê (Maf)e.

Mafxwarinî..
Vêca ev çi ye?
Piraniya Kurdan û bi taybetî çîna rewþenbîr û nivîskaran ne tenê maf û çi girêdanên bi maf ve hene binpê dikin..
Di vir de çend mînakan bibêjim, bi qasî wan jî dehcaran li bal min hene, lê ev dê hinekî ji mijarê zelal bike..

Bixwîne...

Rexne: Þaþî û baþiyên MELAYÊ CIZÎRÎ Þêxê aþiqan


Qado Þêrîn

Danerê pirtûka “MELAYÊ CIZÎRÎ Þêxê aþiqan” Ebdusselam Elî Es`ed, ji piçûkaniya xwe ve bi helbestên Cizîrî re dijî û mezin bûye, bi helbestên wî aþiq bûye, û giyanê xwe bi helbestên wî tije iþq û evîn kiriye, ji ber wê dema tu þirove û bîr û boçûnên wî di derbarê Cizîrî de dixwînî, tu dibê qey bi Cizîrî re jiyaye.
Li pêþî spasiya Danerê pirtûkê dostê xwe Ebdusselam Elî Es`ed(Selam Darî) dikim ji bo ku pirtûk ji Kurdistanê boyî min þand Hollenda.

Bixwîne...

Rexne: Nîgarkêþiya Nîzar Yûsif di Hêlîna Xewnan de


Qado Þêrîn

Helbestvan ew e yê ku bi gotinan, ne bi kamîrayan wêneyê dîmenan dikþîne.
Tu çawa li jiyanê, li der û dora xwe, li dîmenan û li jinê temaþe dikî, tu çawa dizanî hewqasî xweþik pesnê tiþtan bidî, û wan dîmenan wek wêneyekî bedew, bi tîp û gotinan bikþînî. Belkû helbestvan bi tenê dikare wisa be.
Helbest derbirîna hest û wicdanê mirov e, dema wicdan hest dibe, helbest tê nivîsandin, çimkî helbest neynika derbirîna rasteqîneyê ye, û çimkî ne herkes dikare hestê wicdanê xwe wergerîne, derbibire, û bi helbestiyane binivîse, êdî mirov ji wî kesî/ê re dibêje helbestvan dema bi dilsozane, bi hostayetî û li gor xwestek û kêfxweþiya mirov, binivîse, û mirov navê wê nivîsê bike helbest. Êdî, helbestvanek ji dayik dibe, wê demê helbestvanên mezin tên peyda kirin.

Bixwîne...

Rexne: Xwe mezinkirin, xwe kuþtin


Qado Þêrîn 
 
Di roja 04/02/2021an de, helbestvan Mizgîn Hesko gotarek di bin navê “Zimanê helbestê û bersiva dereng mayî” di malpera Welatê Me de belav kiribû. Min xwend û li ser rûpela xwe ya FB du gotin di derbarê wê gotarê de nivîsand. Mesele li vir bi dawî nehat. Rêzdar Mizgîn Hesko gotara xwe li ser dîwarê FB ya xwe belav dike, mesele li vir jî bi dawî nayê. Piþtî çar pênc rojan dostekî kopiyek ji þiroveyek wê ya seyr ji min re þand, þiroveyek ku mirov matmayî dihêle û bawer nake ji nava helbestvanekî/ê derketibe. Bi texmîna min nivîskar Tengezar Marînî li ser eynî mijarê du gotin li ser dîwarê fb ya xwe nivîsandin, lê bê ku Mizgîn xan bi nav bike.

Bixwîne...

Rexne: Nameyek Rexneyî ji bo mamoste Welatevîn (M. Hakki Balta) re.


 Samî Mela Ehmed Namî

Neþîd Û Gaziya Keçan
Helbestvan û nivîskar Mela Ehmedê Namî helbesta xwe ya bi navê:
Neþîd Û Gaziya Keçan di sala 1941ê de li gundê Tilþeîra Aþîta hînandibû.
Ev helbest di dîwana helbestan ya bi navê Daxwazname de, di sala 1968an de ji weþanxana Roja Nû li Uppsala û di sala 1995an de li bajarê Þamê hatibû çapkirin û weþandibû.
Herweha Hunermed Þivan Perwer helbest bi navê Herne Pêþ bi awazê xwe strandiye.

Bixwîne...

Rexne: Xwendinek rexneyi: Romana Vîna Evînê ya nivîskar Luqman Silêman


Bavê Zozanê

Roman bi zimanê Kurdî hatiye nivîsandin ji weþanên SerSera Çapa yekem 2019z-2631k.
Wêneyê Bergê:Salih Îbahîm.Sereratsker:Mihemed Keleþ
Diyarî bo hevjîna min Nefîsa Yûsiv (Nivîskar)
Roman ji 302 rûpelan pêk tê ji qetê navîn ku li ser 40 parçî yan jî çil navî ,çil dergehî hatiye belav kirin ku pir caran jî ew sernav ne gelekî nîþana naveroka wî dergehî bi xwe didê.

Bixwîne...

Rexne: Zêro, romana tije helbest û bê dawî


Qado Þêrîn

Zêro wek roman tecrubeya nivîskar Ezîz Xemcivîn ya yekemîn e, ew bi xwe helbestê dinivîse û gelek pirtûkên helbestan çap kiriye, belkû ji ber wê Zêro tije helbest e, yan jî tije hest e, mirov dibê qey ji bo wan helbestan Zêro hatiye nivîsandin, neku ji bo çîroka pirtûkê yan ji bo hewldana nivîsandina romanek serkeftî. Ji ber wê, dema mirov dixwîne mirov dibê qey dîwanek helbestan ne romanekê dixwîne, na, ji mirov weyê çîrokek dirêj, tije hest û helbest û bi mebest bi þêweyê romanê hatiye nivîsandin.

Bixwîne...

Rexne: Sirûda «Rêwîtî» Ya Helbestvan, Vejîna Kurdî: Nerînek Rexnesazî:


Xalis Misewer:
 
Ev navnîþana ha – Rêwîtî- ku bi peyvekê bitenê hatiye bikaranîn di warê normal de rûbendê davê je ser dêmenê wate û wêneyên sirûdê, lê di vir de mîna rexnevanê Ferensî( Roland Barthes) dibêje: Navnîþan nîvê tikistêye. Peyva /rêwîtî/ tikistê bigiþtî dide xuyakirin, ango ev peyv hest û xem ûxeyal û sawêrên mirov bi hêlemêl di nav ewrên çîrokeke bêdawî de tevradike, û  bîranînên kovan mîna ji bîreke kûr û dûr û bê binî dewla tijî kul û hesrtên belawela bi axîn û nalîn dikþîne. Weha helbestvana pinaberan di va rêzên li jêr de, bi awayekî pir bi bandor û bêhnçikyayî dibêje:

Bixwîne...

Rexne: Rovî û sûk


Qado Þêrîn

Ez te rexne dikim, dêmek dixwazim tu ji min baþtir û çêtir bî.
Roja 11ê gulenê hêja CanKurd di bloka xwe(http://cankurd.wordpress.com/2011/05/11/can-irhabsiyasikurdi/ ) de kurte nivîsek weþand. Xuyaye cuwamêr di derbarê PKK de gotarek ji kurdî wergerandiye erebî, di dûv re raserî nameyên tije sixêf, tawan û tiþtin din hatiye, wek wî di nivîsa xwe de nivîsandiye.

Bixwîne...

Rexne: Romana ’’Keþtiya Penaberan’’ çawa ye?


Qado Þêrîn
Roman: Keþtiya Penaberan
Nivîskar: Arþevê Oskan
Ji weþanên Do, 2010
Roman ji bergê ta bi bergê 111 rûpel e, û bêjerek tenê romanê ber bi dawî ve dajo, tenê beþê dawî Keþtî ya ku penaberan hembêz dike, dibe bêjer û dayik. Dibe dayika penaber û zarokên serhiþk.

Bixwîne...

Rexne: Çawa emê nexweþiya bêbextiyê rizgar bibin


Siyamend Brahîm

     Ez bazgûrî yezdanê jorîn dibim, ku ev boblatên bi ser serê gelê me tên sivik bibin, û bi çavên mihrevanî û dilovaniyê li me binere, Ax….Ax.. ey feleka bê bext ev bû  hezar sale ku em di bin lingên van zordestan de dijîn, û hemû rengê qehir û serdestiyê dibînin., û em hîn heles û mûçandin zilindar dadiqurtînin.
Rastiya ber bi çavan tê xuyakirin ku li dirêjahiya bablîskin derbas bûne di her warî de dijmin em herifandine, ew kesîtiya kakilê mejiyê me  xweþik kolaye, û civaka me ji hevxistiye, jihevxistineke hew kes dikare dermanekî xurt bibîne, belê li ber van nexweþiyên han bijîþkên pispor matmayî dimînin gelo wê çawa me derman bikin?

Bixwîne...

Rexne: Helbestvan Arjen Arî: Û gurzek ji helbestên wî, le ber nerînek rexnesazî


   Xalis Msewer

Arjen Arî, ji navê wî yê dîrokî tê naskirin ku hlbestvaneke kurd û netewpereste, ku dibin siya hukûmeteke hovane de, mîna pilingekî êgir netewa xwe xistiye destê xwe de, û ev tiþtê ku kesek di bin siya zordaryê de pêqayilna be, Arjen pêqayilbûye û qîma xwe bi mêrxasî pêaniye.
Arjen di beþeke ji xweþxaneya(qesîda) xwe ya bi navnîþana(eroûtîka) de weha dibêje:

Bixwîne...

Rexne: Helbestvan Mehmûd Sebrî: Nerînek rexnesazî li hin ji helbestên wî


Xalis  Msewer
 
Di sirûda bi navê( Welatê  xebatê) Mehmûd Sebrî weha dibêje:
welatê min tu xemla rojhilatî
                   tu deryayek ji jan û kêferatî
tu kanî ma ji bo sor- raperînan
                  tu hola þoreþ û hêrs û xebatî
Berya hertiþtê divabe em zanibin ku helbestvanê me Memûd Sebrî, xwe bi helbestên kilasîk micûldike, û ev jî tê wê manê ku hemû sirûdên wî bikêþ û trazû û bi ritim û mozîk têne lidarxistin.

Bixwîne...

Rexne: Festîvala helbesta kurdî ya 14mîn: Xelatkirina helbestê an xelatkirina helbestvan? (3)


Ezîz Xemcivîn

Gava min helbesta “Rojgar” ya helbestvan Sobarê Arî xwend,  pûlikên “Xelkên þikeftê” li bîra min hatin. Wek çawa ew pere bi sedên salan dem di ser wan re buhirî bû, herweha awayê evê helbesta Rojgar ya helbestvan Sobarê Arî jî, ji bîst-sî salan ve ev þêwenivîs nema bikar tê. Dibe dîroknasek ji evan navan bêtir bihejimêre û li hev bîne, û di rêzkirina malikan de bibêje ev helbest e! Gelo, çi hêmanên avakirina helbestî di wisa þêwenivîs de hene? 

Bixwîne...

Rexne: Çanda xwenizimkirinê Nimûne, Ehmed Huseynî


Heyder Omer
Xwenizimkirin ew helweste, ku mirov, çi rewþenbîr be, çi nivîsevan, helbestvan,siyasetmedar be, xwe li astên kêm datîne, ji bo berjewendiyan ava rûwê xwe li pêþ kesên din dirijîne,  rûmeta xwe erzan dike, ew kesana çi dibin bila bibin, rêber bin, serok bin, xwediyên kar bin, cidahî qet nîne.
Evê helwesta xwenizimkirinê ji zû de li cîhanê de rû daye, û heya ku mirov koleyê berjewendiyan be, wê ev helwest her tim rû bide. Berjewendperestî û xwenizimkirinê hevalcêwî ne.

Bixwîne...

Rexne: Festîvala helbesta kurdî ya 14mîn: Xelatkirina helbestê an xelatkirina helbestvan? (2)


2- Biroskedar


Evê helbestê xelata yekem ya helbesta nûjen wergirt.
Helbestvan: Zagros Osman

Birêz Zagros Osman nivîskarekî Kurd e, bi zimanê erebî dest bi nivîsandinê kir. Lê ev çend sal hewldanên xwe ber bi zimanê dayikê ve birine, niha gotar, helbest û çîrokên kurdî dinivîsîne.
Nivîskar Zagros Osman di festîvala helbesta kurdî ya 14mîn de bi helbestekê beþdar bû, helbesta wî ne tenê bi ser ket, belê pleya yekem jî anî. Ji dil pîroziya wî û hevalên din dikim.

Bixwîne...

X

Helbest