Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Wê kengî tol were hilanin?

 


Salih Cefer

Berî çend rojan min bihîst ku emerîkîyan Elî Kêmawî radestî Iraqîyan kir, kêfa min gelekî xweþ bû û min bi xwere got vaye roja ku kurd li bendêne hat.
Roja 16 î adarê Elî Kêmawî bajarê Helepçe da ber kîn û cehra Be’sîyên regezperest û þofen, min jî di dilê xwede got vaye berpirsîyarên kurdan doza Elî ji emerîkîyan kirin ku wî di roja 16 de li bajarê Helepçe an dereke din bi darve bikin.


Ev hêvî ne ya min tenêye, ew ya gelek kurdane û bi taybet jî xwedîyên qurbanîyan yên ku cîgera xwe wenda kirin, ew jî li hêvîya vê rojê bûn ku hinekî kezeba xwe honik bikin û heyfa xwe ji sembola rejîma Be’s hilînin.
Þêîyan di roja cejna misilmanan de heyfa xwe ji Sedam hilanîn û guh nedane rejîm û peya û hezkirin Sedam, wan bi ya xwe kir û kezeba xelkê xwe honik kir û heyfa xwe ji wî xwînrêjî hilanin û siloganên xwe jî di dardakirina wîde bilind kirin.
Piþtî roja 16 e derbas bû û sibê nûçeya bi darda kirina wî di kenalên televizyonî de der neket, hêvîyên min li erdê ketin û ez gelekî xemgîn bûm, lê min bi xwere got belkî  di roja 21 de vê hesretê ji dilê kurdan derxin, lê piþtî ku roja 21 jî derbas bû û tiþtek nebû, min tê derxist ku hêzên siyasî yen baþûrê kurdistanê nikanin heyfa gelê xwe zû zû hilînin.
Eger kurdên baþûrê kurdistanê di vê demê de nikanibin mafên xwe bi cî binin û heyfa xwe hilînin, gelo wê kengî kanibin ?!
Piþtî ku rewþa Êraqê baþ bibe û hêzên siyasî yên ereb û turkmen û heznekirin gelê kurd piþta hev bigirin û bibin yek, wê demê wê kurd kanibin heyfan hilînin !
Dîrok tim dûbare nabe û fersend jî tim bi dest mirovan nakevin, eger di van rojên teng de heyf neyê hilanîn, ew tu carî nayê hilanîn.
Hêzên siyasî yên baþûrê kurdistanê vê berpirsîyarîyê radikin û divê bi qendî wêbin, eger wa nebe wê nifþên dahatû daxawza vê berpirsiyarîyê ji wan bikin.

22.03.2008

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark