Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Metirsiya bê zingil

 


  Ezîz Xemcivîn
xemcivin@hotmail.com

Fêrbûn û fêrkirina zimanê kurdî erkekî netewî ye.
Ji me neye ko em hev fêr bikin, bila têkbirina zimên jî ne bi destên me be!
Belavbûna berhemên ketî, têkbirina ziman bi xwe ye!
Navtêdan û pesindariyên bêwate, nifşekî hatî fêrî çandeke ketî dikin!
Em ê kengî ji çanda şabaşî û çepikan rizgar bibin?
Semakurd a çand û huner, berhem di çi astê de çap dibin?


Di nûçeyine balkêş de, van rojan pîrozî û gotarin pesindariyê belav bûne. Ew nûçe jî, mizgîniyê didin xwendevanên kurdî ko helbestvana Kurd Narîn Omer ya ko bi zimanê erebî dinivîsîne, dîwaneke helbestên kurdî çap kiriye!
Ji dûr ve, yê ko tê de negiha be, kêfxweş dibe, ko pertûkeke nû li pertûkxaneya kurdî zêde bûye. Lê belê kî/ê naveroka dîwanê dîtiye? Kê (helbestên dîwanê) li bêjinga rexneyê xistine? Gelo wê tiştin bi sûde bi ser bikevin, an wê hemî mîna zîwanê dakevin bin bêjingê?

Ev pirs pir giring in, ko em bersiva wan bidin.

Narîn Omer nivîskar û helbestvaneke kurd bi zimanê erebî helbest û gotaran li gelek malperên kurdî û erebî belav dike. Bi rastî ez nikarim li ser wan nivîsên wê yên bi erebî di vê mijarê de birawestim. Çimkî mijara min taybetiya zimanê kurdî ye, hem jî nivîsîna bi zimanê erebî ji hêla nivîskarên kurd ve li bal min ne cihê nirxandinê ye. Di nerîna min de ew tu sûdeyê nagihînin toreya kurdî.
Nivîskara me, weke kes bêguman cihê rêzê ye. Lê belê ji hêla zimanê kurdî ve ew tu tiştî bi zimanê kurdî nagihê. Bi dîtina min ew heta bi alfabêya kurdî jî nizane. Di vir de li gora ko ez nivîsên wê dişopînim, dibêjim ko tu hewldanên xwefêrkirinê jî li bal wê nînin. Çimkî dema merov nivîsekê ji helbestvan an nivîskarekî re dixwîne, helbet asta zanîn û têgihana wî/ê ji nivîsandinê bi xwe dixuye.

Dikarim bi çend xalên giring gotina xwe tekez bikim:
Berî her tiştî nivîskara me, heta niha çendîn helbest û gotar bi kurdî belav kirine, hîn li ser danîna navê xwe bi şêweyekî yekbûyî ne rawestiya ye wek:
(narîn umer, Narîn Umer, Narin umer, narin omer, narîn omer, Narîn Omer û Narîn Omer Seyfedîn)
http://www.gemyakurda.net/modules.php?name=News&file=print&sid=1627
http://tirej.name/gotar.php?subaction=showfull&id=1193171589&archive=&start_from=&ucat=&
http://tirej.name/gotar.php?subaction=showfull&id=1187996092&archive=&start_from=&ucat=&
http://tirej.name/gotar.php?subaction=showfull&id=1182455419&archive=&start_from=&ucat=&
http://tirej.name/gotar.php?subaction=showfull&id=1179455909&archive=&start_from=&ucat=&

Ev rawestana min li ser vê yekê ji çi hat? Dema merov roja yekem diçe wana yekê ji dibistana seretayî, berî her tiştî diviya be, ko ew şêweyê nivîsîna navê xwe fêr bibe. Min ev yek li bal Narîn Omer ne dît. Heta niha jî gotarên wê yekbûna nivîsandina nav ne standine!

Xala din ya ko herî giring e, di destpêka ko Narîn nivîsîna xwe ji zimanê erebî ber bi meydana zimanê kurdî ve guhast, ewê hingê gotarek belav kir di wê gotarê de ko nîv pel ji (size A4) tune bû, bêtir ji heftê û pênc şaşiyên zimên tê de hebûn.

Di derbarê wê nivîsê de nivîskar û helbestvanê kurd Arşevê Oskan bi gotarekê ew rexne kir. Gotara ciwanmêr di rêza nivîskariyê de bû. Gerek bû ewê hingê Narîn li xwe hay biba û bigota; Ez hîç bi zimanê kurdî nizanim!

Nezaniya zimên ne şerm e, lê berdewamî di nezaniyê de dihêle toreyeke lawaz belav bibe. Dikarî bû ji nû de li alfabê û pertûkên rêziman vegere, dikarî bû dîwan û helbestên kurdî bixwîne û pêlik bi pêlik xwe fêr bike.

Dibe jî kesên ko navtêdana wê dikirin, jê re goti bin; ko ev nivîsa Arşev ji mebestekê ye, an jî tu rast î û ew şaş e. Bêdiro, em bêjin nebêjin çanda şabaşiyê ya ko em ji rêjîmên desthilatdar fêr bûne, bandoreke balkêş li piraniya me kiriye. Ewê yekê jî rola xwe leyistiye, kesên derdora nivîskara me, piştgiriya wê li ser wan şaşiyan kirine.

Ev lînka gotara nivîskar Arşevê Oskan e.
http://www.amude.net/print.php?newsId=6139&newsLanguage=Kurdi
Ev jî lînka gotara xwedan “heftê û pênc” şaşî ye.
http://www.efrin.net/cms/kurdi/index.php?option=com_content&task=view&id=742&Itemid=3

Bila nivîs bi hestedarî neye standin, dema em parçekirinekê di berhemeke kurdî de dikin; bêguman divê em bi sinçî nivîsê binirxînin. Ta ko xwendevanên kurd ji me bêzar nebin û ne bêjin ev helwestên kesayetî ne. Ji berevajî ve, ev kesên ko ez berhem an pertûkên wan rexne dikim, hîç tu kesî ji wan nas nakim.

Li gora ko min xwendevanên gotarên xwe bi bawerî ew ewle kirine dîsan bê dudilî dinivîsînim. Herweha armanca min ji van nivîsan, her rajeya ziman û toreya kurdî ye.

Em ê vegerin babetê! Helbestvana kurd Evîn Şikakî ya ko helbestan bi zimanê erebî dinivîsîne, gotareke mizgînî di derbarê dîwana Narîn Omer de li malperên (Welatê me û Pena kurd) belav kiriye. Di malpera Welatê me de bê nav û wêneya xwe weşandiye, sedem ne diyar in, ka çima nav li ser gotara wê nîne, lê dibe jibîrkirin be!?
Di vê gotarê de, çend helbest weke nimûne ji dîwana Narîn weşandine. Ez ê li ser çend malikan ji wan birawestim, dibe rojekê ji rojan dîwanê bi tevayî bêjing bikim û binirxînim. Tev ko min helbestên Narîn bi tevayî di internet de xwendine, çimkî ji wan pêve nînin û hemî di malperên kurdî de hatine belav kirin.
Li vir weke têbînî dixwazim bibêjim; Narîn helbestan bi kurdî nanivîsîne! Belam helbestan bi erebî dinivîsîne û  bi dûv de diwegerîne zimanê kurdî, bê ko li ser wan deyne (wergerandin), ew bi xwe jî vê gotinê mandel nake û belge jî hene ko ew bi kurdî kêm caran dinivîsîne.
Dixwazim ko xwendevan bi hûrbînî di hevokên wê de biramin, ji ber hevedidaniya wan bi erebî ye. Min berê ev yek di gotara xwe de (Pêlên rexneyê) anî bû ziman.
http://www.avestakurd.net/author_article_detail.php?article_id=22
Ewê hingê Narîn Omer helbesta (Tewbe) belav kiri bû.
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=815

Helbesta Narîn

Himbêza pira Bafid   

(Di himbêza pira Bafid
Te çû xwenek belek dan î
 Li Seqlanê* te kon raxist
             Veda dîlan bi Botan î)

(Di himbêza pira Bafid Te çû xwenek belek dan î)
 
Di himbêza pira bafid de tu çûyî, xewneke belek danî
(Li Seqlanê* te kon raxist Veda dîlan bi Botan î)

Li seqlanê te kon raxist, veda dîlan bi botanî
Wate:

Tu çûyî, himbêza pira bafid û te xewneke belek li wê danî.

Li ber çemê seqlanê te kon raxist, û dîlaneke botanî veda.

Ez dibêjim; kon naye raxistin, gerek bû gotina (vegirt) bi kar anî ba.

(Hemî peyvên zelal û geş
                Li dora wan te alan î
Keçên dilsoz,ciwanên pak
           Bihîstin wan civîn dan î
 Memo ritma dilî saz kir
           Siyamendo bilûrvan î
Xecê dîlan gelek xweş kir
            Dema Zîn şal di bir banî}
    
Li vir bi mebesta bikaranîna (alan î) negiham, dibe ew bi mebesta (alandin) bi kar anî be, ango dorpêçkirin.
Ya din ko dixwazim bibêjim û tekez dikim ko Narîn bêxwendina zimên e.
Ev cudahiya tîpa dawî ji gelek gotinan:

(dan î, Botan î, alan î, melevan î, di loran î)
Wek ko ez têgiham wê hin nivîsên cor bi cor wisan şopandine, di bîr û boçûnên wê de ko her peyv merov dikare tîpa dawî ji kokê cuda bike. Ev tête çi wateyê? Gelo çima tîp ji gotinê cuda dibe? Kengî ew tîp cuda dibe? Ew tîpcudakirin di vekît û gramerê de bi çi navî ye, bi çi mebestê ye?

(Cizîri Arifê sazbend
           Hesen Zîrek bi Soranî
Kewîz Axa lehengê can
           Bi dengê naz xêlo* anî)
Arifê Cizîrî ne (Cizîri Arif)

Kawîs Axa ne (Kewîs Axa)

(Hunermend Meryema xanim
               Erê Eyşê tu sazvan î)

Berî her tiştî navê wê Meyremxan an Meryemxan e, an jî wisan tête nivîsandin Meryem-Xan, gelo di kurdî de merov dikare bibêje:
 (Hunermend Meryema xanim)?

(Erê Eyşê tu sazvan î)

Heta niha min bi navê Eyşeşan (Eyşe-Şan) bihîstiye û ew ne sazvan e. Eyşeşan stranbêjeke kurd e.

(Hemî Bircên Pirê* deng dan
               Belê Decla tu hozan î)
Min ne bihîstiye, ko (pir) burcên wan hene! Ya din ko em li malika pêşî vegerin, gelo girêdana çemê seqlanê û diclê herdûyan bi pira bafid ve heye?

Pira bafid (pira romanî) li ser çemê diclê, an li ser yê seqlanê ye?

(Belê Decla tu hozan î)
Çawa çemê diclê hozan e? Wata gotina hozan li bal Narîn çi ye?

(Dixwazin em siwarbin’blez
            Liser pêlên melevan î)

Wate:

Dixwazin, bi lez li ser pêlan em siwar bibin.
An jî: Dixwazin bi melevanî li ser pêlan em siwar bibin.

Gelo hevedidaniya hevoka kurdî wisan heye (Liser pêlên melevan î)?
An ev hevok: (siwarbin’blez) dema helbestvan ji neçaretî ji bo kêşesaziyê tîpekê dişikîne, bihnokê dixe şûna tîpa xistî de, lê Narîn berevajî vê yekê kiriye; ango bihnok li cihekî negerek daniye.

(Bero êvar de’m ser noq bûn
             Me dî rojê di loran î)

Wate:

Gava ber bi êvarê de em noq bûn, me dît rojê dilorand.

(di loran î)
Dilorand: Lêker e. (di) û (î) ji (loran) cuda kirine. Eger em biderivînin ko gotin rast be, bêguman (di loran î) şaş e.

A rast: Dilorand an dilorîne.

(Dema xatra ye wey hawar
Li cem kurdan di zarîn û hawarê de dibêjin: Wey li min, hey hawar!
 
Me rastîya xwe nû zanî
Mixabin xewnekî roj bû
       Şevê sîhka xwe ser danî)
Li vir gotina (xewn) kiriye (nêr):
 (mixabin xwenekî roj bû)
Lê a rast gotina (xewn) mê ye

Wate:

Dema xatirxwestinê ye, me ji nû ve rastî nas kir.
Mixabin hevdîtina me xewnerojk bû, şevê siya xwe an tariya xwe bi ser de danî.

(Erê dîsa’msupasdarin
          Ji van xewnên bi şadman î.)

(dîsa’msupasdarin)
Ev hevok tev de bi gotinekê komel kiriye: Dîsan em spasdar in.  

Wate:

Erê dîsan, bi şademanî ji van xewnan em spasdar in.
Ev nivîsa Narîn ya ko di nav destên me de û hemî nivîsên wê yên bi kurdî, ko min ew xwendine. Hîç ez naxwazim gunehekî mezin hilînim û navê helbestan li wan bikim. Lê dixwazim ser vê nivîsê bibêjim; ko ew ji ber helbestek ko hunermend Mihemed Şêxo distirê (Kedera min çendî ciwan e) weke raman wê ew derêxistiye!

Lê ka ew û ka ev? Ev wekîniya (kemperî) min bi xwe jî gunehek e, lê rastiya wateyê wisan merov bi vê encamê digihîne!  
Di vir de ez ê birawestim, heke berdewam bikim, pênc pertûk ji serastkirina nîvîsên wê re divên. Di nerîna min de, eger Semakurd pênc pelên rastnivîs û bi wate çap bikirana, ji bîst û pênc pertûkên mîna (Perîxana min) çêtir bû. Çimkî mifa û sûdeya wan pênc pelên rastnivîsê li nifşekî nûder bêtir dibe.
Beranber jî, ev berhemên ketî toreyeke lawaz şanî didin, ko xwediyên wan bi miqerisî  û zorinde wan dinivîsînin û di bin hêzdana belavkirina lezgîn û nûjen de hewl didin, ko bivênevê xwe bikin nivîskar. Ne tenê Narîn Omer, lê belê gelek mîna wê bi vê nexweşiya navûdengiyê ketine.
Têbînî: Eger hinek gotinên Narîn Omer yên bi kurdî di vekîtê de durist peyda bûne, dibe kesekî bi lêvegerê ew rast kiribin.

Hinek nivîsên min, yên ko di malpera Avestakurd de belav bûne:

Veşartina rexneyê
 http://www.avestakurd.net/author_article_detail.php?article_id=110
Perwerde û perwerdeya xwemalîn
http://www.avestakurd.net/author_article_detail.php?article_id=89
Têkçûna helbestê an helbesta têkçûyî?
http://www.avestakurd.net/author_article_detail.php?article_id=26
Antîvirûsa rexneyê
http://www.avestakurd.net/author_article_detail.php?article_id=25
Bêjinga Rexneyê
http://www.avestakurd.net/author_article_detail.php?article_id=24
Em Zilam
http://www.avestakurd.net/author_article_detail.php?article_id=21

Hinek babetên hatî:

-Kampa Muqbilê
-Festîvala Cegerxwîn û vexwendinên başûrê rojavayê Kurdistanê?

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark